1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ji Efrîn û Kobaniyê re bi lezgîn derman pêwîs e'
'Ji Efrîn û Kobaniyê re bi lezgîn derman pêwîs e',ji,efrîn,û,kobaniyê,re,bi,lezgîn,derman,pêwîs,e

'Ji Efrîn û Kobaniyê re bi lezgîn derman pêwîs e'

"Berî her tişti pêdivî bi derman, xwarina zarokan heye û xwest her kes bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de be"

A+ A-

10:26 15.09.2013 1 / 2 AMED (DÎHA) - Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), lez dan kampanya ji bo piştevanî û piştgiriya Gelê Rojava. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku berî her tişti pêdivî bi îlac, xwarina zarokan heye û xwest her kes bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de be.

Şerê li Rojava berdewam dike. Ji ber ku deriyên sînor li ser gelê Rojava hatiye girtin û li ser Gelê Rojava ambargo tê meşandin, Gelê Rojava li aliyekî bi çeteyan re şer dike, li aliyê din li dijî nexweşî, birçîbûn û dewletên derve şer dike. Li aliyê din kampanya piştevaniyê ya ji bo Gelê Rojava jî berdewam dike. Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), lez dan kampanya ji bo piştevanî û piştgiriya Gelê Rojava. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku berî her tişti pêdivî bi îlac, xwarina zarokan heye û xwest her kes bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de be. Zumrut, anî ziman ku gelê Efrîn û Kobaniyê di nava zor û zahmetiyên mezin ê tenduristiyê û şer de dijîn û lazim e ku berî her tiştî derman, xwarina zarokan û wiha got: "Peyvira herî mezin dikeve ser wezîrê tenduristiyê. Divê her malbat û kes derman bistîne û ji Gelê Rojava re bişîne. Kî çi ji destê wan tê divê bikin. Me berê jî alîkarî kom kir, lê di derbaskirina deriyê sînor de zahmetî çêbûn. Ji bo astengiyên dîplomatîk ji holê rabin parlamenterê me dê bi Wezîrê Karên derve re hevdîtin bikin."

Zumrut, da zanîn ku pirsgirêk û pêdiviya herî lezgîn û zêde alîkarî û piştevaniya dermanan e û heta deriyê sînor vebe ew dê komkirina dermanan berdewam bikin. Zumrut, xwest welatiyên ku alîkariyê bidin gelê Rojava, alîkariyê teslîmî Rêxistina BDP'ê ya Amedê û Şaredariya Rezan bikin.

(mae)