Ji KCK’ê banga 'parastina bi Kurdî'
“Divê siyasetvanên Kurd û gelê Kurdistanê bi zimanê xwe biaxive"
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand; “Divê hemû siyaseta Kurdan û gelê Kurdistanê li hemberî siyaseta qirker û pêkanînên faşîzan bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û di dadgehan de xwe bi zimanê xwe yê zikmakî biparêze. Berdêla wê çi dibe, bila bibe, wê israra di vê rêgezê de bigihe serkeftinê. Divê hemû gelê me beşdarî helwesta parastina bi zimanê zikmakî ya siyasetmedarên Kurd bibin û piştgirî bidinê.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku terora polîsan û qirkirina siyasî ya ji aliyê rejîma AKP-Cemeeta Gulen ve tê birêvebirin, êdî hemû alî û derdorên civakê dixe nava xwe û her ku diçe berfirehttir dibe.
KCK’ê bi bîr xist ku dewleta Tirk hemû pirên çareseriyên yên diçin pirsgirêka Kurd hilweşandiye û ji Konferansa Kurdan a di Parlementoya Ewropayê de tê lidarxistin xwest ku li hemberî vê helwesta dewleta Tirk helwesteka xwe bi aşkereyî nîşan bide.
Her wiha KCK’ê ji bo malbata ciwanê Kurd Mûrat Elîbol û hemû ciwanên Kurd re sersaxî xwest û got; “Hesabpirsîna vê êrişê teqez erka sereke ya ciwanên Kurd e.”
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Di vê pêvajoya ku hema bêje her roj girtin pêk tê de, ji bo Kurdan veguheriye zilim û pêkanên faşîzan ên ku cûntaya leşkerî û serdema rêveberiya teng tîne bîra mirov. Li hemberî vana hemûyan, berxwedan û sekna bi rûmet û tawîz nade ya gelê me, siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehan de û yên li derve her ku diçe bi hêztir dibe. Zîhniyeta AKP’ê û Cemeeta Gulena a dest bi girtinên girseyî kiriye, li vê dîwarê berxwedanê ketiye û pêre rû bi rû maye.
Divê hemû siyaseta Kurdan û gelê Kurdistanê li hemberî siyaseta qirker û pêkanînên faşîzan bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û di dadgehan de xwe bi zimanê xwe yê zikmakî biparêze. Berdêla wê çi dibe, bila bibe, wê israra di vê rêgezê de bigihe serkeftinê. Divê hemû gelê me beşdarî helwesta parastina bi zimanê zikmakî ya siyasetmedarên Kurd bibin û piştgirî bidinê. Divê gelê me li hemû saziyên dewletê bi Kurdî biaxivin û bi vî awayî piştgirî bidin xweparastina bi Kurdî ya di dadgehan de û nunerên xwe bi tenê nehêlin. Divê ev helwest her ku biçe bibe helwesteke civakî, divê hemû gelê me bibîne ku parastina bi zimanê zikmakî mafek rewa-mafdar û mirovahiyê ye û li gorî wê her kes tevil bibe.
‘JI KUJERÊN ELÎBOL HESABXWESTN WEZÎFEYA HER CIWANÊ KURD E’
Piştî mitînga BDP’ê ya 3’yê kanûnê li Amedê bi navê ‘dest nede vîna min’ li dar xist. Polîsên AKP’ê ciwanekî hêja yê Kurd qetil kir. Ciwanê Kurdistanî Murat Elîbol ku bi welatparêzî û sekna xwe ya bi rûmet dihat naskirin bi zanebûn hatiye qetilkirin. Kê ew kuştin pêk anîbe jî berpirsiyarê vê kuştinê Dewleta Tirk e. Em ji malbata vî ciwanê me yê hêja, tevahiya gelê Kurd û ciwanên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Ji berpirsiyarên vê kuştinê hesabxwestin wezîfeya sereke ya ciwanê Kurdistanê ye. Piştî qetilkirina şehîdên azadî û demokrasiyê Aydin Erdem û Şerzan Kurt, şehîde şoreşa azadiyê Murat Elîbol ku bi zanebûn hatiye qetilkirin bîranîna wî wê bi pêşxistina têkoşîna azadiyê were jiyandin. Tevahiya ciwanên Kurd û pêkhateya milîtanên rêxistinkirî divê şopdarê Murat Elîbolan bin; divê ciwanên Kurd ji kes û zîhniyeta ku ji pişt ve, bi awayekî namerd gulle berdane hesabxwestinê, weke wezîfeyekê ji xwe re bibînin.
‘POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA SPÎ’
Rejima AKP’ê ya ku ji zarok û ciwanên Kurd ditirse, her roj êrîş û tedbîrên dij-mirovatî û dij-aqilan dixe rojevê. Bi van hestan li ser bangewaziya midûrekî emniyetê ji ciwanên ku molotofan diavêjin 24 sal cezayên zîndanan tê xwestin; dîsa bi navê projeyên ‘Malên Hezkirinê’ ku waliyê Amedê aniye rojevê jî bi pêkanîn û kiryarên şovenîst tê xwestin ku polîtîkayên qirkirina spî rewa nîşan bidin. Bi ‘malên hezkirinê’ re dixwazin hişmendiya nasname, kesayet, çand, dîrok û civaka zarokên Kurd tune bikin. li hember vê divê tevahî welatparêz hişyar bin û rê nedin vê polîtîkaya xayîn.
‘BILA CIWAN TEVLÎ TEVGERA GERÎLLA Û SERHILDANAN BIBIN
Bi awayekî eşkere tê dîtin ku kiryar û pêkanînên AKP’ê yên dagirker û faşîst bi hedefgirtina Rêbertiya Gelê Kurd, siyaseta Kurd a azad û ciwanên Kurd dixwaze encam bigre. Bi taybet jî kiryarên li hemberî zarok û ciwanên Kurd bi temamî polîtîkayên faşîst, şovenîst û mêtinger in. Li hemberî van kiryar û pêkanînan serîrakirin, têkoşîna azadiyê pêşxistin wezîfeya herî lezgîn a ciwanên Kurd e. Li hemberî vê zîhniyeta AKP’ê ya faşist, qetlîamker û di heman demê de ku dixwaze pêşeroja gel û ciwanên me tarî bike, ciwanên Kurd ji bo bi awayekî hîn xurttir têkoşînê pêş bixin divê tevlî tevgera gerîlla û serhildanan bibin û bersiva herî rast bidin van êrîşên faşîst.
Jİ BEŞDARVANÊN KONFERANSA KURD A PARLEMENTOYA EWRÛPAYÊ RE BANGEWAZÎ
“8. Konferansa Kurd” a ku duh di bin banê Parlementoya Ewrûpayê (PE) de dest pê kir û wê îro jî berdewam bike, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên Demokratîk-aştiyane were çareserkirin konferansên bi awayî girîn in. Lê belê ku ev konferans her sal tenê ji aliyan re weke bangewaziyan ku her tim tên dubarekirin û tenê bi van bi sînor dimîne ji bo pêvajo ber bi aşitiyê ve veguhere zêde tevkariyekê dernaxe holê. Dewletên YE’yê ji aliyekî ve ku zemînên bi vî rengî ava dike û dixwaze bi van gelê Kurd teselî bike, ji aliyê din ve jî ku polîtîkayên şîddetê yên gelê Kurd destek dike ji bo pirsgirêk bi awayekî aştiyane bê çareserkirin yek ji astengiyên herî ciddî ye. Beşdarên hêja yên ku tevlî vê konferansê bûne eger li hemberî vê siyaseta qirêj û berjewendîperest helwesta xwe nîşan bidin û bi hîn aktîf rol bigrin ser milên xwe dê gelekî hêja û bi nirx be.
‘LI SER OCALAN Û 5 DÎLÊN DIN ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK HEYE’
Dewleta Tirk li bi şerê topyekun û qirkirina siyasî ya li Kurdistanê pêk tîne, bi hezaran siyasetmedarên Kurd rehîn girtiye, polîs terora dewlet û pêkanînên faşîzan bi kar tîne û ciwanên me qetil dikin û li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî yên ji aliyê navnetewî ve hatine qedexekirin têne bikaranîn, ev yek jî nîşan dide ku çiqas dixwazin bi tundiyê encam bigirin. Ligel vê jî dewleta Tirk li ber çavê cîhanê zagonên xwe û zagonên naveteweyî bin pê dike û li ser Rêber Apo û 5 girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de tecrîd û îşkenceya psîkolojîk pêk tîne.
GIRTINA PARÊZERAN HEWLDANÊN RIYA ÇARESERIYÊ GIRTIN
Her çend li gorî zagonên Dewleta Tirk mafê her girtiyek heye ku heftane bi parêzerê xwe û panzdeh roj carekê jî bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne, lê bi aşkereyî bi fermana Serokwezîr sê meh û nîv in hemû hiqûqa neteweyî û navnetewî tê binpêkirin û hevdîtin pêk nayê, dîsa jî girtina parêzerên Rêbertiya me, hemû riyên hewldanên ji bo çareseriyê girtine. Ji ber vê jî li hemberî dewleta Tirk a ku hemû pirên diçin çareseriyê hilweşand, divê Konferansa Kurdan a li PE’yê helwesteke aşkere nîşan bide, û divê li hemberî vê neheqî, bêhiqûqî û van pêkanîn derveyê pîvanên mirovahiyê bang li hemû saziyên navneteweyî bike li hemberî vê yekê rawestin. Dewleta Tirk agirbesta yek alî bi dawî kir, ev yek jî ne bes bû, hemû zemîn çareseriya demokratîk ji holê rakir, li hemberî hêzên azadiyê yên gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê çekên kîmyewî bi kar aniye, ev yek jî sucek mezin ê mirovahiyê ye. Şermezarkirina vê sucê mirovahiyê erk û peywira hemû aşitîxwaz û alîgirên mafê mirov û demokratan e.
Em bang li hemû Ewrûpa, rêxisitn navnetewî, hemû alîgirên aşitî û demokrasiyê yên Tirkiyeyî û Kurdistanî, hemû aliyên demokratxwaz dikin ku li hemberî vê pêkanîna nijadperest-faşîzan-qirker a dewleta tirk û sucê wê yê mirovahiyê bê deng nemînin.
ANF NEWS AGENCY