1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji duh heya îro navê berxwedanê Cizîr e - (DOSYA 1)
Ji duh heya îro navê berxwedanê Cizîr e - (DOSYA 1),ji,duh,heya,îro,navê,berxwedanê,cizîr,e,dosya,1

Ji duh heya îro navê berxwedanê Cizîr e - (DOSYA 1)

Ji berxwedana Berîvanê heya berxwedana rêveberiya xweser

A+ A-

OZGUR PAKSOY / ZOZAN FENDÎK

ŞIRNEX (DÎHA) - Berxwedana Cizîra Botan ya li hemberî polîtîkayên qirkirinê ya dewletê ku ji sala 1992'an bi Berîvanan destpê kir, li hemberî polîtîkayên hikumeta AKP'ê bi îlankirina rêveberiya xweser heya sala 2015'an berdewam kir. Dewleta ku 23 salan bi heman polîtîkayan êrîşên qirkirinê li ser Cizîra Botan da meşandin, li gel hemû derfetên xwe yên şer nekarî vîna zarokên ku bi keviran Cizîra Botan diparast bişkîne û bi êrîşên 4'ê îlonê heya 12'ê îlonê ku 9 rojan bi tanq û topan li hemberî vîna rêveberiya xweser pêk hat têk çû.

Polîtîkayên dewleta Tîrk ên qirkirinê ku li hemberî gelê Cizîra Botan bi Newroza 1992'an dest pê kir, bi konsepta şer a hikumeta AKP'ê berdewam dike. Ji sala 1992'an heya 2015'an Cizîra Botan li hemberî polîtîkayên bêçareseriyê ya li ser pirsgirêka kurd pêlên berxwedanê bilind kir û di 10'ê tebaxa 2015'an de bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Cizîrê bi îlankirina Rêveberiya Xweser a Cizîrê bersiv da polîtîkayên dewleta tirk û hikumeta AKP'ê. Her çiqas bi salan e dewleta tirk û hikumetên wê li hember gelê Cizîrê êrîş û komkujî pêk anîbin jî gel jî ala berxwedanê li erdê nexistiye û her û her ev al bilind kiriye. Hikumeta AKP'ê ev konsepta şer bi îlankirina, 'qedexeya derketina derve' ya 4'ê îlona 2015'an destpê kir berdewam kir. Li hember qedexeya heya 12 mehê berdewam kir di pêşengtiya hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û Mehmet Tûnç gelê Cizîrê ala berxwedanê ya ku ji Bêrîvanan wergirtîn bilind kirin. Gelê Cizîrê û zarokên ku navê wan bi zarokên keviran diavêjin tê nasîn hêrsa xwe ya li hember van polîtîkayan nîşan dan û bi berxwedana xwe mohra xwe li rûpelên dîrokê dan. Zarokên ku demekê bi keviran bersiv didan êrîşên dewletê di êrîşên qedexeyan yên bi tank û topan de bi avakirina barîkatan û vekirina xendeqan parastina xwe ya cewherî ava kirin û bersiv dan êrîşên dewletê.

Destpêka serhildana Cizîra Botan ji berxwedana Berîvanê destpê dike

Di sala 1992'an wekî gelek deverên Kurdistanê li Cizîra Botan jî ji bo pîrozkirina Newrozê gel bi rêxistinî ji bo bilindkirina agirê Newrozê derketin qadan. Hêzên JÎTEM'ê ji panzeran gule bi ser hezaran welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê meş lidarxistîn de barandin. Di encamê de herî kêm sed welatiyan jiyana xwe ji dest dan, sedan welatî jî birîndar bûn. Ji wê rojê şûnde gelê Cizîrê bi rihê Binevş Agal an go Berîvan ku li hemberî hêzên JÎTEM'ê radesbûn qebûl nekirî berxwe dide. Berîvan li hemberî hewldanên dewletê ya vale derxistina tekoşîna gelê kurd xebatên rêxistinbûnê li Cizîra Botan dide meşandin. Berîvan li hember serdegirtina JÎTEM'ê şer dike û bi diruşmeyên berxwedanê şehîd dibe. Li ser vê yekê gelê Cizîrê jî ji bo wergirtina cenazeya Berîvan carek din dakevi qadan û di navbera gel û hêzên JÎTEM'ê de şer û pevçûnên dijwar diqewime. Berxwedana Berîvan bandor li ser gelê Cizîrê dike û berxwedana Cizîra Botan jî ji vir destpê dike.

JÎTEM jî nikarî tekoşîna gelê Cizîrê bişkîne

Ji sala 1992'an bi destpêka serhildana Cizîra Botan, dewlet di bin navê "Şikandina tekoşîna PKK'ê" JÎTEM û Kontrayan bi destê Fermandarê Cendirmeyan a Cizîrê Cemal Temîzoz û Şaredarê Cizîrê ya wê demê û sercerdevan Kamîl Atak di sala 1994'an dest bi komkujiyan û windakirinan dike. Kiryarên Temîzoz û sercerdevan Atak salan didome, li gel hemû êrîş û komkujiyan nikare tekoşîn û berxwedana gelê Cizîra Botan bişkîne. Gelê Cizîrê salan li hemberî kiryarên JÎTEM û Kontrayan berxwe dide û di 15'ê Sibata 1999'an de Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan pêk tê û gelê Cizîra Botan carek din bi rihê serhildanê daket qadan. Bi komploya 15'ê Sîbatê re jî hêzên dewletê êrîşên li ser gelê Botanê zêdekir.

Zarokên şahidê salên 90'î mezin bûn

Bi destpêka îktîdariya hikumeta AKP'ê re, erîş û zordestiyên li ser gelê Cizîrê jî hat girankirin. Polîs û leşkerên di bin qontrola hikumeta AKP'ê de jî ji bo şikandina berxwedana gelê Cizîrê destpê operasyonên qirkirina siyasî kir. Zarokên Cizîrê ku bûyîn şahidê êrîş û komkujiyên dewletê ya salên 90'î, bi keviran bersiv dayîna wesayîtên zirxî ku ji bo serdegirtina malan têkeve taxan xwe parastin. Bi bilind bûna tekoşîna gelê Cizîrê re hikumeta AKP'ê her tim bi zordestiyan û êrîşan bersiv da. Zarokên wê demê her tim li hember êrîşên bi xwe re berxwedanê jî mezin kirin. Zarokên ku bi zordestiyên dewletê re mezin dibûn, her tim li hember tanq û topên dewletê bi barîkatan û bi kevir avêtinê parastina xwe dikirin.

Li gel kiryarên dewletê avakirinên meclîsan û komûnan

Gelê Cizîrê salên 2010-2011'an de li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên hêzên dewletê ku di bin navê KCK'ê de wek gelek bajarên kurdan dest bi nimêja sivîl kir û konên çareseriyê vedan. Bi nimêja sivîl jî her hefte êrîşên dewletê yên înkarkirinê hat protestokirin. Dîsa di heman demê de gelê Cizîrê dest bi meclîs avakirinê kir û li her taxên Cizîrê de xebatên meclîs avakirinê meşandin. Hêzên dewletê ew sekna gelê Cizîrê qebul ne kir û bi dijwarî êrîşê gelê Cizîrê kir û bi hezaran ciwan binçavkirin û girtin. Lê gelê Cizîrê li hemberî êrîşên hêzên dewletê yên tund tavîz nedan û xebatên xwe domandin.

2012'an carek din êrîşê pîrozbahiya Newrozê hat kirin

Hêzên dewletê li Cizîrê sala 2012'an de carek din êrîşê pîrozbahiya Newrozê kir û gelê ku li avahiya navçeyê kombuyî bi çekan gule barankirin û gelek kes jî hat binçavkirin. Cizîriyan li gel hemû êrÎşên hêzên dewletê newrozê bi coşek mezin pîroz kir. Di heman salê de çalakiyên ciwanên Cizîrê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her wiha ji bo daxwaziya çareseriyê dom kir. Wekî 20 salên berê dewlet êrîşên xwe her tim li ser Cizîrê domand û li gel hemû êrîşan gelê Cizîrê ala berxwedanê ya ji Berîvanan wergirtîn her tim bilind kirin.

Hedef her tim zarok bûn

Sala 2013'an gelê Cizîrê carek din ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan. Hêzên dewletê ku êrîşê çalakiya gel kirin, zarokê bi navê Yahya Menekşe yê 16'e salî bi panzerê da ser û perçixand. Dîsa di êrîşên polîsan ya li hemberî taxan de zarokê 18 mehî bombeyê gazê rastê serê wê hat û jiyana xwe ji dest da. Di vê demê de bi deklerasyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya Newroza 2013'an Pêvajoya Çareseriyê destpê dike lê êrîş û lîstokên dewletê ya li ser Cizîrê dawî nebû û qetilkirina zarokan jî berdewam kir. 23'ê Nîsanê wesayîta zirxî zarokê bi navê Sînan Saltikalp ya 17 salî perçîxand. Di encama şer û pevçûnên di navbera ciwanên YDG-H û endamên HUDA-PAR'ê de zarokê bi navê Bariş Dalmiş ya 15 salî û Yasîn Ozer hat qetilkirin. Di heman salê de zarokê bi navê Umît Kurt di encama gule barana polîsan de hat qetilkirin. Dîsa di encama gule barana wesayîta zirxî de zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ya 12 salî hat qetilkirin. Pêde pêde êrîşên hêzên dewletê ya li ser Cizîrê re welatiyê Eyup Ergen, Hasan Nerse ya 17 salî, Baran Çagli ya 7 salî û Mesut Sanri di encama êrîşên polîsan de hatin qetilkirin.

Cizîr bû Kobanê

Li hemberî êrîşên hêzên dewletê ya li ser gelê Cizîrê YDG-H hêzên parastinê avakirin. Di pêvajoya çareseriyê re ji aliyek êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Kobanê destpê kir û ji aliyê din êrîşên li ser gelê Cizîrê jî hat girankirin. Gelê Cizîrê bi berxwedana xwe re ji bo şermezar kirina êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û ji bo piştgiriya Kobanê li qadan bûn. Gelê Cizîra Botan jî 7-8 Cotmeha 2014'an de daketin qadan berxwedana Kobanê li kolanê Cizîrê bilind kirin. Hêzên dewletê êrîşê çalekiyên ji bo Kobanê kirin û navbera hêzên dewletê û ciwanên YDG-H rojan şer û pevçûnên dijwar qewimî û di encamê de û 20 kes birîndar bûn.

Zarokên kevir diavêtin bûn parastvanên Cizîra Botan

Bi van geşedanan re operasyonên qirkirina siyasî destpê kir. Di salên 2013 û 2014'an de li ser giran bûna êrîşên hêzên dewletê û operasyonên qirkirina siyasî di pêşengiya ciwanên YDG-H'ê de li taxan xendex hatin kolandin. Her çiqas hêzên dewletê êdî nikarîn têkevin taxan jî êrîşên xwe yên li ser gel domandin. Gelek caran di encama hevdîtinên di navbera siyasetmedarên kurd û rayedarên dewletê de xendex hatî bûn rakirin jî, polîtîkayên dewletê ya li ser gelê Cizîrê dom kir û ciwan dîsa bi kolandina xendekan parastina Cizîra Botan kirin. Wekî salên 90'î hêzên kontra û hêzên dewletê bi hevkar li Cizîrê êrîşê gel dikirin. Ji ber ku gelê Cizîrê xwedî serhildana Kobanê derket û bi berxwedana xwe sînorên di navbera Cizîrê û Kantona Cizîra Rojavaya ji holê rakirin hêzên dwletê jî êdî bi hêrsekê mezin bi çekên giran êrîşê gel dikir. Ciwanên hêzên parastinê li hemû taxên bajêr xendexan kolandin û bi berxwedana xwe ji êrîş û operasyonên hêzên dewletê re bûn bendav.

Dewlet nikarî têkeve taxan hizbul-kontra êrîşê gel kir

Di sala 2014'an de hêzên dewletê 3 mehan nikarîn têkevin taxên Cizîra Botan. Cizîra Botan ji aliyê ciwanên ku di zarokatiya xwe bûyîn şahidên êrîşên hêzên dewletê û bi keviran hêrsa xwe nîşan didan, êdî parastvanên taxên xwe bûn. Hêzên dewletê jî her şev bi gulebaranê û bombeyên gazê êrîşê taxan dikirin. Hêzên dewletê ku nikarîn berxwedana ciwanan bişkîne, bi DBP'ê, HDP'ê û siyasetmedarên kurd yên Cizîrê hedef girtin û bi hevkariya hilbûl-kontra êrîşê gel kirin. Êdî hizbûl-kontra êrîşê gelê Cizîrê kir û gelek caran di navbera gel û hilbûl-kontra de şer û pevçûnên dijwar qewimî. Gelê Cizîrê çawa ku li hemberî êrîş û operasyonên hêzên dewletê berxwedan, bersiva herî xurt bersiv da hizbûl-kontra jî û ev lîstoka dewletê ya li ser Cizîrê bi berxwedanê vale derxist.

Êrîş li hemberî pêvajoya çareseriyê bû

Êrîşên hêzên dewletê û qetilkirinên li pey hev hersa gelê Cizîrê zêde kir û tevgera siyaseta kurd jî polîtîkayên dewletê ya li ser Cizîrê, hewldanên hêzên tarî yên di nava dewletê de dawî kirina pêvajoya çareseriyê nirxandin. Her çiqas siyasetmedarên kurd bi Waliyê Şirnex û Qeymaqamê Cizîrê re hevdîtinan pêk bînin û soza paşve kêşana polîsan û dawî kirina êrîşên li ser taxa jî bide, bi girtina xendekan re êrîşên li ser taxan ji nû ve destpê dike. Piştî girtina xendekên li taxan di heman rojê de di encama gule barana ji wesayîtên zirxî zarokê bi navê Umît Kurt ya 14 salî hat qetilkirin. Hêrsa gelê Cizîrê carek din geş dibe, li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd gel ji bo domandina pêvajoya çareseriyê sekna xwe diparêze. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ku wê demê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gelê Cizîrê re dixwîne hê jî ji navçê derneketî, di encama gule barana hêzên dewletê de Nîhat Kazanhan ya 12 salî hat qetilkirin. Li ser berdewam kirina êrîş û qetilkirinên hêzên dewletê ciwanan carek din bi xendekan vegeriyan xwe parastinê.

Ji komkujiya 92'an heya konsepta şer heman dewlet

Bi van êrîş û polîtîkayên dewletê ya li ser Cizîrê 5'ê nîsana 2015'an ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve pêvajoya çareseriyê hat dawîkirin. Gelê Cizîrê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de jî vîna xwe nîşan da. Lê dewleta ku ji sala 1992'an ve êrîşên xwe li ser gel pêk tîne, vîna gel jî qebûl nekir. Piştî komkujiya bi bombeyî ya Pirsusê (20 Tirmeh 2015) 24'ê tirmehê hikumeta AKP'ê konsepta şer a li hemberî Kurdistanê da destpêkirin. Bi konsepta şer re êrîşên li ser Cizîrê û her wiha li ser tewahî Botanê hat girankirin. Dewletê çawa Newroza 1992'an li Cizîrê komkujî pêk anî, êdî gel nas nekir û cerek din dest bi êrîşên qirkirinê kir.

'Em jî wan nasnakin, em ê xwe bi xwe rêve bibin'

Gelê Cizîrê jî li hemberî êrîşên dewletê û polîtîkayên hikumeta AKP'ê ya gav neavêtina ji bo pêvajoya çareseriyê di pêşengiya Meclîsa Gel a Cizîrê de 10 tebaxa 2015'an rêveberiya xweser îlan kir. Meclîsa Gel di daxuyaniya xwe ya îlankirina rêveberiya xweser de bal kişand ser êrîşên dewletê û gotin ku di pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve sala 2013'an de hatî destpêkirin de hikumeta AKP'ê tu gav ji bo çareseriyê neavêtiye. Meclîsa Gel di daxuyaniyê de wiha got: "Ji vê rojê şûnde, em êdî saziyên dewletê re nameşîn. Em dewletê red nakin lê êdî tu peywirdarên dewletê nikare mê rêve bibe. Ji vê rojê şûnde gelê Cizîrê dê bi awayek demokratîk xwe bi xwe rêve bibe. Her wiha li hemberî hemû êrîşan jî gel dê bi pergala parastina cewherî xwe biparêze."

Erdogan: Ew dê hesabê bidin

Li ser îlankirina rêveberiya xweser Serokomar Erdogan daxuyanî da û bi gotina "Ew dê hesabê bidin" gefên komkujiyan xwar. Di nava 20 rojên piştî îlankirina rêveberiya xweser hêzên dewletê êrîşên xwe li ser taxan domandin. Dîsa di van 20 rojan de bi hezaran tîmên taybet sewqî Cizîrê hate kirin û dibistanan hatin bicihkirin. Li ser avahiyên bilind sekvan hatin bicihkirin. Ciwanan jî li taxan bi xendek û barîkatan amedekariyên parastinê kirin. Meclîsa Gel a Cizîrê jî li hemberî amedekariyên hêzên dewletê yên êrîşên qirkirinê, banga berxwedanê li gelê Cizîrê kir.

Sewqiyata bi hezaran leşker, polîs, tîmên taybet û cebilxan ji bo Cizîrê berdewam kir û roja 4'ê îlona 2015'an ji aliyê Walitiya Şirnexê ve li navçeya Cizîrê, 'qedexeya derketina kolanan' hat îlankirin û êrîşên qirkirinê destpê kir.

Sibe: Êrîşên 9 rojan bi parastina cewherî û tilîliyên jinan hatin şikandin

(no/mae)