Ji El Cezîreyê derewa nûçeya deriyê Rabîa
REBÎA - Di malpera înternetê ya beşa Tirkî ya televîzyona El Cezîre de, ku navenda wê li Qatarê ye, pêr nûçeyek hat weşandin ku tê de îddîa dikir kontrola deriyê sînor ê Rabîa yê di navbera Herêma Kurdistana Federal a Iraqê û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên Iraqê ve radestî YPG'ê hatiye kirin. Derket holê ku ev nûçe derew e.
Rayedarên yekîneya pêşmerge ya Lîwa-8 a kontrola sînorê Rabîa dikin nûçe derwandin û anîn ziman ku kontrola deriyê sînor di destê wan de ye. Her wiha destûra derbasbûna ji sînorê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê ku li pêşberî Rabîa ye, nayê dayîn.
Berpirsyarê deriyê sînor ê Til Koçer Siyabend Osman diyar kir ku kontrola deriyê sînor ê Rabîa di destê pêşmergeyan de ye û ji derbasbûna sivîl û bazirganiyê bi temamî hatiye girtin.
Di malpera înternetê ya beşa Tirkî ya televîzyona El Cezîre de di 18'ê Hezîranê de nûçeyek hat weşandin û tê de hat îddîakirin ku artêşa Iraqê kontrola deriyê sînor ê Rabîa yê li ser sînorê Rojava radestî YPG'ê kiriye. Di nûçeyê de hat îddîakirin ku hem aliyê Sûriyeyê hem jî aliyê Iraqê yê sînor di bin kontrola YPG'ê de ye û hêzên pêşmerge li hemberî yekîneyên YPG ketine kozikê.
Li ser vê nûçeya El Cezîre em bi rayedarên pêşmerge yên li deriyê sînor ê Rabîayê û berpirsyarê deriyê sînor ê Til Koçer ku 100 metre li pêşberî Rabîa ye axivîn û rayedaran ev nûçe derewandin.
Rayedarê pêşmergeyan dan xuyakirin ku piştî artêşa Iraqê deriyê sînor ê Rabîa terikandin, ji bo nekeve destê çeteyên DAIŞ'ê Lîwa-8 li vir bicih bûye û diyar kirin ku deriyê sînor ji derbasbûna sivîlan û bazirganiyê hatiye qedexekirin.
Rayedarên biryargeha Lîwa-8 ragihandin ku li hemberî êrîşeke gengaz a xwekujî ya DAIŞ'ê, deriyê sînor ji derbasbûnê hatiye girtin.
Derbasbûna ji Til Koçer qedexe ye
Di navbera deriyê sînor ê Rebîa û Til Koçer de, ji bo derbasbûna wesayîtan bê astengkirin bendên ji beton hatine danîn.
Berpirsyarê deriyê sînor ê Til Koçer ê di bin kontrola YPG'ê de Siyabend Osman nûçeyên hatin weşandin derewand û destnîşan kir ku piştî artêşa Iraqê deriyê sînor ê Rabîa terikandin, kontrol di destê pêşmergeyan de ye.
Osman da zanîn ku deriyê sînor ê Rabîa-Til Koçer gava di destê hêzên artêşa Iraqê de bû vekirî bû û anî ziman ku piştî artêşa Iraqê terikan ev derî ji derbasbûna sivîlan û bazirganiyê hat girtin.
Ji Sêmalka derbasbûna yekalî
Siyabend Osman diyar kir ku ji bilî Rabîa yê deriyê xwe li Rojava vedibe, deriyê sînor ê Sêmalka hînê girtî ye. Osman da zanîn ku li Sêmalka bi tenê ji vegera Rojavayiyên ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve destûr tê dayîn û anî ziman ku ev derî jî ji derbasbûna sivîlan û bazirganiyê girtî ye. Osman destnîşan kir ku ne deriyekî sînor ê navbera Rojava û Başûr ne jî di navbera Rojava û Tirkiye de vekirî nîne.
Dema ku Mûsil ji dest çû leşkerên Iraqê xwe vekişandibûn
Duyemîn mezintirîn bajarê Iraqê Mûsil di 11'ê Hezîranê de ketibû destê DAIŞ'ê. Piştî ku Mûsil ji dest çû, leşkerên ser bi artêşa Iraqê ji herêmê reviyan û xwe ji deriyê sînor ê Rabîa jî kişandin. Leşkerên Iraqê maşînên zirxî û kamyonên leşkerî li Rabîa hiştin û xwe vekişandin herêma Ereb. Piştre kontrola vî deriyê sînor ket destê hêzên pêşmergeyan. Yekîneya Lîwa-8 û hêzên Zeravanî, li vê derê biryargeh danîn û li ser rêya Rabîa-Mûsil û Rabîa-Şengal kontrolê nû yên leşkerî ava kirin.
AHMET SUMBUL