Ji eniya Mexmûrê çend not -Mustafa Delen
MEXMÛR - ANF
Di saetên sibê de em bi mîlîsan re diçin Mexmûrê. Rê bêdengin. Maşîneyên ku em di rê de dibînin jî bi giştî leşker; ya peşmeger yan jî hevalan dibin û tînin. Lê hefteyek berê li van riyan trafîk zêde bû. Nuqteya ku Hewlêr, Mexmûr û Mûsilê digîhîne hev, yanî hêj negihiştiye Dîbega, nuqteyeke dişibe ya kontrolê bala min dikişîne. Ez ji mîlîsê ligel xwe dipirsim; Ev çiye? Mîlîs got ev ‘Deriyê sînore’. Em vê mijarê di wesayîtê de diaxivin. Li gorî wan PDK li gorî xala 140’emîn ji vê erdnîgariyê dest berdaye, ji DAIŞ’ê re hiştiye. Armanc eve ku di navbera xwe û hikûmeta Bexdayê de dîwaran lêbikin. Bi vî awayî dikarin rehetir dewleta xwe ava bikin.
Der barê vê mijarê de mînak û îdiayên ku tê gotin jî mîrov nekarin bavêjin aliyekî. Mîlîsekî 60 salî yê bi tecrube dibêje; Sedema destjêberdana Mûsil, Şengal û Mexmûrê gelo dê wekê din çi be?
Li rêya Dîbega gelek pêşmerge hebûn. Li aliyê rastî û çekê tank jî tê de gelek çekên giran hatine bicihkirin. Mîlîs bi destê xwe ev nîşan da û got; Hê jî dibêjin çekên me yên giran tune ne. Ha ji we re çekên giran. Ha ji we re çek, van bikarbînin, hun li çi sekinîne...”
Piştî em vir derbas dikin, em dikevin nuqteya kontrolê. Ev der jî di destê pêşmergeyên kontrolê de bû. Li vir her du şerîdên rê jî li trafîkê hatine girtin. Ji bo wesayîtan jî ev rawestgeha dawî bû. Ji vir şûnde em dimeşin. Hewa gelek germe. Daneyên meteorolojiyê çibûn nizanim lê, hewa gelek germ bû.
Ciwanên çekdar yên kampê me pêşwazî dikin. Piranî mezunên zanîngehê bû. Di nava wan de yên ku hêj xwendekar bûn hene. Me pirsa ‘Hun li vir çi dikin?’ jê pirsî wan jî bersiva ‘Em li dijî çeteyan şer dikin’, ‘Em ji bo kamp û Mexmûra jêr bigirin, li virin’. Ciwan bi biryar bûn. Hêrsa wan ya li dijî DAIŞ’ê ji çavên wan xuya bû. şehadeta hevala Denîz Firat bandorek mezin li ser wan kiribû. Hemûyan ew ji nêz ve nas dikir. Ji xwe ji nava wan derketibû.
Qada ku em lêbûn xeta parastinê ya dawî bû. Li vir HPG, YJA Star, Hêzên Mîlîs yên Kampê û Peşmger di nava amadekariyek mezin de bûn. Ji bo operasyonek mezin amade bûn.
Ez diçim aliyên ku mîlîsên kampê lê ne. Hinek bi hevalên xwe re sohbetê dikin, hinek çekên xwe paqij dikin û hinek jî bîhna xwe vedidin. Çend kesên nas ber çavên min dikeve. Ez çûm cem wan min rewşa wan pirsî. şaredarê berê yê kampê û berdevkê têkiliyên derve hebû. Rewşa wan ji ruyê wan xuya dikir. Westandî û bê xew bûn. Lê dîsa jî zindî bûn.
Ez dipirsim; Dê ji vir şûnde çi bibe? Şaredarê berê yê kampê Abdullah Tunç bi îfadeyeke biryar got;‘Em kampa xwe ji kesî re nahêlin’.
Şaredarê din Ahmet Ozer jî got: “Ya girîng Mexmura jêrîne. Peşmerge hinek din aktîf bin û bikaribin çekên bikarbînin emê teqez bigirin.
Mîlîsekî ku li milê wî tifinga markaya wê Bruno hebû ji hêzên navneteweyî bi gazin bû. Berteka xwe bi van gotinan tîne ziman “Vana ev çete ji serê me re kirin bela. NY li ku ye? DYA, Rûsya û dewletê YE’yê li ku ne. Çend balafir rakirin zehmet bû? Berdevkê têkiliyên derve yê kampê Huseyîn Çelê got;Hun rewşa me dibînin.
Em zêdetir nekarin pêşde biçin. Çete ji pêş ve top û hewanan davêjin. Li gorî agahiyên mîlîsan dane, sîlsîleya Karaço seranser di bin kontrola Hêzên Berxwedêr yên Mexmurê de bû. Ev hêzên ku gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê jî di nav de bûn li giran bi çekên
Doçka, BKC û Karnas nahêlin çete bikevin kampê.Li vir her tişt bi ruhê kolektîf tê kirin. Hinek li mewziyan, hinek li eniyan hinek di nava lêgerîna lojîstik, hinek hewl didin kareyek girîng ragîhinin cîhanê. Weke ku Denîz Firat kir...
Û rojek şûnde vê ruhê kolektîf qezenc kir.