Ji hunera pelên hişk pêşengeh vekir
SERKAN KURT Hunermend Nezîr Şahîn, demek dirêj e li ser pelên daran wêne û nexşeyan çêdike. Şahîn ku yekem car pêşengeya wêneyan a bi navê "Pel" ku bi pelên dadaran amade kir da pêşandan. Şahîn armanc dikeku di demek nêzîk de gelek pêşengehên din jî veke. Şahin, anî ziman ku li ser pelên darên cur be cûr wêneyan çêdike ev pêşengeha wî di cîhanê de yekem e.
Hunermendê bi navê Nezîr Şahîn li Amedê demek dirêj e li ser pelên daran ên cur be cur nexşeyan xêz dike û wêneyan çêdike. Şahîn ji ber hem û wenêneyên ku demek dirêje kom kirine pêşengeha binavê "Pel" ku ji wêneyên li ser pelên daran pêk tê vekir. Şahîn pêşengeha "Pel" 10 Rojan li Amedê vekirî ma. Pêşengeha wêneyan ku ji wêneyên pelên daran pêk tê di 22'e Sibatê de hat vekirin û îro bi dawî dibe. Pêşengeha ku li Navenda Çanda Cegerxwin a Şaredariya Peyasê hat vekirin, piştî 10 rojan vekirî ma, di 2'ê Adarê (îro) bi dawî dibe. Pêşengeya ku ji pelên daran hatibû vekirin ji aliyle welatiyan û hunerhezan ve rastî eleqeyek mezin hat. Pêşengeha Nezîr Şahîn a wêneyên li ser pelên daran hatiye çêkirin, ji aliyê welatiyan ve pir hat ecibandin. Şahîn li ser 28 pelên daran wêneyên cuda çêkir û figurên cuda neqiyandin. Şahîn li ser pelan gîgurên Che Guevara, jin, sewal û fîgurên cuda çêkir. Şahîn di vekirina pêşengehê de ji bo zextên li ser zimanê zikmakî şermezar bike, li şûna qurdeleya sor bi qurdeleya reş pêşengeh vekir.
'Min pelên li erdê dît bi dîwar ve zeliqand'
Şahîn, der barê hunera xwe de diyar kir ku eleqeyek wî ya pir mezn li hemberî pelên daran heye û wiha got: "Di sala 2006'an de di demsala payizê de dema ez diçûm dibistanê, pelên ji daran weşiyabûn erdê min kom kirin û min bi dîwar ve zeliqand. Ewil xebatek wisa di hiş û aqilê min re derbas nebûbû. Rojekê li dibistanê xwendekarên min ji kartonên fonê xebata hunerê dimeşandin. Dema wan bi meqezê kartonên fonê jêdikir pelên daran hatin bîra min. Piştre min got gelo ez dikarim ji pelên daran tiştekî çêkim. Ewil min tiştên hêsan çêkir. Piştre min şeklên geometrik çêkir. Min qubeya mizgeftê çêkir. Min pir û mîmariyên dîrokî çêkir. Min ewil Pira Malabadê çêkir. Piştre min 5-6 xebatên din çêkir. "
Şahîn da zanîn ku di payiza 2012'an de dema hevalên wî albumên wî tev li hev kir, xelek xebaten wî dît û ji wî xwestin ku xebatekê bide destpêkirin. Şahîn, da zanîn ku hevalê wî hêz dawî û li ser vê yekê li Park Ormani pelên daran kom kir û dest bi xebatek nû kir. Şahîn, diyar kir ku wî niha li ser 28 pelên darên cuda wêne çêkiriye û li ser israra hevalên xwe pêşengeh vekir.
Dê li Brukselê pêşengehê veke
Şahîn, da zanîn ku wî piştî pêşengeh vekir, li ser pirsa gelo li tu deverên din heman xebat û pêşengeh hene ya na? lêkolîn kir û di lêkolînê de dît ku Li Îspanyayê kesê bi navê Lorenzo Duran heman xebatê dimeşîne. Şahin, wiha axivî: "Di cîhanê de yekem car pêşengeya wêneyên pelan li Amedê tê vekirin. Ji bo wêneyên ku ez çêdikim xera nebin û nerizin, ez wan dixim çarçoveyê û cam dikim. Ez dê piştî vê pêşengehê li Paytextê Belçika Brukselê pêşengehê vekim. Ez difikirim ku gelek bajarên Ewropayê vê pêşengehê vekim. Min di sala 1996'an de yekem pêşengeha wêneyan vekir. Li gel vê pêşengeha wêneyên pelan 16'emîn pêşengeh e ez vedikim.
Şahîn, da zanîn ku piştî wî ev pêşengeh vekir rastî eleqeyek mezin hat û li ser gelek cureyan fîgur çêkiriye. Şahîn da zanîn ku ew zaza ye û 45 salî ye. Şahîn, destnîşan kir ku ligel tirkî ne zimanê wî yê zikmakî ye neçar e bi tirkî bi axive. Şahîn da zanîn ku di pêşerojê de difikire ku huherên din pêşkêş bike.
Şahîn di sala 1968'an de li Amedê ji dayik bû. Zewiciye û bavê 3 zarokan e. Beşa Resîmê ya Zanîngeha Dicleyê xelas kir. 30-35 salin wêneyan xêz dike û 6 salan li Êlihê mamostetiya resîmê kir. Niha li Dibistana Seretayî ya Peyasê mamoste ye.
(mae)