1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not
Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not,ji,eniya,serêkanî,til,xelef,çend,not

Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not

A+ A-

AHMET SUMBUL - SERÊKANIYÊ - ANF Li Serêkaniyê, piştî ku yekîneyên parastina gel çeteyên El Nûsra ji navçeyê derxist, li gundên Til Xelef, Mişrif, Herdan û Esfer Necar ên 1-2 dûrî navçeyê ne eniyeke şer vebûye. Li vê eniyê, kozikên aliyan car caran 400-500 metre dûrî hev in. Li van kozikan El Nûsra bi roj bi Karnasan û bi şev jî bi hewanan êrîşên tacîzan dikin. Hêzên YPG û gelê çek hilgirtiye, ji van kozikan dem bi dem diavêjin ser kozikên El Nûsra.

Li Rojavayê Kurdistanê, yek ji cihê ku herî zê de lê şer û pevçûn diqewime, navçeya Serêkaniyê ye. Endamên El Nûsra yên par di meha Tîrmehê de di encama berxwedana gel û Yekîneyên Parastina Gel de ji navçeyê hatibûn derxistin, li çar gundên derdora navçeyê bicih bûne.

Koma El Nûsra ya di nav de biyanî jî hene, li hemberî berxwedana gundiyên jin-mêr neçar ma xwe vekişîne û bi piştgiriya hêzên YPG'ê re pêşî li êrîşên nû yên li dijî Serêkaniyê hat girtin.

Em diçin 4 gundên derdora gund ku bi roj bi çeka Karnasê û bi şev jî bi hewanan êrîşên tacîzê tên kirin.

GUNDÎ JI BO AXA XWE BIPARÊZIN LI KOZIKAN E

Navbera kozikên gel û hêzên YPG'ê û endamên El Nûsra car caran kêmî 500 metreyî dimîne.

Li kêleka kozikên aliyê Kurd, gundên hatine valakirin hene. Gundiyan jin û zarokên xwe şandin Serêkaniyê û ji bo parastina axa xwe ev du heftene li vê derê ne.

Em bi gundiyên li kozikan re diaxivin. Piraniya wan bi xwedîkirina heywanan bi cotkariyê re mijûl in. Li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina gundên xwe, li ber xwe didin.

Cihê em lê ne 300 metre dûrî deriyê sînor ê Serêkaniya ser xetê ye. Mal hatine valakirin û li nuqteyên pêş, kozik hatine kolandin.

Em bi gundiyên li kozikan re diaxivin; "Em li benda fermanê ne ji bo pêş ve biçin. Ev çete ji bo me ne girîng in. Hemû çeteyên bi pere ne. Em dixwazin bi pêş ve biçin û wan ji wê derê xalî bikin. Lê belê YPG timî ji me re dibêje 'li cihê xwe bimînin, cihê biparêzin' û me disekinîne. Em li benda fermana wan e."

JI BO EL NÛSRA ÇIMA EV DER GIRÎNG E?

Em li nêzî gundê Keşto yê di destê YPG'ê de ye û li pêşberî Deriyê Sînor ê Serêkaniyê ye.

Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Mala Mamosteyan, ji vir ve baş tê dîtin.

Têkiliya El Nûsra ya bi Tirkiyê re Deriyê Sînor ê Serêkaniyê ye, lewma giraniyê dide vê derê.

Gundî diyar dikin ku wan El Nûsra ji Serêkaniyê derxistine, lê li herêmên Til Xelef û Esfer Necarê bicih bûne û dibêjin, "Di nava rojê de gelek caran bi çeka sûîkastê bi Karnasê êrîş dikin. Dema roj tarî dibe, dibe şev jî bi hewanan êrîş dikin. Beriya niha bi Karnas êrîşî wesaîteke me kirin lê lênedan. Duh êvarê li nêzî gundê Keşto pevçûneke giran derket. Lê niha bêdeng e. " (Dibêjin, rojek piştî veqetîna ji herêma Serêkanî-Til Xelef, di encama sûîkasta bi Karnas de gundiyek jiyana xwe ji dest dide)

Gundî radigihînin ku çeteyan hefteya derbasbûyî du tank anînê Til Xelef û ji vê derê dest bi êrîşan kirine û tînin ziman ku tank ji aliyê El Nûsra ve hatine kirêkirin û piştî guleyên wan qediyane, ew her du tank vegerandine.

ŞÊNIYÊN SERÊKANIYÊ: MEH SAL JÎ DERBAS BIBIN EMÊ DEST JI KOZIKÊN XWE BERNEDIN

Em şahidiyê ji êrîşên bi karnasan ên endamên El Nûsra dikin ku li cihê daristanî Û malên vala yên li gundên Til Xelef û Esfer Necarê bicih bûne.

Gundiyên li kozikan dibêjin, çete bi Karnasan êrîşî gundiyên ji bo avdana beçxeyên bi roj derdikevin derve dikin û heta niha çend kes birîndar bûne.

Em bi gundiyekî bi navê Kasim Mûhammed ê li kozikê re diaxivin. Ev 15 roj in nobedê digire û dibêje; "Meh, sal jî derbas bibin emê dest ji van kozikan bernedin. Ev gundê me ye û emê neterikînin. Em bi tenê gundê xwe diparêzin. Li pêşberî me Esfer Necar, Herdan, Mişrif, Til Xelef ên çete lê bicih bûne hene. Gundiyên li vê derê ji gund derxistine û li wir bicih bûne.

Li hemberî êrîşan me jin û zarokên xwe şandin Serêkaniyê. Gundiyan rahiştin çekan û dûre jî yekîneyên YPG'ê jî hatin alî me.

Bi roj em di kozikên xwe de ne, ji dijberên me bi çekên sûîkastê êrîş tên kirin. Êvarê jî ji dûr ve bi Doçka, Şerka û Hewanan êrîş dikin. Berê tankên wan hebû, bi wan êrîş dikirin. Lê niha bi van çekan êrîş dikin. Nikarin xwe nêzî me bikin. Car caran em jî diavêjin ser wan û darbeyê li wan dixin. Emê çeteyan ji wê derê derxînin. Heta dilopa dawî ya xwîna me, heta ferdê dawî emê li vir bimînin û vê derê biparêzin."