1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji girtiyê PJAK'î agahî nayê girtin
Ji girtiyê PJAK'î agahî nayê girtin,ji,girtiyê,pjak,î,agahî,nayê,girtin

Ji girtiyê PJAK'î agahî nayê girtin

Malbata endamê PJAK'ê Alî Huseyin Ondil ku li girtîgeha Urmiyê ye ji jiyana kurê xwe bi fikar in

A+ A-

BİLAL GÜLDEM Malbata endamê PJAK'ê Alî Huseyin Ondil ku li girtîgeha Urmiyî ye diyar kirin ku ew ji jiyana kurê xwe bi fikar in. Malbata Ondil, bang li sazî û komeleyên mafên mirovan ên tevahî kirin û alîkarî xwest.

Li Îranê zext û zordariyên li ser girtiyan berdewam dike. Li girtîgeha Urmuyeyê endamê PJAK'ê Alî Huseyin Ondil (24) agahî jê nayê girtin. Malbata Ondîl, anî ziman ku wan 10 roj berê bi kurê xwe re hevdîtin kirin û piştî ew birin koxuşê êdî agahiyê jê nagirin. Dodmama Ondîl Ozlem Ondîl, anî ziman ku rayedarên girtîgehê girtiyan ceza dikin û ew bi fikarin ku tiştek bi serê kurê wan de bê. Dodmam Ondîl, anî ziman ku 10 rojin agahiyê jê nagirin û wiha got: "Em ditirsin ku wî bi darve bikin. Em êdî naxwazin di nava tirsê de bijîn. 4 salin li Îranê girtî ye. Em bang li hemû sazî û parazvanên mafên mirovan yên Tirkiye û navneeweyî dikin û dixwazin li hemberî vê rewşê alîkariya hiqûqî bidin me.

'Dibe ku niha bi darvekiribin'

Ondil, anî ziman ku ew niha agahiyê ji Huseyîn Ondîl nagirin û dibe ku niha darvekiribin jî û wiha got: "Îran ne Tirkiye ye. Em çend rojin agahiyê jê nagirin. Dayika wê dê 2 roj şûnde biçe dîtina wî. Dibe ku heta wê demê darve bikin jî. Em nikarin tiştekî jî bikin. Em bang li parazvanên mafên mirovan dikin û alîkariyê dixwazin."

(mae)