1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji hînbûyiyên narkotikê yên Geverê bang!
Ji hînbûyiyên narkotikê yên Geverê bang!,ji,hînbûyiyên,narkotikê,yên,geverê,bang

Ji hînbûyiyên narkotikê yên Geverê bang!

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê her diçe hînbûna narkotîkê zêde dibe

A+ A-

SAMî YILMAZ Li navçeya Geverê ya Colemêrgê her diçe hînbûna narkotîkê zêde dibe. Li gorî daneyên nefermî li navçeyê 3 û 4 hezar kesên temênê wan di navbera 13 saliyê û 48 saliyê de hînbûyiyên narkotîkê hene. Tê gotin ji kesên tiryak, esrar, eroîn û krîstalê bikartînin 2 hezar kes hînbûyiyên eroînê ne. Hînbûyiyên tiryakê ji DÎHA'yê re axivîn û wiha gotin: "Me winda kir bila yên pey me tên winda nekin. Rewşa me raste rast civakê eleqedar dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê her diçe biçûk dibe. Alîkariya me bikin."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê saziyên fermî çav li bikaranîna narkotîkê digirin û hin caran jî bi teşvîkirina polîsan her diçe belav dibe. Bi taybet bi bikaranîna narkotîkê re, dizî, fuhuş û kapkaçtî her diçe li navçeyê zêde dibe û ev yek welatiyan bi guman dike. Hînbûyiyên tiryakê dibêjin ji bilî Geverê li Colemêrgê 500, Wanê 3 hezar, Şemzînan 150 û Çelê jî gelek hinbûyiyên tiryakê hene. Li Geverê temenê kesên tiryakê bikartînin ket 13 saliyê. Ciwanên dikevin tora tacîrên tiryakê dibêjin ew dixwazin ji vê yekê xilas bibin lê tu kes alîkariya wan nake. Hînbûyiyên tiryakê yên li taxa Gungorê li bin daran û malên vala tên cem hev drama dijîn ji DÎHA'yê re vegotin.

5 kombên bikartînin hene

Hnbûyî ewlik komên tiryakê bikartînin cudakirin vedibêjin. Hînbûyiyan diyar kirin ku 5 kombên amdeyan bikartînin hene û ev; tiryak (bi giştî li malan tê bikarnîn", esrar, eroîn (li ser jelâtînê tê helandin anî jî dikêşin poza xwe), hapçî û her dawî rêbaz bi enjeksiyonê ya bi demarê tê girtin a weke "altin vuruş" in. Hînbûyiyan got cihên ew lê tiryakê lê bi kartînin komên din mudaxeleyê li wê nakin.

Li avahiyên vala komên ji 3 û 5 kesan pêk tên tiryak tê bikaranîn

Hinbûyiyan, da zanîn ku hinek caran li avahiyekî vala di odeyên cuda de nêzî 100 kes di heman demê de tiryakê bikartînin, piştî komên ji 3-6 kesan pêktên tiryak bikaranîn cihê xwe ji komên din re dihêlin. Ev yek heta êvarê berdewam dike. Hînbûyiyan, destnîşan kirin ku kesên bazirganiya tiryakê dikin wan weke kobay bikartînin û hevalên wan ên heta niha jiyana xwe ji dest dan û yên navên wan dibîrana wan de yek bi yek vegotin. Digotin kesên bi rêbaza "Altin Vuruş" heya niha Hamît Î, Rahmî Y, Hakan Y, Erdal, Nevzat, Faruk A, H.O, Arîf, Erdem, Nevzat, Tevfîk S, Sînan O, Nîhat K. û gelek ciwanên din jiyana xwe ji dest dan e û ew jî li benda heman dawiyê ne. Ev hemû bi rêbaza "altun vuruşê" jiyana xwe ji dest dan û bêdeng hatin veşartin. Hînbûyiyan diyar kir ku gelek kesên tiryakê bikartînin nexweş in û Ramazan T ê 49 salî ji ber pişîkên wî rizîne dermankirina wî di nîviyê de hate hiştin û şandin malê û niha rojên xwe yên dawî dijî.

'Mudaxeleyê li Torbaci û hînbûyiyan nakin'

Li navçeyê di salên 1990'an de tiryak bi panzer û helîkopteran dibirin cihên din niha jî ji bikaranîna wê mirovan beralî dikin. Li navçeyê tu kes mudaxeleyê li Torbaci û hînbûyiyan nake û hin caran tên binçavkirin lê li dozgeriyê serbest tên berdan. Tê gotin li navçeyê 30 û 50 torbaci hene û hejmara hînbûyiyan di navbera 3 hezar û 500 û 4 hezar de ne (ji van tê gotin 200 jin in) Ji kesên tiryakê bikartînin dema nikaribin tiryakê bikarin serî li alavên malê firoşin didin.

'Her torbaci di hemên demê de sîxurek e'

Welatiyê bi navê S.A. yê 46 salî û bavê 8 zarokan, diyar kir ku 10 sal berê li heremê dest bikaranîna "tiryak" a ku bi navê benîştê afyonê û tiryakê kir û pişt re esrar, eroîn û krîstal bikann û wiha got: "Ez bi bazirganiyê re eleqader dibim. Rewşa min a aborî baş bû. Ji ber bikaranîna vê yekê min hemû winda kir. Zirara herî mezin min da malbata xwe. Min derdor, dost û xizmên xwe winda kirin. Herî dawî 2 meh berê li Edeneyê di nexweşxaneyekê de ez hatim dermankirin. Ez nû hatim kesên bi navê torbaci dest ji min bernadin. Niha ez xwedî li vîna xwe derdikevim. Lê divê civak me bibîne û rayedar jî ji bo me islah bikin çareseriyan pêk bîn in. Ji bo bikaranîna tiryakê herî zêde torbaci bi bandor in. Torbaci bi taybet li serê guşeyan dirawestin û li dora kesên dizanin tiryakê bikartînin venaqetin. Gelek bazirganên tiryakê ji bo malê wan baş e an na me weke kobay bikartîne. Ev yek jî li gorî karê me ye. Bê pere tu mal peyda dikî û bikartînî. Dema tu ji pirsa te mal ji kê girt hînbûyî teqez navnîşanê ji te ranabêje. Ji ber tu girêdayî torbaci yî. Dema tu torbaci deşîfre bikî tu dê bê tiryak bimînî. Dewlet mudaxeleyê li torbaci û hînbûyiyan nake. Gelek polîs li hemberî tiryakê agahiyan digirin. Gelek bi vê yekê ji dewletê re nezanîn sîxurtiyê dike. Pergalekî wisaye gelek caran tiryaka di operasyonan de tê girtin ji hînbûyiyan re belav dikin û da ku agahiya kî bazirganiya tiryakê dike û kî bi rêxistinê re kar dike agahiyan digirin. Her torbaci sîxurekî dewletê ye. Bi xwe re fuhuş û malbatên perîşan dibin dihêle. Li Geverê torbaciyên di nase yên bi navê Remzî, Cengîz, Engîn, Şahabettîn, Seyhan, Kemal, Emîn, Doktor, Hakki, Çetîn, Mustafa û gelek kesên din ên navên wan nizanin hene. Bila van demildest bigirin û bidarizînin. Par jina piştî hevserê wê hate girtin karê hevserê xwe dewr girt hate kuştin. Ev kar wisa belavbûye malbat hemû bûye torbaci."

S.A., anî ziman ku carekê hate binçavkirin lê ji ber hînbûyiye serbest hate berdan û wiha axivî: "Serbest berdana me, bêtir em ji bikaranînê re teşvîk dike. Divê dewlet peywira xwe bi cih bîne û divê me derman bike. Lê ji ber ku ji ev yek ji wan re tê em careke din dişîne kolanan."

'Dewlet û bazirganên tiryakê teşvîk dike'

A.O. yê 28 salî diyar kir ku di salên 1990'ê de dest bi bikaranîna tiryakê kir û dem dem bikaranî û wiha got: "Ez 6 salan li çiya mam. Pişt re ez 7 salan di girtîgehê de mam. 2 sal berê Hamît Î. yê bi altin vuruşê jiyana xwe ji dest da ez hînkirim. Di salên 1990'an de 2 polîsên sivî hebûn. Wan bi taybet ji bo em bikêşînin eronî dida me. Digotin neçin çiya hûn çi bikin bikin. Di wê demê de dewletê herî zêde ji tiryak û ereqê re tolerans nîşan dida. Digotin bi siyasetê re eleqedar nebin hûn çi dikin bikin. Tirya hem di bin kontrola dewletê û hem jî ji aliyê kesên bazirganiya tiryakê dikin ji salên 1990'an heta vir hat. Ev yek ji zarokekî re weke karekiye. Ji bo pere qezenc bikin gelek ciwanên weke me ji ber çav derxistin. Ewil hêdî hêdî didin û pişt re bi lawîbûnê didin. Ez û kesên wekî min rojê 3 besteyên eroînê bikartînin. Her besteyek cigareyek e. Bihayê 3 besteyan 30 lîra ye. Hinek rojê 5 besteyan bikartînin. Firotina tiryakê bêtir pere tîne. Ev çerx li navçeyê wisa tê bikaranîn weke bazarekê lêhatiye. Ranta vê yekê di serî de kesên bazirganiya tiryakê dikin, torbaci dixin û li ser bedenên me jiyanekî luks dijîn. Dewlet li hemberî vê yekê tiştekî nake û bi awayekî veşarî piştgiriyê didê." A.O., anî ziman ku rojê 3 siringyan bikartîne û wiha axivî: "Ji ber ku min tiryak bikartîne hevsera min ez berdam. Ez li vir bang dikim me derman bikin."

'Tiryakê bi xwe re fuhuş jî zêde kir'

Hînbûyiyê navê xwe neda û axivî jî wiha got: "Bikaranîna tiryakê birîna hemû civakê ye. Hebûna me çiqas nerihetiyê bide civakê û nêzîkahiya civakê ya li hemberî me jî ewqas me nerihet dike. Tolhildana me ya li hemberî civakê zêde dibe. Bêtir em teşvîkî bikaranînê dike. Polîtîkayên dewletê yên li hemberî Geverê her roj kesên nû tevlî me dike. Ji ber ku dema em kom dibin kesên nû, zarok û xwendekar mereq dikin û tên cem me. Dîsa dema pirsgirêka aboriyê derdikev û ji bo mal peyda bike hemû xirabiyan dike. Di serî de dizî, kapkaç, sîxurtî û fuhuş. Bikaranîna tiryakê û fuhuş bi hev re diçe. Hin caran dema li malan tê bikaranîn jina malê tê tacîzkirin. Ji ber ku xwediyê malê li ser hişên xwe nîn e li hemberî vê yekê bêdeng dimîne jin piştî demekê an cuda dibe an jî dikev tura fuhuşê. Dîsa di partiyên tiryak û esraran a li malan zarok û jinên malê bi mereqa tam bikinê ji hînbûyiyê re gavê diavêjin. Yanî hebûna me pêşeroja navçeyê eleqedar dike. Me winda kir lê bila yên tên nekevin vê turê û divê demildest çareseriyekê pêk bînin. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê her diçe biçûk dibe."

'Tenê min tamkirinê û min dest pê kir'

Welatiyê bi navê R.T. ê 49 salî jî wiha got: "Min jî xwes ez tam bikimê. Ji wê rojê heya niha ez bikartînim. Ji wê rojê heta niha min hemû cure bikaranîn. Carekê ji bo dermankirinê ez çûm xerpêtê. Piştî dermankirina li wir a kin ji min re 3 meh dem dan. Ji min re gotin 3 me şunda were. Piştî ez hatim Geverê careke din min dest pê kir. 4 caran li malê dermankirina bi navê betonê mi bikaranî. Lê wê jî tu feyde nada û ez ji şiringayê xilas nebûm. Dema qrîzê tê min ez zirarê didim her kesî. Heke em derveyî Geverê bên dermankirin ez bawerim em dê jê xilas bibin. Ji ber ku di ji rewşa vir dur dimînî. Heke 3-4 rojan me bigirin û bêjin herin 3 meh şunda werin tu tişt nayê guherîn."

'Ez dixwazim ji nû ve dest bi jiyanê bikim'

Welatiyê bi navê N.R. ê 23 salî jî diyar kir ku 2 sal berê bi benoştê afyonê (tiryak) dest bikaranînê kir û wiha got: "Min di derdora hevalan dest bi eroînê kir. Ji ber ku êdî tiryakê ez rihet nedikirim. Ji bo ez ji vê yekê xilas bibim ez amademe her tiştî bikim. Tu karê min tuneye. Me ji vê yekê xilas bikin. Bila gelê Geverê me ji vê yekê xilas bike. Niha li Geverê nêzî 5 hezar kes hînbûyiye. Ji van nêzî 2 hezaran ciwan in. Gelek ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Ez dixwazim bixebitim û ji nû ve dest bi jiyanê bikim. Heke em dê yek bi yek jiyana xwe ji dest bidin."

'Bila civakî xwedî me derbikeve'

N.R., diyar kir ku jiyana dijîn hesnakin, her tim li wan didin û civak wan dijber dibîne û xwest ku wan di bin sîvanekê de kom bikin û wiha axivî: "Em dixwazin li Navenda Dermankirin û Lêkolîna Hînbûyiyên Made û Alkolê (AMATEM) bên dermankirin. Civaka Geverê weke dijmin berê xwe dide wan. Lê li şuna civak me dijber bibîne bila em di bin parastinê de bigire û ji vê yekê xilas bike. Gelek caran em hatin darpkirin û em dan ber keviran. Heke dê li me bidin bila ji me re bibin alîkar da ku em ji vê yekê xilas bibin."

Hînbûyiyan bang li wekîl, walî, partiyên siyasî, doktor û şaredariyan kir ku ji bo dermankirina bibin alîkar.

(bd)