Ji Heyva Sor ji bo Kobanê û Şengalê banga alîkariyê
KOLN - ANF Kampanyayê alîkariyê yên Heyva Sor ji bo Kobanê û Şengalê destpê kirine didomin. Serokê saziya alîkariya Kurd Suat Yalçin diyar kir ku heta niha bi mîlyon Euro alîkarî kirine û got, "Divê gelê me bi ruhê seferbertiyê tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re bidomîne.”
Heyva Sor a Kurdistanê ya navenda wê li Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) ya Elmanya ye, kampanyaya alîkariyê ya ji bo Kobanê û Şengalê bênavber didomîne. Kampanyaya li giştî Ewropa didome, li cîhanê jî rastî eleqeyeke zêde tê.
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Suat Yalçin, diyar kir ku armanca wan alîkariya ji bo Kobanê û Şengalê ye û heta niha bi mîlyonan Euro alîkarî kirine.
Yalçin diyar kir ku kampanyaya di 5’ê Hezîranê de ji bo Rojava dabûn destpêkirin bêyî bi encam bibe bi êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Şengal û Kobanê re kampanya ket merheleyeke cuda û got, “Di çarçoveya kampanyaya piştî 3’êTebaxê şûn ve di çarçoveya kampanyaya me da destpêkirin, 6 TIR, 350 kon me şandin çiyayê Şengalê. Ji kampa Newroz re ya li Kantona Cizîrê ji bo Êzîdiyên Şengalê hatiye vekirin, 250 ton xwarin, kelûpelên tenduristiyê û 8 ambulans me şandin. “ Yalçin diyar kir ku heta niha ji bo mexdûren Şengal û Kobanê bi milyonan Euro alîkarî kirine û ev agahî dan, Ji bo gelê me yê Kobanê û Şengalê yê li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Pirsûs, Meletî û Riha 850 kon û pêdivî hatin şandin. Me 200 hezar Euro alav şandin Kobanê. Li gel van 150 Euro alav me şandin ji Êzîdiyên Şengalê re yên li Duhok û Zaxo dimînin. Heta niha bi giştî 1.825.000 Euro kelûpel û alav, 20 ton derman û gelek alavên tenduristiyê me şandin. Alîkariyên me didomin.”
'DIVÊ ALÎKARÎ BIDOMIN'
Yalçin got ku di asta xwecihî de rêxistinên alîkariyê yên bi wan re tevdigerin hene û got, “Dîsa li Ewropa sazî û dezgehên Kurd ên bi me re dixebitin hene. Di vê pêvajoyê de alîkariyeke girîng kirin. Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi me re xebitîn.”
Yalçin got ku ji Amerîka, Kanada, Awûstûralya Japonya, Fîlîpînler, Gurcistan, Erebîstan, Azerbeycan, Zelandaya Nû jî ji bo kampanyaya wan piştgirî heye.
Yalçin anî ziman ku kampanyaya wan didome û ev bang li gelê Kurd ê Ewropayê kir, “Pêşiya me zivistan e. Lewma divê gelê paşde nemîne. Pêdiviya van mirovan bi alîkariyê heye. Teqez her kesê karibe tiştekî bike heye…
Divê gelê me ruhê seferbertiyê winda neke. Hem di aliyê pere, hem jî di aliyê derman û kelûpelên nexweşxaneyan de divê alîkarî bikin.”