1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ICOR’ê bo Rojava piştgirî!
Ji ICOR’ê bo Rojava piştgirî!,ji,icor,ê,bo,rojava,piştgirî

Ji ICOR’ê bo Rojava piştgirî!

Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger yên Navnetewî (ICOR) piştgirî da berxwedna gelê Rojava

A+ A-

BERLİN 31.08.2013 08:26:15 Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger yên Navnetewî (ICOR) piştgirî da berxwedna gelê Rojava. ICOR bangli şoreşgeran kir ku Rojava bê parastin û xwest ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de êrîş bên şermezarkirin.

ICOR’ê ku têkoşîna hevpar û afirandina koordînasyona di navbera partî û rêxistinan a cîhanê de, hedef dike de daxuyaniyek nivîskî da û piştgiriya xwe ya bo gelê Rojava anî ziman. Li ser navê Komîteya Koordînasyona Ewropayê ya ICOR’ê daxuyanî hat dayîn û bang li şoreşgerên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin Rojava.

ICOR’ê da zanîn ku DYA, Îngîlîstan û Fransa hewl didin şerekî nû yê emperyalîst bidin destpêkirin û diyar kir ku dê di 1’ê îlonê de polîtîkayên şer yên Rojava şermezar bikin. Her wiha hat gotin ku divê divê di çalakiyên 1’ê îlonê de berxwedan Rojava bê silavkirin û wiha got:

“Di van rojên ku tê xwestin li dijî rejîma Sûriyeyê şer bê destpêkirin de, li Rojavayê Kurdistanê berxweneke mezin li dijî rejîma Esad û çeteyan heye. Êrîşên li dijî Rojava bi destên komên çekdar yên ji ser Tirkiyeyê tên pêk tê. Em van êrîşan şermezar dikin û em piştgiriyê didin daxwazên gelê Rojava. Divê hemû şoreşgerên cîhanê ji bo parastina Rojava bikevin nava tevgerê.”


Bêjeyên Miftehî