Ji KCD-E ji bo kampanya alîkariya Kobanê bang
DUSSELDORF 13.07.2014 07:00:00 Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê, ji bo kampanya alîkariya maddî ya ji aliyê saziyên Kurdistanî ve hatiye destpêkirin banga beşdariyê li Kurdan kir. Di daxuyaniya KCD-E de hat gotin, "Di serî de Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, em bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dikin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin."
Di daxuyaniya bi sernivîsa berxwedana gelê Kobanê berxwedana rûmet û namûsê ya gelê Kurd e de wiha hat gotin, "Em êrîşên xwînkar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) yên di demên dawî de li Kobanê û derdora wê li dijî gelê me yê sivîl tê kirin şermezar dikin û dixwazin destnîşan bikin ku em li cem gelê xwe yê li dijî van êrîşan bi biryardarî radiweste û şerê parastina herî bi heybet a dîrokê dimeşîne, cih digirin.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li dijî çeteyên qetlîemkar em berxwedana bi rûmet a gelê Rojava ku bi lehengî û li ser bingeha parastina rewa, ji bo azadî û yekitiya demokratîk a neteweyan û gelan nîşan dide silav dikin û tînin ziman ku pêwîstiya vê berxwedana mezin bi destek û piştgiriyê heye. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijî, dost, demokrat, rewşenbîr û her kesê ji xwe re dibêje "ez mirov im" dikim, ku destekê bidin zarokên Kurd ên li Kobanê ji ber nêza û tîbûnê, ji ber nexweşî û bêdermaniyê jiyana xwe ji dest didin. Em bang dikin ku bi ruhê seferberiya neteweyî tevlîbûn li kampanya alîkariyê ya ji aliyê saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê hatiye destpêkirin, bibin.
Ji bo şoreşa Rojava were têkbirin, Mûsil bi awayekî plankirî û bi zanebûn radestî çeteyên DAIŞ'ê hat kirin. Armanca wan ew bû ku bi çekên ji vir werdigirin re êrîşî şoreşa Rojava bikin û li vir komkujiyên mezin pêk bînin. Di nava vê planê de Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye, hin hêzên herêmî û dewletên navneteweyî hene. Êrîşa li hemberî Kobanê jî di nava vê planê de cih digire. Rasthatinek nîne ku êrîşên li hemberî Kantona Kobanê zêde bûne. Ev êrîş lîstikeke mezin û projeya dewletên li ser Kurdistanê desthilatdar, dewletên paşverû yên herêmê û hêzên emperyal ên navneteweyî ye. Armanca wan; bi bidestxistina Kantona Kobanê re, Kantonên Xweseriya Demokratîk ên bi kedeke mezin û têkoşîna demokrasiyê ya gelê me hatine avakirin ji holê bê rakirin. Êrîşek ji bo tunekirina destketiyên Kurdan e.
Bi kurtasî di roja îro de gelê me yê li Rojava bi taybetî jî li Kobanê bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Bi fetwayên sexte re jinên Kurd tên desteserkirin, zarok tên revandin, mêr parçe parçe tên kirin û diavêjin ber kûçikan, gund tên şewitandin, heywan tên telefkirin, bajar tên şewitandin. Li dijî van êrîşên hovane, rêveberiya Kantona Kobanê û Koordînasyona Kantonên Rojava ji bo parastina gel banga seferberiyê kir. Ji bo vê seferberiya ku ji bo Rojava bi taybet jî ji bo Kobanê hat îlankirin, divê tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê, bi meş û mîtîngan, bi beşdariya li kampanya alîkariya maddî ya saziyên Kurdistanê, bersiv ji vê seferberiyê re bê dayîn.
Êrîşên li hemberî Kobanê ne tenê li dijî parçeyekî, li hemberî tevahiya Kurdistanê ne. Armanca bingehîn a êrîşan, di kesayetiya Kobanê de teslîmgirtina tevahiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê berxwedana li Kobanê parastina rewa ya topyekûn a 40 mîlyon gelê Kurd û neteweya Kurd e. Ev berxwedana hebûn û tunebûnê îro ji aliyê jin û ciwanên Kurd ên li Kobanê ve kolan bi kolan, gund bi gund, bajar bi bajar bi şer û pevçûnan tê dayîn. Berxwedana Kobanê berxwedana neteweyî, namûs û şerefê ye. Alîkarîdayîna gelê me yê îro di vê berxwedanê de cih digire û xwîna xwe dirijîne, deynê rûmetê yê her Kurd, demokrat û rewşenbîran e.
Weke KCD-E di serî de Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê em bang li hemû Kurdistaniyan, dostên wan, demokrat, rewşenbîr, sosyalîst, mirovên pêşverû û humanîter dikin ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û di mijara alîkariya maddî ya ji aliyê saziyên Kurdistanî ve hatiye destpêkirin de banga "Tu jî tevlî bibe", "Tu jî zarokekî Kurd rizgar bike" dikin.