1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji girtiyên siyasî ji bo Demirtaş piştgiriyek watedar
Ji girtiyên siyasî ji bo Demirtaş piştgiriyek watedar,ji,girtiyên,siyasî,ji,bo,demirtaş,piştgiriyek,watedar

Ji girtiyên siyasî ji bo Demirtaş piştgiriyek watedar

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Li gel hemû bê derfetiyên xwe, girtiyên siyasî ên ji doza PKK û MLKP'ê di navbera xwe 250 TL pere berhev kirin û razandin ser hesaba namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.

Hesteyariya girtiyên siyasî ya li hemberê geşedanên siyasî ku di nav şert û mercên giran û bê derfetiyan de jiyana xwe didomînin berdewam dike. Girtiyên siyasî ku beriya niha ji bo Rojava, erdhejên Wan û Marmarayê qampanyayên aborî meşandibûn û ji bo ku mudaxeleyên geşedanên siyasî bikin bedenên xwe ji birçîbûnê re razandibûn vê carê jî mudaxilê hilbijartinên serokomariyê bûn. Girtiyên ji doza PKK û MLKP'ê ên ku di Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklara Îzmîrê de tên girtin, li gel bê derfetiyên xwe ji lêçûyinên xwe birîn û ji bo ku piştgirî bidin qampanyaya namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di navbera xwe 250 TL pere berhevkirin. Girtiyan ku pere razandin ser hesaba Demîrtaş, derbarê piştgiriyê de ji DÎHA'yê re name şandin û dest nîşankirin ku ew namzetiya Demîrtaş ya ji bo serokomariyê ji bo gelên bindest girîng û wekî firsendekî dibînin.

Girtiyan di nameya xwe de gotina "Em wekî girtiyên PKK û MLKP'î di hilbijartinên serokomariyê de piştgirî didîn Demîrtaş" bikaranîna û wiha domandin: "Kombûna hemû gelên bindest û gelên Tirkiyeyê ya li dora Demîrtaş, ji bo avakirina Tirkiye û Kurdistana azad peyvirek girîng e. Divê ev şans û derfet baş bê bi karanîn û em bikaribin Tirkiyeyekî demokratîk hîn nêziktir bikin. Lewma em ji bo vê yekê bang li hemû kesî dikin ku piştgirî bidin qampanyaya hilbijartinên serokomariyê."

Girtiyan di berdewama nameya xwe de jî ev tişt parve kirin: "Hêvî dikin ku hemû gelên bindest ji bo ku ev qampanya bi ser dikeve bi can û rih bi xebitin. Bi vê mabestê her çiqas ku em nikarin yek bi yek di vê qampanyayê de cîh bigirin û bi xebitin jî em bi aweyek sembolîk 250 TL'yê ku me di navbera xwe de komkiriye ji hesabê Demîrtaş re razînin. Em hemû gel û dostên xwe ku di vê qampanyayê de piştgirî didin Demîrtaş slav dikin û serkeftina wan dixwazin."

(kk/lg)