1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji doza KCK'ê ya Mêrsînê 25 kes hatin girtin
Ji doza KCK'ê ya Mêrsînê 25 kes hatin girtin,ji,doza,kck,ê,ya,mêrsînê,25,kes,hatin,girtin

Ji doza KCK'ê ya Mêrsînê 25 kes hatin girtin

A+ A-

Ji doza KCK'ê ya Mêrsînê ji 38 kesan 25 kes bi îdîaya "Rêveberê KCK ye" û "Endamê KCK'ê ye" hatin girtin. 13 kesên ku nûçegîhanê me yê Mêrsînê Ferhat Arslan jî heye serbest hatin berdan.

Di 25'ê Îlonê de operasyona bi navê "KCK'ê ya navenda wê Mêrsîn li bajarên Mêrsîn, Edene, Amed, Êlih, Şirnex û Dêrsim heye hate lidarxistin û 38 kes hatin binçavkirin. Ji 38 kesan 25 kes hatin girtin. 38 kesên ku duh lêpirsîna wan a li Midûriyeta polîsan a Mêrsînê bi dawî bû sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Li dozgeriyê Delegeya KCD'ê Saadet Surer û Serokê Rêxistina BDP'a Mêrsînê yê berê Cîhan Yilmaz serbest hatin berdan û 36 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

25 kes hatin girtin

36 kes bi daxwaza girtinê sewqî 8 û 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê kirin. Heyeta dagehê jî piştî li îfadeyên wan guhdar kir, nûçegîhanê ajansa me yê DÎHA'yê yê Mêrsînê Ferhat Arslan, Rêvebera NAR-DER'ê Emine Kocadag, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Perihan Kaya, Cîgirê Serokê BDP'a Mêrsînê Sitki Aydemir, Delegeya KCD'ê Nesrin Altay, Rêveberê BDP'a Mêrsînê Yilmaz Demir, Xebatkarê GKM'ê Mehmet Ulger, Endamê Navendî yê BDP'ê Yahya Figan, Xebatkarê Radyo SES'ê Mahir Ogretmen, Xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Huseyîn Duran, Xebatkara ÎŞTAR'ê Nîhal Guzel serbest hatin berdan. 25 kes bi îdîaya "Rêveberê KCK ye" û "Endamê KCK'ê ye" hatin girtin.

25 kesên hatin girtin wiha ne:

Endamê Melîsa BDP'ê Huseyin Şabuk, Hevserokên BDP'a Mêrsînê Aynur Aşan û Musa Kulu, Cîgirê Hevserokên BDP'ê Mêrsînê Abdullah Sayilgan, Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Mêrsînê Aynur Şahin, Rêvebera Egitim Sena Mêrsînê Sinan Muşlu, Endamê Egîtîm Sena Mêrsînê Mustafa Işik, Endamê Tum Bel Senê Erdal Sarıkaya, Endamê Meclîsa Şaredariyê Faik Eroglu, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Ali Tanriverdi, Hûnermendê NÇM'ê Seyhan Yildirimli û Bariş Arun, Kordînatora Navenda Jinan a ÎŞTAR'ê ya Akdenizê Gulhan Yag, Şêwirmenda Çapemeniyê ya ÎŞTAR'ê Roza Yaruk, Rêveberê BDP'a Mersinê Adîl Karabulut, Xebatkarê Şaredariya Akdenizê Alî Adsiz û Cuneyt Akkuş, Rêveberê YAKAY-DER'ê Kadri Beştaş, Endamê Meclîsa Şaredariya Toroslarê Huseyin Aral, Seroke KURDÎ-DER'a Mêrsînê Selahattin Çam, Seroka Komeleya Jinan a KİBELA'yê Hediye Bakrak, Endama BDP'ê Mehmet Bitkin, Xebatkarê şîrketa Belavkariya Firatê Egit Bakirhan, Endamê Meclîsa BDP'ê Mustafa Gul hatin girtin. Jin şandin Girtîgeha Karataşê, zilam jî şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê.

(mae)