1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Elegezê ji bo Ocalan 11 hezar îmze
Ji Elegezê ji bo Ocalan 11 hezar îmze,ji,elegezê,ji,bo,ocalan,11,hezar,îmze

Ji Elegezê ji bo Ocalan 11 hezar îmze

Di sermaya Elegezê de ji bo Ocalan 11 hezar îmze berhev kirin

A+ A-

HARÛN HÊVÎ Kampanyaya ji Ocalan re Azadî li seranserê cîhanê berdewam dike. Li Ermenîstanê 6 ciwanên ji herêma Elegezê ev nêzî mehekê ye li gel serma û berfa dijwar a zivistanê gund bi gund digerin û heta niha zêdetirê 11 hezar û 300 îmze berhev kirine.

Kampanyaya îmzeyan a ku di qada navneteweyî de ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî –Ji Kurdistanê re aşitî hatiye destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe. Navendek a ku herî zêde îmze lê tên berhevkirin welatê Ermenîstanê ye. Li herêma Elegezê ya bajarê Aqbaranê 6 ciwanên Kurd li gel sermaya dijwar a Ermenîstanê ketin serê rêyan û 11 hezar û 300 îmze ji bo azadiya Ocalan berhev kirin.

Her 6 ciwanên Kurd ên ku ev nêzî mehek û nîv e dest bi xebatên berhevkirina îmzeyan kirine, gund bi gund, mal bi mal li herêma Elegezê digerin û ji gundên Kurdan û Ermeniyan îmze kom dikin. Hejmara îmzeyên ku hatine berhevkirin heta niha 11 hezarî derbas kirine.

SIBÊ ZÛ RADIBIN Û DIKEVIN SER RÊYAN

Ciwanên ku kampanyayê bi rê ve dibin ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku hêviya wan ew e ku îsal Abdullah Ocalan serbest bê berdan û gotin: “Em ji bo vê yekê dixwazin bi berhevkirina îmzeyan piştgiriyê bidin.”

Her şeş ciwan şevê plana xwe dideynin û bi rojê jî gund bi gund digerin. Piştî ku plana xwe dideynin, vedigerin malê û serê sibê zû radibin û dikevin ser rêyan.

Ji ciwanan Îsmalî Mehmûdov derbarê mijarê de got: “Em niha plana xwe dideynin û em ê sibê biçin gundê Ermeniyan ê bi navê Koçekê. Em dixwazin ji bo azadiya Rêberê xwe Birêz Abdullah Ocalan îmze kom bikin.”

JI BO AZADIYA OCALAN DÛA DIKIN

Mehmûdov derbarê nêzîkatiya Ermeniyan ji bo kampanyayê de jî diyar kir ku Ermenî bi awayeke gelek baş nêzî kampanyayê dibin û got: “Hemû kesên ku em dibînin îmze didin. Dema ku îmze didin jî ji bo azadiay Birêz Ocalan dûayan dikin. Dixwazin ku di demek nêzîk de serbest bê berdan û ji bo vê yekê jî kêfxweşiya xwe nîşan didin.”

ERMENÎ GELEKÎ JI OCALAN HEZ DIKIN

Ciwanê bi navê Usob Aloyan jî got: “Gundê ku em ê sibê biçin gundeke Ermeniyan e. Gundeke mezin e. Miletê wê pir baş e. Bi rastî jî em diçûn kîjan gundî em şaş dimînin. Yanî ev qas Ermenî ji Serok hez dikin û ji bo azadiya wî îmze didin. Ji ber girtina Serok xengîniya xwe tînin ziman. Her wiha bi kêfxweşiyeke mezin kampanyayê îmze dikin. Dûayan dikin.” Aloyan da znaîn ku wana heta niha zêdetirê 11 hezar û 300 îmze berhev kirine û got: “Koma me ji 6 kesan pêk tê, em hemû ji Elegezê ne.”

Endama Komîteya Kurdistanê Medya Rêzan diyar kir ku ev ciwan hemû ji gundê Elegezê ne û got: “Her şev tên ofîsê, li hev kom dibin, plana xwe dideynin û sibê zû radibin gund bi gund digerin. Bi rastî jî bi fedekariyeke mezin nêzî vê xebatê dibin. Bêyi ku guh bidin serman û seqemê bê navber gund bi gund digerin û ji bo azadiya Rêber Apo îmze berhev dikin.”