1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji her 4 zarokên têne Sinetkirin, yek dimire
Ji her 4 zarokên têne Sinetkirin, yek dimire,ji,her,4,zarokên,têne,sinetkirin,yek,dimire

Ji her 4 zarokên têne Sinetkirin, yek dimire

A+ A-

GELAWÊJ EWRÎN/ROJ NEWS

Îro roja tekoşîna bi Sinetkirina jinan li seranserî cihanê ye. Rêxistina tendurustiya cihanê dibêje ku di sernaserî cihanê ji Afrîqa heta Asya û heta li Ewrûpa 140 mîlyon jin hatine sinetkirin. Li 28 welatên Afrîqayî, Iraq û başûrê Kurdistanê, Îran, Serîlanka, Sengapûr, Maleziya, Endunezya, Filîpîn, welatên Korfêzê, Erebistan, Hindustan, Pakistan li Asyayê ji wan welatane ku jin tê de têne sinetkirin.

Li welatê Almanya jî heta niha 30 hezar jin hatine sinetkirin û 5 hezarên din jî di bin vê xetereyê de ne.

Ji her çar jina ku tê sinetkirin, yek ji wan dimire. Yek ji wan jinan jî Sehîl Elbetî ya 13 salî bû ku havîna bihorî li Misirê dema ku dihate sinetkirina jiyana xwe ji dest da.

Ji bo cara yekemîn di dîroka Misirê de, duktorê ku ev kar kiriye hate dadgehîkirin û du sal û sê meh cezayê girtinê jê re hate dayîn. Wê Kilînka vê duktorê bi qasî salekî were girtin. Bavê Sehîl jî ku keça xwe ji bo emeliyatê biriye Kilînkê jî cezayê sê salan girtîgehê jê re hate dayîn.

Roja cihanî ya tekoşîna bi Sinetkirinê re

Ji bo tekoşîna bi vê kiryara dij mirovahiyê re, roja 6’ê Sibatê ango îro wek roja tekoşîna bi Sinetkirina jinan re hatiye diyarkirin.

Sinetkirina jinan ji bo pêşîgirtin ji her cure têkîliyên cinsî pêk tê û ji sedî 15 kesên ku têne sinetkirin jî jiyana xwe ji dest didin. Herî zêde jî li welatên wek Erître, Cîbotî û Somaliyê pêk tê.

Sinetkirina jinan li Îranê

Jina bi navê Rayihe Muzeferiyan di sala 2013’an de der barê encama lêkolînên xwe yên li ser Sinetkirina jinan li Îranê pirtûkek bi nav ‘Jîlet û Kevneşopî’ belav kir. Ev pirtûk di dema serokkomariya Ehmedînijad de mafê çapkirinê wernegirt lê belê di Vebsaytan de hate belavkirin. Niha wezareta Irşad ya dewleta Rûhanî destûra weşanê daye vê pirtûkê û biryare roja 6’ê Sibatê ango roja cihanî ya tekoşîna bi Sinetkirinê re were belavkirin.

Muzeferiyan dibêje ku ev pirtûk di encama lêpirsîna bi 4000 jinên di navbera 15 heta 49 salî de ye ku di bajarên Cezîreya Qişm, Îlam, Kirmanşan, Sine û başûrê Azerbaycana rojava bûye. encama van lêkolînan nîşan dide ku zêdetirî sinetkirinan li Cezîreya Qişmê pêk tê ku dikeve başûrê Îranê. Ji sedî 83’ê van jinên ku hatine sinetkirin, pirs ji wan hatiye pirsîn û ji sedî 60’ê wan diyarkirine ku ewê vî karî li ser keçên xwe jî pêkbînin.

Li herêmên rojhilatê Kurdistanê ev hêjmar di navbera ji sedî 50 heta 70 ye. lê Rayihê Muzeferiyan diyar dike ku li Kurdistanê herêm bi herêm ferq dike. Dibe ku li gundekî sunetkirin hebe lê 5 kîlometran li gundeke jêrtir jî dibe ku tiştek wusa nebe. Ji bo wê jî mirov nikare hêjmaran der barê Kurdistanê de baş û rast bêje.

Rayihê Muzeferiyan dibêje ku ew bawer dike ku li hemû Eyaleta Hormozganê jin têne sunetkirin. Lê der barê hinek herêmên Îranê de dibêje ku rewş cudatire ji ber ku ihtimala wê heye ku ev kar li başûrê eyaleta Fars, herêmên başûrê eyaleta Kiramanê, hinek herêmên Bûşehir, Sîstan û Belûcistanê û di nava Turkmenên Gulistanê ku dikeve bakûrê Îranê jî jin têne sunetkirin.

Fetvayên melayên Îranê

Rayihe Muzeferiyan di dirêjahiya lêkolînên xwe de li ser sunetkirina jinan diyar dike ku ew çûye gel hinek melayan. Di nava van de Ayetullah Sîstanî sunetkirina jinan rewa dibîne lê piştî êrîşa DAIŞ’ê bo ser Iraq û belavkirina fetvayên sinetkirina jinan ji aliyê van çeteyan ve, Sîstanî fetvaya xwe guherandiye û wek sûcekî binav kiriye.

Piştî çend salan û bi hişyariyên der barê zirarên Sunetkirinê de Rêberê Rûhanî yê Îranê, Elî Xaminêyî di sîteya xwe de wuha dibêje: “Ji ber ku Sunetkirina jinan urfekî civakî nîne û gelek mijarên din jî hene ku ne çand û urfa civakê ne û bi demê re bêwate dibin, pêwîste êdî Sunetkirin nebe.”

Di bersiva pirsa ku ger mêrek ji hevjîna xwe bixwaze ku jin xwe sinet bike, wê çawa bibe, de jî tê gotin: “Ger ziyan û pirsgirêkek ji bo jinê dernaxe divê guh bide axaftina hevjînê xwe!”

Qanûn çi dibêje?

Li gor maddeya 663’an a qanûna cezaya îslamî ya Îranê jina ku tê sinetkirin, dikare ji wê kesê ku ew sinet kiriye, şikayet bike. Lê belê Muzeferiyan diyar dike ku derfeteke bi vî rengî tineye ji ber jinên ku têne Sunetkirin hemû bin 18 saliyê de ne û ji bo pêşkêşkirina şikayetê divê heta 18 saliyê li bendê bimînin. Paşê yan ji Dê û Bavê xwe şikayet bikin yan jî ji ew mamana ku gelek caran jî mirovê wan yê nêze. Ji bo vê jî ticaran nikare şikayet bike.

Li başûrê Kurdistanê 10 sale ku tekoşîna bi Sinetkirina jinan dest pêkiriye. Li gor Muzeferiyan avabûna sazî û dezgehên sivîl ji destpêka avakirina xwe de dest bi lêkolînan kirine.

Hewildan di vî alî de bûye sedem ku nîşan bidin Sunetkirin di Quranê de nîne û nehatiye. Ji ber ku ev kar di bin navê ol de têkirin. Ev hewildan çend sal berê encam girt û pêşnûmeyek di der barê qedexekirina Sunetkirinê de pêşkêşî parlamentoya herêma Kurdistanê hatkirin û hat qebûlkirin.

Rayihe Muzeferiyan serkeftina herêma Kurdistanê di tekoşîna bi Sunetkirinê re di Asyayê de bêmînak dibîne û diyar dike ku ev yek bû sedem ku bala Rêxistinên cihanê ku piranî li ser Afrîqa bû, vegere ser parzemîna Asyayê.

Sunetkirina jinan li gor danasîneke zanistî, kiryareke ku jinan seqet dike û bi Sunetkirina mêran re ferq dike û nabe ku ji bo vê kiryarê, peyva Sunetkirin were bikaranîn.

Saziya Tendurustiya cihanê diyar dike ku ev kiryar jinan seqet dike û ji bo wê jî mirov dikare bêje ku li seranserî cihanê 140 mîlyon jin bidestê dayik û bavên xwe têne seqetkirin.

ÇAVKANÎ: BBC’YA FARSÎ