Ji eniyên berxwedanê salvegera şoreşê hate salvkirin
KOBANÊ -Şervanên YPG/YPJ'ê û endamên hêzên Asayîşê duyemîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelê Rojava pîroz kirin û soza berdewama riya tekoşerên azadiyê û parastina herêma Kobanê, dûbare kirin.
Di hevpeyvîneke ANHA'yê ya derbarê şoreşa 19'ê Tîrmehê de şervanê YPG'ê yê li eniya rojavayê herêma Kobanê Baran Zagros hevalên xwe, gelê Kobanê û Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.
Baran di hevpeyvînê de wiha dibêje: "Çeteyên DAIŞ'ê di 19'ê Tîrmeha 2013'an de êrîşî herêma Kobanê kirin. Îro salek li ser van êrîşan temam dibe. Çeteyan gelê herêmê tehdîd dikirin ku wê di 19'ê Tîrmeha 2014'an de derbasî Kobanê bibin, lê bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê û gelê herêmê hemû plan û armancên wan vala derketin.
Li aliyekî din şervanên bi navên Berfîn Çiya û Tajîn Rojava di duyemîn salvegera şoreşê de, 19'ê Tîrmehê li gelê Kurd, tekoşerên azadî û rûmetê, dost û hevalên li rex wan şerê parastina xaka welat dikin, pîroz kirin.
Li eniyên parastinê endamên Asayîşê ku li ser bangê tevlî seferberiyê bûne û li rex şervanên YPG/YPJ'ê li eniyên şer parastina herêma xwe dikin, hene. Endamê Asayîşê Bekrî Kobanê derbarê salvegera şoreşê de wiha anî ziman: "Wekî hêzên Asayîşê ji bilî peywira me ya parastina hundirîn a herêmê, em li rex xuşk û birayên xwe yên YPG/YPJ'ê li çeperên berxwedanê şerê parastina rûmetê dikin."
Bekrî duyemîn salvegera şoreşê li gelê Rojava û tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Bekrî soza xwe ya parastina destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê û dewamkirinê riya tekşerên azadiyên dûbare kir.
(he)