Ji KCK'ê banga ji bo rizgarkirina Şengalê
NAVENDA NÛÇEYAN -Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî ji bo Şengal ji çeteyan bê rizgarkirin banga destwerdana hevpar li PDK û YNK'ê kir.
Şengalî ji televîzyona MED NÛÇE re axivî û diyar kir ku hêzên gerîla ji bo destwerdanê amade ne û got, "Demek berî demekê divê destwerdan bê kirin."
Şengalî diyar kir ku divê were pirsîn ka çima pêşmergeyên PDK'ê yên xwedî her şêweyên çekan Şengal terikandine û got, "Pêşmergeyên li wê derê gelê me bi tenê hiştiye."
Şengalî da zanîn ku gelê Şengalê di bin gefa komkujiyeke gelekî mezin de ye û ji bo xwe bistirê berê xwe daye çiyê. Şengalî destnîşan kir ku ew bi rayedarên PDK û YNK'yî re di nava têkiliyê de ne û eger bersiveke erênî ji wan re bê dayîn, hêzên gerîla yên amade ne, wê tavilê bikevin nava tevgerê.
Zekî Şengalî got, "Şengal mijareke neteweyî ye. Şengal Kurdistan e. Parastina Şengalê parastina Kurdistanê ye" û bang li hemû hêz û gelê Kurd kir ku li her cihê lê ne, bi çalakiyan piştgiriya Şengalê bikin.
Cihê pîroz ê Kurdên Êzidî bajarokê Şengal, îro danê sibê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 03'an de êrîşî bajarokê Şengal û gundên derdora wê kiribûn, li dijî êrîşan gelê herêmê bi çekên xwe li hemberî çeteyanl i ber xwe dabûn, lê pêşmergeyên ser bi PDK'ê danê sibê bi konvoyan ji Şengalê derketibûn û Şengal di nava lepên çeteyan de hiştibûn.