Ji Jinên Wargehê Peyama 8’ê Adarê
Jinên Wargehê Peyama Pîrozbahiya 8’ê Adarê dan
PÎROZ MARÎNÛS
MEXMÛR (DÎHA) - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem jinên wargehê der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de peyam, nirxandin û nêrînên girîng dan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem jinên wargehê der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de peyam, nirxandin û nêrînên girîng dan. Jinan gotin, “Em 8’ê Adarê destpêkê li Rêber Apo, jinên Kurd û tevayî jinên cîhanê pîroz dikin.”
Dayika Helîme, diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo wê şînbûna jinê ye û axaftinên xwe wiha got: “8’ê Adarê kar û xebatên jinê dide diyarkirin. Ji ber jin bi xwe şînbûn û çêbûneke diyar diafirîne. Di demên berê de digotin, jin tune ye, û hemû destketiyên jinê ji dest derxistibûn. Lê, niha jinê di her warî de hebûna xwe daye diyarkirin. Ev yek jî bi saya serê Rêber Apo pêk hat. Di roja me ya îro de, li gelek cihan jin tên qetilkirin. Ev ji serdestiya desthilatdariyê tê. Lewma rojê bi dehan jin ji bêçaretiyê xwe dişewitînin. Divê hemû jin di roja 8’ê Adarê de bi cilên xwe yên neteweyî xwe bixemilînin, zilm û şîddeta li ser xwe şermezar bikin.”
Taybet Ehmed jî wiha got: “Ez destpêkê 8’ê Adarê li tevayî jinên Kurd û yên cîhanê pîroz dikim. Divê di vê rojê de hemû jin li hev kom binin û vê rojê jidil û can pîroz bikin. Ez bang li jinên Kurd dikim ku bi awayekî bi coş tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin. Ji ber ku îsal sala serketina jinê û sala azadkirina Rêber Apo ye.”
Muhbîb Kara jî wiha axivî: “Ez destpêkê 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikim. Bi saya Rêber Apo em gihîştin wê aste ku niha em jî dibêjin, rojeke me heye û em cejna xwe, weke jin pîroz dikin. 8’ê Adarê berê jî dihat pîroz kirin, lê bi têkoşîna rêxistina jinê ev roj hîn watedartir bû. Berê me nizanîbû rojeke me ya bi vî awayî heye, bi derketina rêxistina jinê ya ku Rêber Apo bilind kir û nirx dayê, me êdî zanîbû ku cejn û rojeke me jî ya bi navê cejna jinê heye. Ev cejn bi rêxistina jinê ya ku ev 30 sal in berdewam dike me nas kir. Ji bo wê jî me êdî zanîbû, rojeke me ya wiha heye ku em xwe têde bînin ziman û cejna xwe pîroz bikin."
Qîmet Guler jî da zanîn ku 8’ê Adarê ji bo wan tê wateya êdî jin neyên kuştin û wendakirin û wiha got: "Divê hemû jin êdî zanibin ku kedeke me jî heye û em li wê keda xwe xwedî derkevin. Me berê nizanîbû 8’ê Adarê tê çi wateyê, lê niha bi saya Rêber Apo û rêxistina jinê em dizanin em jî hene û mafê me jî heye ku em di her alî de xebatên xwe bidin meşandin. Em wan dewlet û kesên ku di bin navê namûsê de jina qetil dikin jî şermezar dikin. Û ez 8’ê Adarê li tevayî jinên Kurd û jinên cîhanê pîroz dikim û bang li tevayî jinan dikim ku li vê rojê û li keda xwe xwedî derkevin.”
Zeynep Gabar jî bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser Qetlîama Parîsê û got: “Jina Kurd di her alî de tê qetilkirin. Beriya du meha li paytexta Fransayê Parîsê sê jinên şoreşger û têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Hîn jî dewleta Fransayê diyar nekiriye kê ev kulîlkên 8’ê Adarê qetil kirine. Ez bi boneya 8’ê Adarê van pêşengan careke din, bi bîr tinim. Banga min ji bo jinên cîhanê ji ev e ku bi wesîleya 8’ê Adarê xwedî li van sê hevalan derkevin û wan bi bîr bînin.”
(mae)