1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KCD’ê banga roja çarşemê li Balafirgeha Amedê bin
Ji KCD’ê banga roja çarşemê li Balafirgeha Amedê bin,ji,kcd,ê,banga,roja,çarşemê,li,balafirgeha,amedê,bin

Ji KCD’ê banga roja çarşemê li Balafirgeha Amedê bin

KCD’ê bi bîr xist ku rojê çarşemê dê cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku li Franseyê hatin qetilkirin dê bên Amedê û bang li gelê kurd kir ku saet 09:00’an de li balafirgeha Amedê bicivin.

A+ A-

KCD’ê bi bîr xist ku rojê çarşemê dê cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên ku li Franseyê hatin qetilkirin dê bên Amedê û bang li gelê kurd kir ku saet 09:00’an de li balafirgeha Amedê bicivin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi bîr xist ku rojê çarşemê dê cenazeyên 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez dê bên Amedê û bang li gelê kurd kir ku saet 09:00’an de li balafirgeha Amedê bicivin.

Ji bo pêşwazîkirina sê têkoşerên azadiyê amadekirina merasîma cenazeyê berdewam dike. Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hat gotin: “ Ji 7 salî heta 70 salî dê gelê me têkoşerên xwe roja çarşemê bi awayeke girseyî li balafirgeha Amedê pêşwazî bike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê bi awayekî girseyî bibin Batikentê dê li vir jî merasimekî mezin werekirin û wiha hat gotin:

“ Piştî merasimê dê cenazeyê Sakîne Cansiz bibin Dêrsimê, Fîdan Dogan bibin Elbîstanê û cenazeyê Leyla Şaylemez jî berbi Mêrsînê ve bên oxirkirin.”

KCD’ê wiha dawî li daxuyaniyê xwe anîn: “ Peywira meya destpêkê ew e ku ji bo cenazeyên rêhevalên meyê ku bên Amedê em bi rihê serhildanê bên oxirkirine.”

KCD’ê ev bang li gel kir ku bi awayekî bi heybet li balafirgehê amadebin ji bo ku cenazeyên sê şehîdên jin pêşwazî bikin.

ANF NEWS AGENCY