1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Ewropayê cihû û xaçparêz jî tevlî DAIŞê bûne
Ji Ewropayê cihû û xaçparêz jî tevlî DAIŞê bûne,ji,ewropayê,cihû,û,xaçparêz,jî,tevlî,daişê,bûne

Ji Ewropayê cihû û xaçparêz jî tevlî DAIŞê bûne

A+ A-

Li gor nûçeyeka Associated Press ya îroj, keçeka yahûdî li biniya 18 saliya xwe ku yek ji bi sedan keçan e, di van 18 mehên dawîn de ji Fransayê çûne Sûriyê ji bo cîhadê, bi heman armancî çûye Sûriyê.

Mirovekî îstixbaratê bi şertê ku navê wî/ê neyê aşkerekirin da zanîn ku gelek keç û jinên ciwan ên mîna van ji her cureyên civaka Fransayê tevlî DAÎŞê dibin.

Di nav wan de kur, bav û kal hene ku ji welatên musluman hatine û keçek yahûdî. Pirê van çûyînan, ne ji nişka ve û ji ber xwe ve ne, lê di encama têkilî û birêxistinkirinên cîhadiyan yên gelek mehên dirêj diçin, dibêje nûçeya Associated Pressç´ê. Her wiha parêzerên malbatan û mirovê îstixbaratê dibêjin ciwanên di nav lêgerîna kesayetî û nasnameyekê de ne qanî dikin û wan dişînin. Keçên ciwan ên dişînin jî, beriya her tiştî dikin jin ji xwe re û yan jî dikin xizmetkarên malê û didin ber xwedîkirina zarokên cîhadiyan.

Li gor pêşniyazqanûnekê ku li parlamentoya Fransayê hat nîqaşkirin, kesên diçine şerê cîhadê dê mîna ”terorîst” bêne dîtin û di vegera xwe ya Fransayê de, bêne girtin. Lê hin malbat li dijî vê pêşniyazê derdikevin, lewra dibêjin ku hin ciwan ne bi daxwaza xwe lê bi zorê û xapandinê hatine şandin.

http://fr.awdnews.com/politique/5656-france-une-jeune-juive-rejoint-les-takfiristes-en-syrie.html

Werger: Amîda Kurd