1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji gundê Dengbêj Karabêtê Xaço ji bo gelê Rojava alîkarî
Ji gundê Dengbêj Karabêtê Xaço ji bo gelê Rojava alîkarî,ji,gundê,dengbêj,karabêtê,xaço,ji,bo,gelê,rojava,alîkarî

Ji gundê Dengbêj Karabêtê Xaço ji bo gelê Rojava alîkarî

A+ A-

Ji gundê Dengbêj Karabêtê Xaço Bileyder ê girêdayî navenda Êlihê, ji bo gelê Rojava alîkariyek gelek bi wate kirin. Li gund 50 telîsên ard hatin komkirin.

Li heremê her ku diçe ji bo gelê Rojava kampanya alîkariyê berfireh dibe. Çend rojin li hemû bajar û navçeyên heremê kampanya alîkariya hatiye destpêkirin li gundan jî belav dibe. Di çarçovya kampanyayê de civandina alîkariyê di nava gel de dibe xwedî hişmendî. Yek ji van gundan jî li gundê Denbêjê nemir Karabêtê Xaço Bileyder ê girêdayî navenda Êlihê ye. Li gundê Bileyderê ji bo gelê Rojava alîkarî hat komkirin. Ev alîkarî ji bo gund û gelê Êlihê bû mînaka yekemîn. Di nava alîkariyê de desteka 30 malbatan heye û bi tevahî 50 telîsên arvan hatin komkirin. Gundiyan piştî ku alîkarî gihand hev birin aşê û hêrandin û kirin ard. Ji bo alîkariyê Serokê Komela Alîkarî û Piştevaniyê ya gundê Bileyder Behcet Gonul ji bo gundiyan pêşengî dike. Gonul, diyar kir ku ew gundiyên Bileyder û Komelê ji bo gelê Rojava alîkarî civandine. Gonul, anî ziman alîkariya wan ji genim pêk te û gundiyên dilxwaz alîkariya xwe civindine û wan wî genimî anîne aş û dikin ard. Gonul, da zanîn ku dê ew alîkariya xwe teslîmî Sendîqeya Petrol-Îş’ê bikin û wiha got: “Ez dixwazim dengê min here hemû gelê me ku demek bav û kalê çûn Rojava û gelê wir xwedî li me derket. Bila gelê me ye vir wan rojan ji bîr nekin. Ew çawa xwedî li me derketin pêwîste em jî bi hemû dilxwazî û nêzakatiyê li wan xwedî derbikevin. Ev alîkarî xîreta mezin e û roja xwedî derketiniyê. Ji kî çi qediya bila alîkariya xwe bikin.

Piştî ku ard li aşê hate hêrandin teslîmî Petrol-Îş'ê hate kirin.

(bg/mae)