1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji KCD'ê li hember komkujiyan banga têkoşîna hevpar
Ji KCD'ê li hember komkujiyan banga têkoşîna hevpar,ji,kcd,ê,li,hember,komkujiyan,banga,têkoşîna,hevpar

Ji KCD'ê li hember komkujiyan banga têkoşîna hevpar

KCD'ê bi boneya şewitandina Otela Madimakê ku di 2'ê tîrmeha 1993'an de pêkhat û 33 rewşenbîr hatin qetilkirin, banga têkoşîna hevpar kir

A+ A-

AMED (DÎHA) - KCD'ê bi boneya şewitandina Otela Madimakê ku di 2'ê tîrmeha 1993'an de pêkhat û 33 rewşenbîr hatin qetilkirin, daxuyanî da û diyar kir ku komkujî bi plankirî pêk hatiye û li hember komkujiyan banga têkoşîna hevpar kir.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya şewitandina Otela Madimakê ku di 2'ê tîrmeha 1993'an de pêkhat û 33 rewşenbîr hatin qetilkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiyên ku li Amed, Dêrsim, Gurgum, Çorum, Meletî, Roboskê û gelek deverên din pêkhatine, di dîroka mirovahî û Tirkiyeyê de wekî rûreşiyê ne û komkujiya Sêwasê jî ji van komkujiyan yek e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujî ji aliyê kesên ji mirovbûnê nesîbê xwe negirtine, rûhê faşîst bi plankirî û zanebûn pêk hatiye.

KCD'ê bi bîrxist ku piraniya kesên ku hatine qetilkirin, rewşenbîr, hunermend bûn, rayedarên dewletê ku komkujî temaşe kirine, hevparên komkujiyê ne. KCD'ê bang li kurd, elewî û hemû hêzên demokratîk û bindestan kir ku li hember komkujiyan têkoşîna hevpar bimeşînin û têkoşînê bilind bikin.

(ça)