Ji du sal berê ve provaya qetlîamê kirine
ROJDA KORKMAZ
STENBOL (DÎHA) - Operasyona "Vegera jiyanê" ya 19'ê kanunê bû sedema mirina 150 girtiyên siyasî. Şahidê komkujiyê Mehmet Guvel anî ziman ku 2 sal beriya komkujiyê prova hatine kirin û hovîtiya dewletê vegot.
Operasyona "Vegera jiyanê" wekî rûreşiyekê di dîroka dewleta tirk de cih girt. Di heman rojê de li ser 20 girtîgehan operasyon hat lidarxistin, 28 girtî bi guleyan û şewitandinê hatin kuştin, 122 girtî di greva birçîbÎunê de jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 600 girtî seqet man. Girtiyên şoreşger li hember Girtîgehên Tîpa F, rojiya mirinê dan destpêkirin û di roja 60'emîn ya grevê de bi tevlibûna 8 taburên cendirmeyan û bi hezaran leşkerî operasyon hat destpêkirin. Di operasyonê de bombeyên dest, gule û 20 hezar bombeyên gazê hatin bi kar anîn. Li ser komkujiyê re 14 sal derbas bûn, lê heta niha tu pêşveçûn nîn in.
'Beriya operasyonê prova dikirin'
Şahidê komkujiyê Mehmet Guvel ku wê demê li Girtîgeha Bayrampaşayê bû behsa komkujiyê kir û wiha got: "Beriya operasyonê li hinek girtîgehan prova kirin. Li Bayrampaşayê derdiketin banê girtîgehê û me digot ev çi dikin, digotin li hember zivistanê amadekarî dikin. Çapemeniya tirk nûçeyên 'Li girtîgehan dewlet nîne', 'Terorîst girtîgehan rêve dibin' nûçe çêdikirin û bingeha operasyonê amade dikirin. Em li bendê bûn, êrîşeke cidî pêk bê. Li hember vê greva birçîbûnê destpê kir. Ji me re digotin 'an hûn ê teslîm bibin, an jî bimirin'. Lê me teslîmbûn qebûl nekir."
'Ji her derê gule dibarandin'
Guvel wiha behsa amadekariyên ku li girtîgehan dikirin, kir: "Me amûrên barîkatan amade kir. Me ji şûşeyên avê, maskeyên gazê çêkir. Li hember êrîşê 24 saetan nobet girt. Me li hember êrîşê bedena xwe kir mertal. Di 19'ê kanunê saet di 04:30'an de hevalên nobedar bang kirin. Gotin operasyon heye. Bi guleyê hevalekî nobedar xistin. Gotin teslîm bibin û gule barandin. Li girtîgeha Bayrampaşayê, li gor cihê razanê û li jêr jî cihê xwarinê bû. Em çûn cihê xwarinê. Li hember guleyan me mase, wekî barîkat bi kar anî. Ji her derê gule dibarandin."
Gule berdan kesên ku govend digerandin!
Guvel da zanîn ku têkoşerên di greva birçîbûnê de jî girtiye û ew birine bin pêlekan û wiha got: "Girtiyên din di koguşên ku têde bûn asê man, bi guleyan êrîşî wan dikirin û du girtiyan li wir jiyana xwe ji dest da. Ji ber gaza u zêde dihat avêtin bandora maskên me yên ku me ji bîdonên avê çêkirin ne ma. Em hatin asta ku bifetisin. Me got em derkevin derve. Me deriyê hewşê vekir, em derketin hewşê û me govend gerand. Dema me dest bi govendê kir matmayî man û gulebaran rawestandin. Piştre carekdin dest bi gulereşandinê kirin."
Guvel destnîşan kir ku piştî leşkeran gule li wan barandin carekdin vegeriyane koguşan, lê ji ber gaza ku zêde avêtin wan ne dikarî nefesê bigirin û wiha axivî: "Nûnerê me derî vekir û got; 'em derdekevin' ji me re gotin; 'derkevin lê destên xwe rakin.' Dema me got mirî û birîndarên me hene ji me re sediye avêtin. Dîwarê hewşê hilwewşandin û pêlekên wesayîta îtfayeyê da ber. Despêkê me hevalên xwe yên şehîd ketine, piştre jî yên birîndar me anîn xwarê. Herî dawî em hatin xwarê. Korîdorek dirêj avakiribûn. Di destê leşkeran de cop, li me xistin û em birin cihekê ku weke embarê. Piştî em li wir sê saetan hiştin, destên me li piştve kelepçe kirin em xistin wesayîtan û birin girtîgehên cuda."
Gaza kîmyewî avêtin koguşên ku jin têde dimînin
Guvel bi lêv kir ku di navbera koguşên ku jin lê dimînin û yên zilaman de mesafeyek dirêj hebû, wan xewst xwe bigihînin hevalên xwe yên jin lê ji ber gulebaranê ne karîn xwe bigihînin wan û wiha got: "Di dema êrîşan de bombeyên ku di hewşê de avêtin koguşên hevalên jin, bandor li ser cihên bi cil ne dikir. Lê cihên vale yên weke rû, dest, guh û cav bi gazê bandor bibûn. Ev gaz ne avêtin koguşên zilaman. Di heman demê de bombeyên agir avêtin hundir. Dema di koguşên jinan de agir derket gotin em avê di avêjin lê di nava avê de gazek ku laş dişewitîne hebû. Vê carê xiraptir bû û pitir dişewitand. Hevalên jin yên li jor hinek hatin beşên jêr lê hinek asê man û ew bi sazî şewitandin û qetil kirin. Piştî wê qetlîamê parêzer û malbat ji lêkolînan bikin hatin girtîgehê. 4 hevalên jin yên şehîd ketin hatin tehşîskirin lê du hevalên jin ne hatin tehşizkirin. Malbatan gotin hemû zarokên mene yekê tu yekê ez bigirim û cenaze birin."
Girtî wek 'bersuc' tên darizandin
Li gorî axaftina Guvel di ser komkujiyê de 14 sal derbas bû û lê ligel dozên ku hatine vekirin jî tu encam nehatiye girtin. Parêzer Guçlu Sevîmlî der barê pêvajoya hiqiqû ya ku malbat û parêzer dane destpêkirin de agahî da û da zanîn ku piştî komkujiya ku pêk hatiye, di pêvajoya lêpirsîna dozgeriyê de di nava salan de gelek doz hatine vekirin û wiha got: "Di dozên ku hemû hatine vekirin de, kesên girtiyên ku ji qetlîamê sax filitîne, weke bersuc hatine darizandin. Her wiha îdiaya ku girtî hevalên xwe kuştine jî heye. Dozên wekî ku 'zerarê dane amûrê dewletê', 'Serhildanê pêk anîne' der barê wan de hatine vekirin û hêjî weke bersuc tên darizandin."
'Darizandinek nimûne pêk tê'
Sevîmlî anî ziman ku di doza kul i 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran de ya Anodoliya Kartalê tê dîtin de 260 kes wekî bersuc tên darizandin û wiha dom kir: "Her wiha li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran Bakirkoyê jî 39 leşkerên bi rutbe bi sucê ku 'Bi zanebûn mirov kuştine' tên darizandin û ev doz jî berdewam dike. Her wiha di doza ku 260 leşker wekî bersuc tên darizandin jî di dozê pratîkek nebaş pêk tê. Dadgeh bi tu awayî ji bo rastiyan derxe holê tu hewldan nîşan nade. Em weke parêzerên mudaxîl dozê dişopînin. Lê tu daxwazên me nayên qebûlkirin. Bi salan in tu pêşketin pêk nehatiye. Bersûc nayên daneşînê jî. Darizandinek nimûne pêk tê.
'Berpirsiyarê komkujiyê nehatine darizandin'
Sevîmlî diyar kir ku di dozên ku pêk tên de, tenê leşkerên ku di asta er de ne tên darizandin û wiha pêda çû: "Lê em baş dizanin ku di vê operasyonê de fermandar, leşkerên paybilind, burokrat cih girtine. Lê hêjî ew derneketine ber darazê.Sevîmlî bi lêv kir ku cara yekem der barê tabura komando de doz hatiye vekirin û ev yek jî di çarçoveya dozê de pêşketinek girîng e û wiha bi dawî kir: "Cara yekem ji ber komkujiya Sagmacilar û Umraniye yê der barê kesên bi paye bilind de doz hatiye vekirin û ger vê dozê pêk bê dê beşek berpirsiyarê vê komkujiyê bên darizandin. Ji bo ku kujer bên darizandin çi ji destê me bê em ê bikin û têkoşîna me jî berdewam bike."
(aw/bd/wk)