Ji Karayilan bo Sûriyeyê bangawazî
BEHDÎNAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan derbarê komkujiya Qamîşlo de diyar kir ku komkujiya Qamişlo provokasyonek bû û got ; “Ji bo ku gelê Kurd bipelixinîn, zordariyê li ser bikin, di Suriyê de li hemberî gelê Kurd wekî pêvajoyekê bidin destpêkirin ev bûyer hat plankirin.” Karayilan wiha domand ; “Gelê Kurd du tiştan dixwaze; yek, Suriyeke demokratîk. Ango di Suriyê de demokrasî hebe; duyemîn, mafê xwe yê nasnameyî dixwazin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê yên derbarê komkujiya Qamişloyê de. Karayilan dewleta Sûriye hişyar kir û got; “Divê bi Kurdan re dijminatiyê nekin. A niha Beşar Esad ger siyaseta li ser Kurdan wek siyaseta bavê xwe Hafiz Esad bimeşîne, Kurd jî wê erênî bersiv bidin. Lê na, siyaseta zextkariyê bimeşîne, Kurd ti caran vê qebûl nakin. Li hemberî vê wê têkoşîna xwe birêxînin.” Herwiha Karayilan bal kişand ser lihevkirinên rêxistinên sîxûrî yên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ha li hemberî ciwanên Kurd û diyar kir ku Sûriye kurdan birçî dihêle û ber wan dide ji derveyê welatê wan
*Heftemîn salvegera Komkujiya Qamişlo ye. Di ser vê bûyerê re heft sal derbas bû. Piştî heft salan di derheqê vê komkujiyê de hûn dikarin çi bibêjin?
KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ PROVAKASYONEK BÛ
Ez di heftemîn salvegera bûyera Qamişloyê de tevahî şehîdên Qamişlo, Cizîrê, Kobanê, Efrînê yên bi bilindkirina serhildana gelê Kurd bi qehremanî şehîd ketine bibîr tînim. Em soz didin ku bi bilindkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd emê bîranînên wan bidin jiyandin û bi vî awahî bikin kesên nemir.
Bi rastî komkujiya Qamişlo provokasyonek bû. Ji bo ku gelê Kurd bipelixinîn, zordariyê li ser bikin, di Suriyê de li hemberî gelê Kurd wekî pêvajoyekê bidin destpêkirin ev bûyer hat plankirin. Ango dewlet lê xwedî derneket. Aşkere ye ku hinek baskên di hundirê dewletê de bihêz ev provokasyon tertîp kirin û dûv re jî piştî bûyerê dewleta Suriyê hîn zêdetir xwe nêzîkê Tirkiyeyê kir. Li ser çi esasî wisa kir? Li ser esasê dijberiya Kurdan. Ango dewleta Suriyê li ser Kurdên navxweyî her zext kir û bi vê zextê peyam da Tirkiyeyê ku got ez bi te re me. Ev ne siyasetek ehlaqî ye.
GELÊ ME NETIRSIYA
Piştî komkujiya ku li Qamişlo pêk hat, ev tişt qewimî. Ji bo vê jî piştî heft salan ku mirov lê dinêre, niha mirov baş fêm dike ku bi rastî provokasyonek bû, hinek armancên xwe hebû. Bi taybet di heremê da di pêşengtiya Tirkiyeyê da konsepteki nû yê êrişê hat lidarxistin. Heman demî li ser tevgera me bi destê hinek ixanetkaran operasyonek bi rêxistibun. Wan xwestin ku tevgera azadayi Kurd li hemu beşê Kurdistan puç bikin û tasfiye bikin. Ev provokasyon jî di vê çarçoveyê da pêk hat. Û bi taybet li Rojavayê Kurdistan xwestin gelê Kurd bitirsînin, bi vî awahî ji ser axa wî, ji ser erdê wî derxînin, wisa bikin ku bi temamî gav paşde bavêje û di heman demê de jî bi Tirkiyeyê re têkiliyê xwe xurt bikin û doza azadiya Kurd bi vî awahî paşve bidin. Komkujiya Qamişlo ji bo vê hat tertîpkirin. Lê gelê me netirsiya. Hem li Qamişlo gelê me yê welatparêz, dûv re tevahî Cizîrê û bi taybet ji bo piştevaniyê li Efrînê, Kobanê, Helebê û li Şamê li her derekê gelê Kurd serî hilda.
SIYASETA DEWLETA SÛRIYEYÊ LI SER KURAN BERDEWAM E
Cardin beşên Kurdistanê yên dîtir li gelê Rojavayê Kurdistanê xwedî derketin. Bi vî awahî armancên wan pêk nehat. Ji ber ku gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê hem bi zanabûna xwe, hem bi welatparêziya xwe, hem bi rêxistiniya xwe astek raber kir, berxwedaneke pir pîroz pêş xist. Vê berxwedana pîroz planên neyaran vala derxistin. Vana dixwestin bi vê komkujiyê tirsonekiyê çêbikin, her kesî bidin koçberkirin, bi temamî teslîm bigirin. Xwestin têkoşîna azadiya Kurd tune bikin. Lê îro gelê me rexmê zor û zehmetiyan jî hîna li ser linge, li ser axa xwe ye û têkoşîna wê berdewam dibe. Ev nîşane ku daxwaziyên provakatoran pêk nehatiye. Ev bi xwîna şehîdan çêbû. Tu şehîdên li wê derê di serhildana gelê xwe de jiyana xwe ji dest daye, vala neçû ye. Ew bûn wekî îradeya gelê Kurd, wekî rûmeta gelê Kurd. Bi helwesta xwe ya danîn, bi vê berxwedanê giştî gelê Kurd hate parastin. Piştî heft salan mirov van heqîqetên berxwedana gelê me hîn jî aşkere dibîne. Yên xêrnexwaz xwestin êrîşeke berfireh pêşbixin û encam bigirin. Lê berxwedana gelê me rê neda ew encam bigirin. Piştî wê êdî siyaseta dewleta Suriyê ya li ser Kurdan bi bingehîn hat guhertin û heta roja îro jî berdewam dibe.
HEVKARIYA MÎT, MUXABERAT Û ÎTLEATÊ
Di siyaseta Suriyê de cudakariyek heye. Cudakarî li ser Kurdan tê meşandin. Li Kurdistanê siyaseta birçîbûnê dimeşînin. Dixwazin xelk birçîbe, nikaribe bijî û ji bo vê bar bike, derkeve û here Lûbnan, Ewropa, Yewnan, herin Şam ê û deverên din. Ango ji nav axa Kurdistanê derbikevin. Daxwaziyê xwe yê wisa heye. Ji bo vê birçîbûnê pêşdixe. Heta ji bo ku ciwan bi axên xwe ve, bi rûmeta xwe ve neyin girêdan, têkoşîna azadiya neteweya xwe nekin madeyên bêhişkirinê pêşdixin; di nava civakê de esrarê, eroînê, cur be cur şêwazên bêehlaqiyê bi zanabûn pêşdixin. Di vê xisûsê de em dizanin ku istîxbarata Tirkiyeyê MÎT, yê Suriyê Mûxaberat û yê Îranê Îtlaet bi hev re rûdinin ku ciwanên Kurd çawa ji rê derxînin, ji têkoşînê dûrxînin, bi çi awahî nêz bibin. Di nava civakê de çi senaetan pêşxînin ku civak ji heqîqeta xwe dûrbikeve, ciwan bi dûv azadiya gelê xwe nekeve. Ango van hemûyan plan dikin û tetbîq dikin. Rastiyek wisa heye. Ji bo vê pêwîste gelê me yê li hemû beşên Kurdistanê li hemberî kiryarên bi vî awahî hişyarbin. Ciwan, divê xwe biparêzin, rûmeta xwe biparêzin, nekevin lîstokên bi armancên dagirkeriyê û senaetên modernîteya kapîtalîst. Di bin navê moda de, di bin navê teqlît de ji heqîqeta xwe ya netewî dûr nekevin. Ev meseleyek pir girînge.
Cardin zagonê ku li Kurdistanê yek kes nikare tiştekî bikire, bifroşe yasayên bê wate ne û bi temamî ji bo ku li ser gelê Kurd zextên netewî bê pêşxistine. Jixwe em dizanin ku bi sed hezaran însanên me hîn jî bê nasname ne. Ango li Suriyê cudakariyek heye. Ev rastiyeke û li ser Kurdan zextek heye. Bi taybet van heft salên dawî ev zêde bûye.
*Gelê Kurd divê li hemberî van zextan têkoşîneke çawa bimeşîne?
-Divê mirov berî her tiştî vê bibêje; îro di çarçoveya giştî de têkoşîna azadiya gelê Kurd gihiştiye qonaxeke pir girîng û em dibêjin ev qonax êdî wê qonaxa serkeftinê û qonaxa azadiyê be. Di têkoşîna vê qonaxê de bi taybetî sala 2011 wê saleke mezin be. Tevgera me û gelê me ji bo vê salê amadekariyên xwe hene. Têkoşîna azadiya Kurd êdî dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike.
Heta niha di herêma Rojhilata Navîn de du caran sererastkirin çêbûne. Carekê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di sala 1923’an de bi Peymana Lozanê sererastkirin misoger bû. Di vê sererastkirinê de gelê Kurd hate înkarkirin, neheqiyeke mezin lê çêbû. Kurdistan rexmê ku di herêmê de welatê herî kevin bû, gelê Kurd rexmê ku xwedan çandeke dewlemend jî bû, hat înkarkirin, kirin çar parçe û parve kirin. Parvekirina ku careke din yek parçe nikaribe rizgar bibe. Ji ber ku li derekê têkoşîn hebe dagirkeriya li parçeyê din li dijî wê disekine. Ango wekî xefkekê kirin çar parçe û hat înkarkirin. Di Peymana Lozanê de navê netewa Kurd jî derbas nebû. Sîstema Rojhilata Navîn di bin pêşengiya Îngilîz û Fransizan de li ser esasê înkara gelê Kurd hat damezrandin. Di sererastkirina yekemîn de Kurd tune hatin hesibandin.
Di cîhanê de û di herêmê de sererastkirina duyemîn a herî mezin jî piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn çêbû. Ango ji 1945’an şûn ve çêbû. Di vê de jî gelê Kurd ti encam negirt. Hinek derfet çêbûn, Komara Mehabad pêkhat. Lê dûv re cardin êrîş li ser çêbûn. Wekî em dizanin Komara Mehabad nikaribû bidome, hilweşîya û dîsa komkujî bi rê ket. Ango her sererastkirinê bi xwe re komkujî aniye Kurdistanê. Hem ê yekemîn û hem jî yê duyemîn.
ROJHILATA NAVÎN Û SERERASTKIRINA NÛ
Niha di cîhanê de û di herêmê de sererastkirineke sêyemîn di rojevê de ye. Bi esasî mudaxeleya hêzên navnetewî ya li ser herêmê, bi mudaxeleyên ku li ser Afganîstanê û Iraqê çêbûne destpêkir. Dûv re gelê herêmê jî ketin nav tevgerê. Me dît li Tûnûsê, li Misirê û niha li tevahî herêmê belav dibe. Êdî gelê herêmê jî ji zextê, ji cudakariyê re dibêje êdî bes e! Raste, belku ev serhildanên gelan wekî niha li Lîbyayê çêdibe, dibe ku hinek kes destê xwe dixin nav û dixwazin li gorî berjewendiyên xwe rêvebibin. Ev yek hem li Tûnûs, hem Misir û hem jî îro li Lîbyayê diqewime dest têde hene. Tenê ne hema daxwaziyên civakê ne; hinek tiştên wisa jî hene. Lê ev heqîqeta giştî naguhere. Heqîqeta giştî eve ku li Rojhilata Navîn qonaxeke nû destpê bû û di vê çerçeveyê de wê di herêmê de sererastkirineke nû birê bikeve. Di vê sererastkirina nû de êdî gelê Kurd jî dibe ku cihê xwe hebe. Êdî kes nikare li pêşiya gelê Kurd bisekine. Êdî cudakarî, zext û zilma li ser gelê Kurd nikare encam bigire. Pêwîste her kes vana bizanibe. Qonaxa destpê bûye ev qonaxe; gel hîn zêde azadiyê dixwazin, hîn zêde demokrasiyê dixwazin, hîn zêde parvekirineke adil dixwazin, hîn zêde edalet, hîn zêde wekheviyê dixwazin. Gelê Kurd ji her kesekî bêhtir muhtacê van tişta ye. Gelê Kurd bi salane di bin lingê leşkerên dagirkeriyê de dike nale nal. Ji bo vê, gelê Kurd ev derfetên çêbûne ji destê xwe bernade. Ji bo vê em dibêjin pêvajoya azadiya gelê Kurd destpê bûye û êdî tu kesek nikare meşa gelê Kurd a azadî û demokrasiyê bisekinîne. Gelê Kurd di herêmê de gelê herî zêde rêxistinkirî ye, herî zêde xwedan ezmûn e û herî zêde xwedan xet û perspektîf e. Serokatiya xwe heye, perspektîfa xwe heye.
Gelê Kurd îro li ser esasê paradîgmaya demokratîk-ekolojîk, ji bo şoreşa demokrasiyê, ji bo şoreşa jinê, ji bo şoreşa ekolojîk nêzî çil salî vir ve têkoşînekê dimeşîne. Niha ev ezmûnê gelê Kurd bi rabûnên gelê herêmê re hîn zêde xurt bû, hîn zêde derfet çêbû. Ji ber vê yekê pêvajoya ku destpê bûye, pêvajoyeke nû ye. Divê pêvajoya nû de wê gelê Kurd jî wekî hemû netewên di herêmê de cihê xwe bi xwe çêke. Em biratiya gelan dixwazin, em wekheviya gelan dixwazin û em demokrasiyê dixwazin. A niha gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ji hemû beşên Kurd ên din hîn zêdetir xwedan zanabûn û ezmûn e. Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bi esasî tu caran li hemberî rejîma Suriyê nesekiniye, mafê xwe xwestiye. Mafê xwe yê xwezayî xwestiye. Dema rejîma Suriye nerm nêzîk bûye, heta wekî dema Hafiz Esad û Rêber Apo dostanî kiriye nêzîkatiya dostanî pêşxistine. Lê carina jî dewleta Suriye ji bo berjewendiyên xwe li ser gelê Kurd zextkarî meşandiye. Di salên 1960’î de ji bo peyam bide dewleta Iraqê zext meşand. Sala piştî 2000’ê jî ji bo peyam bide dewleta Tirkiye li ser gelê Kurd zext meşand. Ango dewleta Suriyê ne ji bo xeteriya hundir zextê li ser Kurdan dimeşîne. Dewlet jî dizane ku Kurdên di hundirê sînorên Suriyê de li ser desthilata Şamê ne xeter in. Lê ji bo peyam bide Iraq, Tirkiye an jî dewletên din ên wekî Misir zext hatiye ser gelê Kurd. Di hundirê dîrokê de zexta li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûyî bi vî awahî çêbûye. Tenê ne ji dînamîkên hundir, na! Ji ber hinek hesabên dewleta Suriyê polîtîkayên wisa pêşketine. Ji bo vê em dibêjin, ev ne polîtîkayek rast e û ne jî ehlaqî ye. Di vê dema girîng de divê dewleta Suriye êdî vê heqîqetê bizanibe ku gelê Kurd mafê xwe yê xwezayî dixwaze. Divê li ser gelê Kurd zextê rakin, zordariyê nekin û em dibêjin; divê ev siyaseta cudakariyê bidawî bikin, divê ji gelê Kurd netirsin.
GELÊ KURD DU TIŞTAN DIXWAZE
Gelê Kurd du tiştan dixwaze; yek, Suriyeke demokratîk. Ango di Suriyê de demokrasî hebe; duyemîn, mafê xwe yê nasnameyî dixwazin. Ango daxwazên wekî welatekî demokratîk tiştên xwezayî ne, maqul in. Ji bo vê divê dewleta Suriye bi taybetî bizanibe ku rewşa wan ne wekî ya Tirkiye an jî ya Îrane an jî ya Iraqê ye. Kurdên li wir hîn hindik in, li ser rejîma wan ne xeter e. Divê bi Kurdan re dijminatiyê nekin. A niha Beşar Esad ger siyaseta li ser Kurdan wek siyaseta bavê xwe Hafiz Esad bimeşîne, Kurd jî wê erênî bersiv bidin. Lê na, siyaseta zextkariyê bimeşîne, Kurd ti caran vê qebûl nakin. Li hemberî vê wê têkoşîna xwe birêxînin. Ji bo vê yekê di vê dema girîng de ku gelê Rojhilata Navîn niha di nav têkoşîna azadiyê de ye, di nav têkoşîna demokrasiyê de ye, bayê ku niha herêm têde, divê gelê Kurd giştî, bi taybetî yê li Rojavayê Kurdistanê jî pir bizanist û bitevger tevbigere. Wisa pir zêde germe germ xwe bide pêş na. Divê di hundirê Suriyê de pêşveçûnên di derbarê têkoşînê de baş bide berçav. Bi tena xwe dernekeve pêş. Di hundirê xwe de rojên xwe yên pîroz helbet wê pêşwazî bike, li rûmeta xwe xwedî derbikeve. Lê divê neyê lîstokan, divê hişyar be. Divê hêza xwe biparêze, bi zanabûn tevbigire.
KURDÊ AZAD, SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK
Li hêlekê divê gelê Kurd ji diyalogan re vekirîbe, li hêla din jî divê xwe birêxistin bike, ji her îhtîmala nû re amade be. Divê ew jî bikaribe di aliyê xwe de ji pêşveçûnên nû re bibe bersiv. Bi taybetî hem ji diyaloga bi dewletê re vekirîbe, eger ku dewlet bi rastî bixwaze guhertinê bike, demokrasiyê pêşxîne, di siyaseta li ser Kurdan de guhertinê çêbike divê Kurd ji vê re vekirîbin, ji diyalogê re vekirîbin. Di heman demê de divê bi muxalefetên demokratîk re jî ji bo diyalogê vekirîbe. Ango divê Kurd di vê demê de yek alî tevnegerin. Divê hemû îhtîmalan bidin berçav. Ji ber ku ev dem demeke girînge, stratejîk e, dikare encamên mezin bigire. Ji bo vê, divê şaşîtî nebe. Ji bo Suriyeke demokratîk, ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo bi rastî gelê Kurd mafê xwe bigire dest divê polîtîkayeke rast bê meşandin. Di vê xisûsê de ezmûnê şoreşa me heye. Gelê me yê li beşê Rojavayê Kurdistanê jî dikare ji vê ezmûnê îstîfade bike û bi taybetî kîjan teref dibe bila bibe ji bo ku çareseriya pirsgirêka Kurd di hundirê Suriyê de divê ji pêşveçunan re amade be. Mafê gelê Kurd ê siyasî, nasnameyî, civakî û ê çandî mafê xwezayîne. Dibe ku vana pêk bên. Kurdê azad û Suriyeyekî demokratîk hedefa gelê Kurd e. Dibe ku gelê Kurd dinava xwe de bikaribe xwe tevger bike, azadiya raman û rêxistinî gelek giring e. Dibe ku gelê Kurd bikanibe bi şêwazeki azad xwe tevger bike. Meclisê xwe tevger bike û fermî kar bike. Ango bikaribe bi xwe xwe rêve bibe, çanda xwe bi şêwazekî azad jiyan bibe. Di van xisusan da ji bo ku azadî pêşbikeve dibe ku di destura bingehîn a Suriyê da guhartin çêbibin. Ev pêwîste. Gelê Kurd dixwaziyên pêşdixe ji bo Suriye ne zarareke. Berovajiyê vê neteweyekî demokratîk vê pêşbixe û Suriye demokratik bike. Formulasyona netewekî demokratîk-welatekî hevbeş ji bo Suriye formulasyona herî raste. Ji ber ku di Suriyê de cur be cur çand hene. Ji bo yekitiya Suriye û demokrasiya Suriye dikare bi va formulasyonê xurt bibe û Suriye di heremê de bike welatekî demokratik di pêş de.
ROLA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YA DI TEKOŞÎNA AZADIYÊ DE
Gelê Kurd li Suriyê dinavbera gelê Ereb û tevahî Kurdan da dostanî pêşbikeve dikare rolekî giring bileyze. Em weke gelê Kurd dixwazin gelê Erap re di hundir têkiliyê dostane bin. Gelê Kurd li Suriyê dikare roleki weke pire bileyize. Rojavayê Kurdistan belku beşekî piçuke, lê heta niha çawa ku di têkoşîna me de rolê mezin leyistiye di tekiliyên dinavbera gelan de jî dikare rolekî mezin bileyize. Pêwiste mirov tenê li hacmê vê nenêre. Di têkoşîna azadiya Kurd da heta niha rolekî pir cidî û mezin leyistiye. Bi hezaran qehreman ji vê axê derketine. Welatparêziya xwe yê kur û zanistiya xwe yê demokratik rêvedike ku ji bo demokratik kirina Suriyê jî rol bileyize, ji bo dostaniya gelê Kurd û ê gelê Erep jî rolekî xurt bileyize. Tenê di va hususê de zextdarî nebe, zulim nebe, tirs tunebe, bi hevra dayin û standin hebe û bi rastî li ser esasî biratiyê gelan nêzîkbun hebe vê pêşî va rolê vebe.
*Gelê Kurd li rojavayê Kurdistan di rojên nêz da çawa dikare tevbigere?
BILA GELÊ ME BIZANE DI ŞOREŞÊ DE DEMA SERKEFTINÊ YE
-Berî hemu tiştî komjiya Qamişlo û pêvajoya gelê me li Rojavayê Kurdistan ê bi berxwedanî pêşxistiye bingehekî berxwedanên mezin aşkere kiriye. Gelê me li ser esasê vê bingehî ji bo bîranîna şehîdên xwe yê qehreman, şehîdên di tevahî şoreşê da dayî, şehîdên di berxwedana 12 adarê da dayî, bi giştî gelê me di têkoşîna xwe yê virde de jiyan kirindin bide û dibe gelê me li herderekê xwe tevger bike. Ez dizanim zextdarî û zulim heye. Lê ez dibêjim bîr û baweriya gelê me, welatparêziya gelê me cardîn jî bikanibe li hember hemu zorî û zehmetiyan bi bersiv be û çareserî pêşxîne. Dibe ku gelê me baş bizanibe dem demê şoreşê ye, demê serkeftinê ye. Ji bo vê jî dibe ku herkes xwe di hundir xwe de xwe bi rêxistin bike.
NEWROZA 2011 PIR GÎRNG E
Bi taybet Newroza pêş me Newroza 2011 Newrozekî pir giringe û dibe ku bi Newroza destpêka azadiyê be. Dibe ku gelê me bi rihekî yekitî û bi rêxistinekî xurt û bi tevlêbunekî girseyî mezin tevlê Newrozê bibe. Dibe ku raber bike xwedan çi hêzê. Dibe ku bi va Newrozê de di hundir Suriyê da weke netew xwedan çi hêze aşkere bike. Dibe herkes bibene ku hêza esasî kiye? Ji bo vê yekê ez bi vê vesileyê bang dikim; hemu rêxistin, parti û saziyê li rojavayê Kurdistan bi yekbin, yekitiya xwe çêbikin. Dem demekî giringe, vî demî perçebun ne raste. Ger ku li hev nakin jî xetên situr bi çerçeveyekî giştîbin, bi hevre tevbigerin. Dibe ku istihbaratên dewletan an jî kesên din armancên cuda cuda bi kar tînin ber bayê wan nekevin. Xwe di hundirê xwe de bi yekin. Gumane ku li rojê pêş me de pêşveçunên mezin çêbibin, bi van pêşveçunan re amadebin. Lê bi tenê xwe xwe ji kesekî re nekin êm, neyin lîstokan. Bi cesaret, bi rêxistin, bi zanistî tevbigerin. Ger ku bi giştî welat da pêşveçun çêbibe, ji van pêşveçunan re bikanibin bi her şêwazî amadebin. Wekî ku min got, ji diyalog û ji rabunê re jî amadebin. Em di vê baweriyê de ne ku ev konaxê em têda hem li rojavayê Kurdistan hem jî bi giştî Kurdistan gelê Kurd bigihîne konaxekî nû, vê bigihîne azadiyê. Ez bi vê bîr û baweriyê ji gelê me yê Rojaveyê Kurdistan ra bi rûmet slav û rêzê xwe pêşkeş dikim û di rêya şehîdên qehreman da ji tevahî gelê me ra serkeftinê dixwazim. Di va demî dîrokî û giring da xeta Rêber Apo di şopdariya şehîdên qehreman da wê gelê Kurdistan bibe azadî yê. Rojhilatanavin a demokratik û Kurdistana azad îro hîn nêzîk bûye. Ji bo vê yekê her çikas zehmetî jî hebin lê dibe bi fedekariyekî mezin em di rêya rast da tekoşîna azadiyê bilind bikin.
ANF NEWS AGENCY