Ji Herêma Federal a Kurdistanê heyete derbasî Kobanê bû
RIHA (DÎHA) - Heyeta ji Herêma Federal a Kurdistanê hatî bi 12 kamyon alîkariyên bi xwe re anîn ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bûn.
Heyetek ji Herêma Federal a Kurdistanê bi 12 kamyonên alîkariyê hat û ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bû. Wekîlê PDK'ê Êlî Ado, Serokê Saziya Xêrxwaziya Berzanî Şex Ezîz û xebatkarên çapemeniyê yên ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin bi alîkariyên bi xwe re anîn derbasî Kobanê bûn. Endamên heyetê demekê li dersiyê sînor ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û piştî hevdîtina bi rayedaran de sînor derbas kirin.
Heyeta CHP'ê li Murşîtpinarê ye
Heyeta CHP'ê ya duh hatî Pirsusê piştî hevdîtinan hatin deriyê sînor û lêkolîn kirin. Heyeta CHP'ê ya ji Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba, Wekîlê Muglayê Nurettîn Demîr û Şaredarê Şîşliyê Hayîr Înonu pêk tê li deriyê sînor lêkolîn kirin û pişt re ji herêmê veqetiyan.
(bd)