Ji Karayilan daxuyaniyên girîng
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan berî ku koma xebatê ya xweseriya Demokratîk ku rê li ber gelek niqaşan vekirî binirxîne bal kişand ser xalekê girîng û got, ew qîmeteke mezin dide diyaloga li Îmraliyê, lê heta niha guftugoyeke ji raya gîştî re vekirî ya ji bo çareseriyê pêk nehatiye.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê û xweseriya demokratîk weke Projeya çareseriyê ya aliyê Kurd binav kir û got, pir normale ku di nava sîstemê de al û nîşaneyên her bajarî hebin. Derbarê yek ji mijarên herî zêde tê niqaşkirin, 'hêzên xweparastinê' de jî Karayilan daxuyaniyên balkêş dan.
KURD PÊŞNÛMEYA JIYANA AZAD DERXISTIN HOLÊ
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan berî ku koma xebatê ya xweseriya Demokratîk ku rê li ber gelek niqaşan vekirî binirxîne bal kişand ser xalekê girîng û got, ew qîmeteke mezin dide diyaloga li Îmraliyê, lê heta niha guftugoyeke ji raya gîştî re vekirî ya ji bo çareseriyê pêk nehatiye.
Der barê koma xebatê ya xweseriya demokratîk de jî Karayilan wiha dibêje; "Ev proje esas, projeyeke çareseriyê ya aliyê Kurd e. Projeyek AKP'ê tine ye. Aliyê Kurd jî ev raxist holê û got, pirsgirêka bi vî awayî dikare çareser bibe. Bi vê projeyê, Kurdan diyar kir ku ew dixwazin bi dewleta Tirk re di nava danûstandinê de bin lê ji bo jiyaneke azad xwe birêxistin bikin."
Karayılan anî ziman ku kesên tevlî koma xebatê bûne ji aliyê zanebûn û hestiyarbûnê de kesên gihaştî ne lê tevlîbûna dikare hê berfirehtir bibe û dike ku ev niqaşana ji nişka ve derneketiye holê û dibêje; “Ev 3-4 sal in xweseriya Demokratîk weke formula çarerseriyê di rojevê de ye û li ser mijarê gelek xebat û niqaş hatiye kirin.”
XWESERÎ PROJEYA ALIYÊ KURDYA ÇARESERIYÊ YE
Karayilan bi van gotinan jî balê dikişîne ser pêdiviyan dewamkirina nîqaşan; "Eger armanc gavavêtineke ji bo çareseriyeke mayînde be, û ev yek rê li pevçûnê veneke, wê demê lazime ev proje têkeve rojevê. Li ser vê mijarê divê nîqaşên dualî bên kirin û pêvajoyek bebiçav derkeve holê. Tenê bi vî awayî pirsgirêka Kurd, ku pirsgirêkeke dîrokî ya civakî ye, dikare were çareserkirin."
HÊZA XWEPARASTINA CEWHERÎ SIVÎL Û BÊ SÎLEH E
Di çarçoveya vê projeyê de, yek ji mijarên herî zêde yên tê niqaşkirin jî mijara Hêzên xweparastinê ye, û Karayilan derbarê vê mijarê de jî wiha dibêje: "Zêdetir ji bo muhafazekirina aramiya civakê, li dijî êrîşên civakê qirêj dike xweparastina civakî ye, behsa parastineke ji bo xwenasînê tê kirin. Ev xweparastina behsa wê tê kirin, rêxistinbûyînek sivîl û bê sîleh e. Lê di pêşnûmaya xweseriya Demokratîk de, divê bê zanîn ku mirov vê mijarê cuda bifikire. Yanê hê xweseriya Demokratîk bi her aliyê xwe neketiye pratîkê, divê ev hêza xweparastinê bi awayekî sivîl were birêxistinkirin."
Murat Karayilan destnişan dike ku eger Kurdistana Xweser bibe, di bin kontrola saziyên herêmî de, normale ku hêzek xweparastinê jî hebe û dibêje: "Şiklê vê jî, encax piştî muzakereyên bi dewletê re dikare zelal bibe. Eger sîstema xweseriyê fermî bibe, hêza xweparastinê jî dikare şiklê xwe biguherîne. Ji ber vê yekê xweparastina niha û ya paşî, dibe ku ne weke hev bin, ji hev cihêreng bin.
DEVERA XWESERÎ LÊ HEBE WÊ SEMBOLÊN WÊ JÎ HEBIN
Derbarê nerazîbûnên ji bo ala cuda û hwd de jî Karayilan dibêje 'lazime bi tirs û xofa parçebûnê nêzî mijarê nebûn û wiha dewam kir; "Li cihê ku xweserî lê hebe bê guman meclîs û alên ku wê sembolîze bikin jî, wê hebin. Yên dixwazin van weke tiştê ne di cih de nîşan bidin, mijarê berovajî dikin. Li cihekî ku sîstema xweseriya Demokratîk lê hebe, ala vê sîstema xweser, nîşaneyên aîdî wê û meclîsa wê jî, bê guman wê hebin."
Serokê Konseya Rêveber ê KCKê Mûrat Karayilan anî ziman ku modela xweseriya demokratîk di heman demê de, pêwistiyeke demê ye û got, bi yek destî rêveberin demokratîkbûyîn ne mumkun e. Karayilan li ser pirsa derbarê komkujiya Mereşê de jî wiha bersiv da: “ Esas ev komkujî, li dijî tevgera me ya wê demê nû hatibû damezrandin tehdîtek bû.
PROJE JI BO TEVAHIYA TIRKIYÊÇARESERÎ YE
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan pêdiviya xweseriya demokratîk a di vê serdemê de wiha tîne ziman:"Rêveberiyên weke Tirkiyê ku, biryara her tiştî li navendê digre, bi zihniyeta burokratîk û teng a netewdewletiyê tevdigere êdî pir kêm bûye.
Karayilan dibêje tiştekî din ê ku vê modelê ferz dike, pêşketina rêveberiya xwecihî ye, ji ber ku ev awayê rêveberiyê aîdê demokrasiyên hemdem û gerdûnî ye. Tirkiye wê weke cinawir jî bibîne, neçar e rêveberiya xwecihî qebûl bike.
Karayilan pêşveçûnên ku wê ev model rê li ber veke jî wiha tîne ziman: "Weke aliyê Kurd, ev formula xweseriya demokratîk ya me pêşkêş kiriye, ji bo Tirkiyê formula çareseriyê ye. Projeyek ji bo demokratîk-kirina tevahiya Tirkiyê ye. Lê, em bêjin niha civaka Tirkiyê vê qebûl nake. Wê demê sirf ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê ev formul weke kilîta çarseriyê were pêşxistin. Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vê weke formula bingehîn dibînin. Lê ev li gelemperiya Tirkiyê têkeve meriyetê, wê hêza demokrasiyê xurt bike. Li Kurdistanê pêkanîna vê formulê jî, wê demokratîkbûyînê li ser Tirkiyeyê ferz bike."
Karayilan carekê din bibîr dixe ku xweserî ne jihev veqetînê, wê hevûdin girtinê pêş bixe.
YA TÊ FERZKIRIN YEKÎTIYA BI DARÊ ZORÊ YE
Herwiha tîne ziman ku rewşa heyî mirov nikare weke hevgirtin û yekitiya gelan bi nav bike û dibêje:"Yekîtiya niha, yekîtiyeke bi zora 400 hezar eskerî ya bi darê zorê ye. Em jî dibêjin ne hevgirtineke bi darê zorê, em hevgirtineke ji dil ava bikin. Dema em vê niqaş dikin, bi tirs û xofên pêşhukim yên weke, 'na hêza xweparastinê wiha dibe' ne mumkune ku mijar baş were niqaşkirin û famkirin. Ji ber vê yekê divê Tirkiye êdî were astekê û li gorî vê serdemê heyî tevbigere."
Karayilan di axaftina xwe de li ser mijara komkujiya Mereşê jî rawestiya.
"Ew weke peyameke ji bo me ye. Lê me jî, weke pêdiviya bîranîna kesên di komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de zeximtir kir. Xwedîderketina li bîranîna kesên hatine qetilkirin, me kir armancek bingehîn a jiyan û têkoşîna xwe."
Murat Karaylna dibêje yek ji wezîfeyên ku komisyona heqîqetan û Edaletê jî ronîkirina vê komkujiyê ye.
Karayilan behsa operasyonên qirkirina siyasî yên salekê li pê xwe hiştiye jî radiweste û dibêje: “Eger AKP dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, pêşî divê dawî li operasyonên qirkirina siyasî bîne. Heta dawî li wan neyne, ne mumkune behsa çareseriyê bê kirin.”
ANF NEWS AGENCY