1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Hêzên Suriyeya Demokratîk operasyona yekem
Ji Hêzên Suriyeya Demokratîk operasyona yekem,ji,hêzên,suriyeya,demokratîk,operasyona,yekem

Ji Hêzên Suriyeya Demokratîk operasyona yekem

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) operasyona xwe ya yekemîn li bejahiya başûrê Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ku di 12’ê Cotmeha 2015’an de hatibû avakirin û di 15’ê Cotmehê de bi awayekî fermî hatibû îlankirin, derbarê operasyona xwe ya yekem de li başûrê bajarê Hesekê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pêkhateyên QSD’ê yên wekî hêzên YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Burkan El Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û komên di bin sîwana van hêzan de amade bûn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Fermî ya Hêzên Suriyeya Demokratîk Ebû Elî ve hate xwendin de hate destnîşankirin ku QSD’ê bi armanca rizgarkirina başûrê Hesekê dest bi operasyona xwe ya yekemîn kiriye.

Li başûrê Hesekê, bajarokên Hol, Şedad, El Erîşa û Merkeda di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne.

(sy)