1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Hevserokên Meclîsa Damezirîner peyama yekem
Ji Hevserokên Meclîsa Damezirîner peyama yekem,ji,hevserokên,meclîsa,damezirîner,peyama,yekem

Ji Hevserokên Meclîsa Damezirîner peyama yekem

A+ A-

GIRKÊ LEGÊ – Hevserokên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê Hediye Yusuf û Mensur El-Selum diyar kirin ku erkek dîrokî li ser milê wan e, lê ew ê bi hemû pêkhateyan re, biser bikevin.

Hevserokên Meclîsa Demezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm û Hediya Yûsif piştî hilbijartinê, peyama xwe ya yekemîn dan ANHA’yê.

Hediye Yûsif ev gava ku hatiye avêtin li gelên rêveberiya xweser pîroz kir û weke gavek serkeftî ya ber bi projeya çareseriya aloziya Sûriyeyê ve nirxand.

HEDIYE-YUSUF

Mensûr El-Selum jî got ku piştî aloziya 5 salan a li Sûriyeyê, niha ew li vir gihîştine projeyek çareserkirinê û wiha pê de çû: “Hevserokatiya vê meclîsê erkek dîrokî ya mezin dide ser milê me. Pêvajoyek hestiyar a giran û girîng li pêşiya me ye. Bi hêvî me ku em bibin bersiv. Di dema pêşiya me de divê em sîstema nû ya Rojava – Bakurê Sûriyeyê ava bikin. Ev ne hêsan e. Bi taybetî di vê demê de astengî li pêşiya me zêde ne. Lê em di wê baweriyê de ne ku çawa me xweseriya demokratîk bi ser xist em ê vê sîstemê jî ji bo Sûriyeyê biser bixin.”

MENSUR-SELUM

(ekip/a)

ANHA