´Ji her demê zêdetir, şanoya gel, şanoya şoreşger´
TEV-ÇAND:Ji her demê zêdetir, şanoya gel, şanoya şoreşger
TEV-ÇAND’ê bi wesîleya 27’ê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got hemû krîza di qadên hunerê de û qada şanoyê de dê bi ‘şoreşa enteluektuel’ bê çareser kirin. di daxuyaniyê hate gotin ji her demê zêdetir şanoya gel, şanoya şoreşger.
Bi îmzeya Akademiya TEV-ÇAND’ê – Şanoya Çiya daxuyanî hat dayîn û her wiha şanoger Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) k udi roja Şanoya Cîhanê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Heval Yekta di 27’ê Adara 2004’an de li Halebê j ibo tecrîsa li ser gelê Rojava û seroktaiyê protesto bike bedena xwe da ber agir. Şehîd Yekta ku îfadeya hunera ku girêdayê gel û xwe feda kiriye, di 27’ê Adarê de bi vê çalkiya xwe bûye sembola xeta şoreşa faliyetÊn çand û hunerê. Tevgera Çanda kurd û şanoger peywira wan a sereke eve ku heval Yekta fêm bikin û bidin fêm kirin.
Di daxuyaniyê de li ser girîngiya şanoyê hate rawestandin û hat gotin ku wekê di hemû huneran de di şanoyê de jî nêzîkariya çandî esase û divê şanoya kurd li gorî çanda kurd be. KRÎZA DI HUNERÊ DE DIVÊ BI ŞOREŞA ENTELEKTUEL BÊ ÇARESERKIRIN Di daxuayniyê de balkişandin ser krîza di qada hunerê de û got: Ez krîza zîhniyetê ye. di qada çandî de krîzek kur pêk tê. Ev krîz ancax bi ‘şoreşa entelektuel’ dê çareser bibe. Ji ber vê yekê divê şano li hemû qadên civakê, dibistan û dergehan de hebe. Ji bo pêşbirina şanoyê ya li Kurdistanê û rêxistin kirinê peywir dikeve ser milê me. ŞANO CIVAKIYE TEV-ÇAND’ê da zanîn ew hewl didin kul i Kurdistanê tekeleke hunerê ava bikin û got: “ Şano civakiye. Hemû tiştên civakî ahlaqî û polîtîkin. Şano ji bo civakê ya baş dike. lê îro di şanoyê de pirsgirêka ahlaqê derketiye holê. ji berk u şano ji destê civakê hatiye girtin. Şanoya demokratîk divê li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst, civaka demokratîk bi parêze. Şano polîtîke. Şano ji bo civakê; çalakiya demokratîkbûn û wekheviyê ye. LI DIJÎ QIRKIRINÊ ÇANDA HERÊMÎ Û KEVNEŞOPIYÊ Her wiha hate diyar kirin ku li dijî populerkirina û modernîteya kapîtaslî ya ku şanoyê ji ber çav de dixîne, divê bi çanda kevneşopî û çavkaniyên devkî yên Rojhilata Navîn re Şanda kurd têkiliyeke mezin bê danîn û wê demê e vli dijî faliyetên qikirinê têk naçe. Ji bo zindîkirin çandan û ji hestên gel re bibe bersiv ancax di vê esasê de pêk were. HUNERA KU ZÎHNIYETA MÊR TEŞÎR NEKE JI PERGALÊ DERNAYÊ TEV-ÇAND’ê balkişan ser girîniya zihniyeta mêr ya feraseta hunera alternatîf de û got: “di hunerê de heta ku teşîra desthilatdariyê û serdestiyê neyê kirin, nekare bi çandê re têkiliye baş bê danîn. Şanoyeke ku çanda kurd nasnameya kurd û têkoşîna jinê rast nede nasîn, ji pergalê dernayê. Ji ber çanda me bi pêşengiya jinê hatiye. Desthilatdariyê, zihniyeta mêr esas nagire.”