1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji hevkariya AKP û DAIŞ'ê re mînakek nû!
Ji hevkariya AKP û DAIŞ'ê re mînakek nû!,ji,hevkariya,akp,û,daiş,ê,re,mînakek,nû

Ji hevkariya AKP û DAIŞ'ê re mînakek nû!

A+ A-

SELMAN ÇÎÇEK

WAN (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê ku bi piştgiriya lojîstîk a dide çeteyên DAÎŞ'ê di rojeva cîhanê de ye, çavên xwe li tora tevlêkirina endaman a DAIŞ'ê re jî girtiye. Çeteyên DAIŞ'ê bi riya medyaya civakî û malperên înternetê ciwanan arasteyî "Pirtûkxaneyên Tevhîd" dike û bi vî awayî wan tev li DAIŞ'ê dike. Her wiha bi riya "Kovara Tevhîd" jî propagandaya rêxistinê tê kirin. Kesê ku bi nivîsan alîkariya DAIŞ'ê dike yê herî berbiçav jî Halîs Bayancuk ê bi kodnavê Ebu Hanzala jî di operasyona meha çile de hatiye binçavkirin û demek li Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatiye girtin.

Hikûmeta AKP'ê ku bi boneya sicîla xwe ya têkildarî zordariya li ser azadiya çapemeniyê di nav 190 welatan de, di rêza 134'emîn de ye, hemû rojnamegerên mûxalîf di bin çewsan de dihêle. Lê heman hikûmeta AKP'ê li hemberî çapemeniya DAIŞ'ê bêdeng e. Hikûmeta AKP'ê di dîroka xwe ya 12 salî de bi sedan doz li çapemeniya azad vekir û bi dehan xebatkarên wê darizandin û avêtin girtîgehan. Cardin gelek nivîskarên tirk ên mûhalîf ji cihên lê dixebitin da avêtin û gelek doz li çapemeniya çepgir jî vekir. Bes AKP niha li hemberî pirtûkxane, malperên înternetê û kovarê endaman ji DAIŞ'ê re kom dikin, bêdeng e û bi vî awayî piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ'ê didomîne. Di weşanên DAIŞ'ê de heqaret li gelê kurd û nirxên civakên cuda tên kirin û komkujiyên li hemberî kurdan di van malperên înternetê de tên weşandin. Bi hinceta, "Ramazan azadiyê" ev hovitiya li hemberî gelê kurd hatî kirin, ji hêla AKP'ê ve bi vî awayî tê rewakirin.

Li pirtûkxane û malên xwendinê xwe rêxistin dikin

Herî zêde li Tirkiyeyê tevlêbûna nav DAÎŞ'ê çê dibe. Gelek hemwelatiyên Tirkiyeyê jî di nav çeteyan de cih digirin. Çeteyên DAÎŞ'ê herî zêde li malên xwendinê û pirtûkxaneyan ji bo xebatên xwe yên xwînmêjiyê bikar tîne. Çete li ser medyaya civakî xwe rêxistin dike û bi vî awayî torek terorê pêk tîne. Li gorî agahiyên endamek DAÎŞ'ê ku ji rêxistina terorê veqetiya ye, têkildarî têkiliya Tirkiye û çeteyan agahiyên girîng dide. Çeteyê ku di 23'yê tîrmehê de ji DÎHA'yê re axivî, navnîşanên çete lê tên berhevkirin, nîşan dide. Çeteyê reviyayî têkildarî rewrşê van agahiyan dide: "Pirtûkxanreya Tevhîd heye. Ev pirtûkên olî difiroşe. Lê armanca wê ya bingehîn ne ev e. Li şûna ala Misilmaniyê ya kesk, ala reş a çeteyan tê bikar anîn. Pirtûkxaneya bi navê Tevhîd a li Amedê ala DAÎŞ'ê bi serbestî bikar tîne. Li Wanê jî pirtûkxaneya bi heman navî ala El Nûsrayê bikar tîne."

Ebû Hanzala DAIŞ'a li Tirkiyeyê xwedî dike

Li Tirkiyeyê ku çete wekî eniyekê dibîne, DAÎŞ ji hêla Halîs Bayancuk ê bi qod navê Ebu Hanzala tê nasîn ve tê fînansekirin. Hanzala wekî "Piştgirê tevhîdê" tê nasîn. Bayancuk di operasyona di meha Çiriyê de pêk hatî de bi boneya têkiliya El Kaîde-DAÎŞ'ê de hatibû binçavkirin. Bayancuk xistibûn Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Bayancuk li ser malperên înternetê vîdeoyan diweşîne û bi nivîsên xwe têgihiştina xwe ya cîhadî ji sempatîzanan re radigihîne. Di nivîsek xwe de Bayancûk wiha dibêje: "Şerê di navbera DAÎŞ û komên din de şerê akîdeyê ye. Ji ber vê yekê heta ez bimirim li pişt DAÎŞ'ê me û kesên li dijî daîşê kafir in."

Şandina endaman a ji bo çeteyan tê zanîn

Hikûmeta AKP'ê ku li hemberî hemû nîşaneyên muhalîf û derdorên ji wê cuda difikirin girtîgeh dagirtine, li hemberî Bayancuk ku wxînmêjiyê teşfîq dike, bêdeng e. Her wiha AKP tu tedbîran li hemberî van malperên çeteyan nagire û bi vî awayî tevlêbûna DAÎŞ'ê teşfîq dike. Şandina endama a ji bo DAÎŞ'ê hem ji hêla cîhanê û hem jî ji hêla gelên Tirkiyeyê ve jî tê zanîn û mijarek zelal e. Li gorî agahiyan kesên li ser medyaya civakî tên rêxistinkirin, bi riya Pirtûkxaneyên Tevhîdê dişînin nav çeteyên DAÎŞ'ê. Her wiha li van pirtûkxaneyan bi riya sohbetan ciwan tên xapandin. Ligel van bi riya Kovara Tevhîd propagandaya vê rêxistinê tê kirin. Çete li ser malpera "Dewleta Îslamê" nesîhetan li endamên xwe dike. Di bangawaziya ji bo tevlêbûna nav çeteyan de jî wiha tê gotin: "Me zimanê xwe ji bilî alîkariya şopgerên ehlê Şamê, ji bo kesek din bikar neanî. Me tenê hewilda em alîkarî bikin. Alîkarî jî di şerîat de du awayî pêk tê. Nebî salahû aleyhî û sellem got ku: Mazlum be jî zalim be jî alîkariya birê xwe bike.' Got ku: ez çawa alîkariya zalim bikim ey Resûlê Xwedê?' Bersiv da: Wî ji zilma xwe bêpar bike."

(eb/lg)