Ji HPG’ê li seranserê Bakûr rêzeçalakî
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Şirnex, Agirî, Wan, Erzîgan û Mêrdînê hatin lidarxistin de gelek leşker hatin kuştin, herî kêm çeperek hate rûxandin, wesayîtek zirxî hate tehrîbkirin û 4 TIR hatin şewitandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê rêzeçalakiyên gerîlayan ên li Şirnex, Agirî, Wan, Erzîgan û Mêrdînê de ev agahî da:
LI QILABAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
*Di 30'ê îlonê de di saet 17.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî gundê Kadûnê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dijimin hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye.
Di 30'ê Îlonê de di 17.00'ê îlonê de li ser xeta sînor li dijî helîkoptereke skorskya ya xwestiya derbasî herêma Deriyê Dawetiya bi ser Qilabana Şirnexê bibe ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
LI DIJÎ TERENÊ ÇALAKÎ
* Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Ezîz û Şehîd Celal de di 30'ê îlonê de di saet 21.30'an de li ser riya Sêwaz-Erzinganê li nêzî herêma Cebesoyê li dijî xeta trênekê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de di xeta trênê de zirara maddî çêbûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin.
LI MEHSERTÊ RÊ HAT KONTROLKIRIN
*Di 1'ê îlonê de di navbera saet 16.45-19.30'an de li ser riya navçeyên Nisêbîn û Mahsertêya Mêrdînê nêzî gundê Kurikê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha du kesên bi dijmin re hevkarî dikir li pêşiya gel hatiye darizandin. Ji ber van du kesan soz dane ku wê biryara gel a careke din bi dijmin re hevkarî nekirinê dane, serbest hatine berdan.
LI BAZÎD Û ÇALDÊRANÊ ÇALAKÎ
*Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Sîdar û Şehîd Dîcle de ji aliyê gerîlayên me li navçeya Bazîda Agiriyê û navçeya Çaldêrana Wanê hin çalakî hatiye lidarxistin.
Di 1'ê Îlonê de di saet 17.45'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî girê ewlkeriyê û 3 çeperên qereqola Kevirê Şamiyan de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê leşkerên li gir bi awayekî bandor kirine hedef, 3 çeper li gel leşkerên tê de hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Li dijî karwanê leşkerî yên ber bi Gundê Teperî ve diçûn û ji bo mudaxelê dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî hatiye texrîpkirin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi wesayitan ji herêmê dûr xistiye.
Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 17.30-22.00'an de li ser riya Bazîd û Çaldêranê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 3 tirên bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dikin bi şewitandinê hatine rûxandin.
Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 20.30-21.00'an de li ser riya Bazîd-îdirê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha tirek a şîrketa bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî mudaxeleyî cihê çalakiyê kiriye û yekîneyên xwe yê veşartî ji bo kemîn vedanê û keşfê li herêmê bi cîh kiriye.
Piştî çalakiyên li vê herêmê di 2'ê Cotmehê de di danê sibehê de li dijî Kirê Gewrê, Kirê Qijikê, Kirê Arhacê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna hezaran leşkerî operasyonek hatiye destpêkirin.
*Îro di saetên danê sibê de, li navçeya Elkê ya Şirnexê, Zozanên Faraşînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi desteka hekîpoterên kobra daxistin hatiye pêkanîn û operasyona hatiye destpêkirin.
ANF NEWS AGENCY