1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji kalê 85 salî tolê hildidin
Ji kalê 85 salî tolê hildidin,ji,kalê,85,salî,tolê,hildidin

Ji kalê 85 salî tolê hildidin

Ji kalê 85 salî tola greva birçîbûnê hildidin

A+ A-

Zeynep Kuray Girtîgeha Bakirkoy - Riza Yer ê 85 salî ji bo hevdîtina vekirî ya bi neviya xwe Hulya Yer re hat Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Bakirkoyê ya li Stenbolê. Bi hinceta “xwendina çav” pêk nehatiye, nehiştin kalê 85 salî neviya xwe bibîne.

Piştî greva birçîbûnê zext, îşkence û surgunkirina girtiyan bi lez û bez zêde bû. Piştî grevê girtiyên jin ên Bakirkoyê li rastî cezayê mehekê yê qedexekirina kombûna li cihekê hatin û piştî wê jî hevdîtin bi awayeke keyfî tên astengkirin. Kalê 85 salî ku du caran hate serdana neviya xwe li rastî astengiyan hat û bi hincetên puç nehiştin bi heviya xwe re hevdîtin pêk bîne.

BÊRÎKIRIN DI MAKÎNEYÊ DE ASÊ MA

Kalê 85 salî Riza Yer gelek caran hatiye serdana neviya xwe Hulya Yer a ku di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de pêk hatin de hate girtin û 1,5 sal e di girtîgehê de ye. Her çendî gelek caran makeneya “xwendina çav” a ku nasnameyê kontrol dike pirsgirêk derxistibe, lê dîsa jî kariye bi neviya xwe re hevdîtin pêk bîne. Hulya Yer ku 36 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ma, demek dirêj nekarî bapîrê xwe bibîne. Piştî greva birçîbûnê Riza Yer hêvî û bêrîkirina ku neviya xwe bibîne, ji bo hevdîtina bi wesîleya sersalê ya 4’ê çileya 2013 hate girtîgehê. Lê bi hinceta makneîya “xwendina çavan” çavên wî nexwendin, nehiştin neviya xwe bibîne. Kalê Riza her çendî bi zorê dikare bimeşe, lê dîsa jî li ber xwe dide û bi hêviya ku hefteya bê neviya xwe bibîne vegeriya. Lê bêrîkirina wî careke din di makenaya “wijdanê” de asê ma. 11’ê çileya 2013 careke din xwest bê serdana neviya xwe, lê bi hinceta makîneyê “çavên wî nexwendin” careke din nekarî neviya xwe bibîne û bi vî awayî careke din mafê wî yê hevdîtinê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate binpêkirin.

Piştî vê pêkanînê Hulya Yer nerazîbûn nîşanî vê yekê da û vê niyeta xirab şermezar kir. Yer da diyarkirin ku beriya berxwedana greva birçîbûnê bapîrê wê bêyi tesbîta “xwendina çav” bi dehan car hatiye hevdîtinê û got: “Ev helwest tohildana li hemberî berxwedana me ya greva birçîbûnê ye.”

ASTENGIYA LI PÊŞIYA BÊRÎRKIRINA 24 SALAN

Yer binê wê yekê xet kir ku ev ne yekem pêkanîna keyfî ya piştî greva birçîbûnê ye û got: “Birayê min ê ku piştî 24 salan hate Tirkiyeyê û xwest min bibîne, li rastî heman astengiyê hat. Vê carê ji aliyê dozger ve hate astengkirin. Lê beriya vê yekê xwîşka min û hevalên min ji derveyê welêt hatin û bi min re hevdîtin pêk anîn. Lê piştî ku birayê min piştî greva birçîbûnê hat, nehiştin bê hevdîtinê.”

ANF NEWS AGENCY