1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji HDK´ê diyarî ji bo zarokên kuştî
Ji HDK´ê diyarî ji bo zarokên kuştî,ji,hdk,ê,diyarî,ji,bo,zarokên,kuştî

Ji HDK´ê diyarî ji bo zarokên kuştî

HDK dê mîtînga 1'ê Îlonê ya Edeneyê diyarî zarokên kuştî bike

A+ A-

Di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de dê li Edeneyê bi 10 hezaran mirov kom bibin û li dijî kuştina 561 zarokên di 24 salên dawî de pêk hat, dengê xwe bilind bikin. HDK'ê ji bo mîtînga Edeneyê dest bi xebatan kir. Nê nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Osmaniye, Mêrsîen, Hatay û navçeyên derdorê jî beşdarî mîtîngê bibin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo bîranîna 561 zarokên ku di 24 salên dawî de hatin qetilkirin dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de mîtîngek mezin pêk bîne. Li ser banga HDK'ê dê sazî û partiyên siyasî yên BDP, ESP, EMEP, KESK, DÎSK TMMOB, ÎHD, NÇM, Komeleyên malbatên girtiyan û komeleyên elewiyan gelek saziyên din piştgiriyê bidin. Mîtîng dê bi beşdariya 18 partî û saziyên sivîl ên civakî pêk bê. Mîtîng dê bi banga "Hemû kesên alîgirên aştî biratiyê ne, li dijî destdirêjiya hêzên emperyalîst a li Rojhilata Navîn li dijî şerê Sûriyê û çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk dakevin qadan" pêk bê. Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Guven Boga, der barê xebat û amadekariyên mîtîngê de agahî dan û wiha got: "Em dê bi tevlêbûn û piştgiriya 18 partî û saziyên sivîl ên civakî di 1'ê Îlona 2012'an de roja şemiyê saet di 17.00'an de li Şanoya Hewaya Vekirî ya Mimar Sinanê mîtîngek mezin pêk bînin."

Em dê Mazlum Akay û hemû zarokan bibîr bînin

Boga, destnîşan kir ku ew dê 561 zarokên ku ji sala 1988'an heta niha di 24 salên dawî de hatine qetilkirin bi bîr bînin û mîtîngê diyarî wan bikin. Boka, da zanîn ku ji ber şer herî zêde zarok tên kuştin û di şerê heyî de herî kêm 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Di 24 salan de 561 zarok hatin qetilkirin. Herî dawî zarokê 11 salî Mazlum Akay bi bomeya gazê ya polîesan hate qetilkirin. Dê ji bajar û navçeyên Hatay, Îskenderun, Osmaniye, Tarsus û Mersinê hemû aştîxwaz û demokrat beşdari vê mîtîngê bibin. Ev mîtîng dê li dijî kuştina zarokan pêk bê. Em wekî HDK'ê bang li hemû saziyan dikin ku li dijî kuştin û şer rawestin û dengê aştiyê bilind bikin."

'Em li benda 10 hezaran in'

Boga, da zanîn ku ew li benda hemû kesên aştî, azadî, demokrasiyê dixwazin beşdar bibin e û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Ev mîtînga 1'ê Îlonê dê bibe mîtînga çareseriya pirsgirêka kurd a aştî û demokratîk. Dê bibe daxwaza dawîlêhatina kuştina zarokan. Dê bibe daxwaza elewî û baweriyên din. Hemû kesên ku mafê xwe dixwazin divê bên li vir dengê xwe bilind bikin. Em li bendê ne ku bi 10 hezaran mirov bên li vir ji bo daxwazên xwe biqîrin. Em dê li dijî polîtîkayên AKP'ê degnê xwe bilind bikin."

561 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Hin zarokên ku di nava 561 zarokan de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: "Mazlum Akay, Baran Ozyolcu, Osman Erbaş, Ugur Kaymaz, Seyît Encu, Ozcan Uysal, M.Alî Tosun, Yuksel Urek, Salih Urek, Nadîr Alma, Mehmet Encu, Nevzat Encu, Hamza Encu, Şervan Encu, Cemal Encu, Osman Encu, Şıvan Encu, Bilal Encu, Mahsum Encu, Salih Encu, Hakî Encu, Serhat Encu, Adem And, Savaş Encu, Çetin Encu, Selahattin Encu, Bedran Encu, Huseyin Encu, Aslan Encu, Cevat Encu, Erkan Encu, Selman Encu, Zeydin Encu, Orhan Encu, Fadil Encu, Vedat Encu, Cîhan Encu, Fîkret Encu, Husnu Encu, Erkan Encu, Kenan Oguz, Denîz Oguz, Cansu Oguz, Berîvan Kara, Hayrettîn Oner, Omer Beştaş, Fehîme Guler, Zîlan Demîr, Şîlan Demîr, Mizgîn Demîr, Evîn Dîlan Demîr, Nazan Çetînkaya, Nazli Çetinkaya, Abdullah Çetînkaya, Hasan Marangoz, Mahsun Mizrak, Abdullah Duran, Enes Ata, Îsmaîl Erkek, Fatîh Tekîn, Ahmet Araç, Emrah Fîdan, Mizgîn Ozbek, Yahya Menekşe, Abdulsamet Erîp, Maziye Aslan, Hakan Uluç, Caziye Olmez, Ceylan Onkol, Îbrahim Atabay, Mehmet Uytun, Diren Basan, Canan Saldik, Enver Turan, Ahmet Emre Umut, Furkan Akçil..."

(mae)