Ji KCD'ê banga 7'ê mijdarê
13:49 04.11.2013
AMED (DÎHA) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), berxwedana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li hemberê lêkirina dîwarê ya di sînorê Nisêbîn û Qamişloyê de çalakiya rojiya mirinê destpê kiriye, silav kir û banga beşdarbûna ji bo meşa di 7'ê mijdarê de li Nisêbînê bê kirin kir û xwest "bi rihê serhildanê" tevlî meşê bê kirin.
KCD, derbarê berxwedana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 6 roje li hemberê lêkirina dîwarê ya sînora Nisêbîn-Qamişloyê tê kirin di çalakiya rojiya mirinê de ye, daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji dîrokê ve erdnigariya kurdan hatiye dagirkerkirin û talankirin, sînorên sûnî tên kişandin û hat zanîn ku tê xwestin gelê kurd bi vê awayî perçe bikin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ev hewildan di nava kurdan de piştevaniya yekîtiya têkoşînê de nabe asteng û ev tişt hatin gotin: "Gelê kurd bi hev re tev digere, li dora jiyana azad de bûye çeper. Desthilatariya AKP ku ligel bi têl û mayînan hatiye dorpêçkirin jî pêşketina şoreşa Rojava hezim nake, niha jî bi avakirina dîwarên şermê yekîtiya netewî ya gelê kurd bixeniqîne. Dîwarê ku hikumeta AKP'ê di nav bera Nisêbîn-Qamişlo de lêkiriye, dîwarê pêkanîna qirkirin, asîmilasyon û talankirinê ye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ligel mejiyê dewletê di vê polîtîqaya xwe de li bin ket, sînor bê wate ma ye, ligel hemû "dîwarên şermê" yên di sînoran de tên lêkirin di nêzda gelan de hatiye mahkum kirin, hilweşandin û paqijkirina erdên bi mayînkirî jî, hikumeta AKP'ê bi erdên mayînkirî, honandina têlan û dîwarên beton re di van pêkanînan de bi israr e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şaredara me ya Nisêbînê birêz Ayşe Gokkan ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê şermê ya di sînorê de tê lêkirin ketiye rojiya mirinê. Em vê çalakiya berxwedanê ya birêz Gokkan û hilbijêrên me ku li hemberê dîwarê şermê ya dervê serdemê li ser vîna gelê kurd tê lêkirin pêkanîne silav dikin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 7'ê mijdarê de bi rihê serhildanê tevlî meşa li Nisêbînê pêk bê, bibin dikin û berxwedanê bilind bikin."
(ea)