Ji KCK'ê banga xwedîderketina li zimanê dayikê
BEHDÎNAN 19.02.2014 09:46:33 Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK'ê, bi wesîleya "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" banga xurtkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir û got, "Divê her kes li dibistan, kolan, gund û bajaran bi zimanê dayikê biaxivin, cil û bergên neteweyî li xwe bikin û xwedî li nasnameya xwe derkevin."
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Di serî de em cejna zimanê dayikê li afînerê rojên azad û pêşengê pêvajoya çareseriya demokratîk Rêber APO, tekoşerên azadiyê yên li girtîgehan, li parazvanên ziman dayîkê û gelê me pîroz dikin."
Komîteyê di peyama xwe de bal kişand ser êrîşên netewe dewletan ên ji bo bênasname û bêziman hiştina gelê Kurd û destnîşan kir ku ji ber vê polîtîkayê gelê Kurd bi salan li her çar parçeyên Kurdistanê bûye mexdûrê asîmîlasyon û zilma dewletan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo ku dewlatên dagirker xwedî li gotina xwe ya ku dibêje;“ her kes tirke” derbikeve, nasnameya kurd tine hesibandiye, ziman û hebûna çanda wê qedexe kiriye. Lê tevî hemû girtin, ceza, binçavkirin heta cinayatan kurdan zimanê xwe yê devkî bi înat dane jiyîn. Çawa ku muzîk, cil û bergên wan bûne îfadeya nasnameya wan, di heman demê de bûye îfadeya wan a siyasî jî.
Li ser vê bingehê welatê ku me bi keda xwe avakiriye, pêwîst e em destûr nedin ku dagirker ji niha û şûnde li ser rûnîn û di welatê me de li ser galan zextê bide meşandin. Ji bo ku em di xaka kurdistanê de aramîbûnê bidin avakirin di serî de dayîkên me yên parazvanên ziman, ciwanên kurd û gelê me ji her demê zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin."
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK'ê bi vê boneyê bang li tevahiya gelê Kurd û welatparêzan kir, ku di asta herî bilind de beşdarî çalakiyên bi wesîleya cejna ziman bibin û got.
KCK'ê diyar kir ku divê têkoşîna bi destxistina mafê zimanê dayikê tenê di vê rojê de sînordar nemîne û hemû roj bibin rojên bidestxistina mafê ziman û perwerdeyê. KCK'ê destnîşan kir ku xwedîderketina li çand û zimanê dayikê bi têkoşînê dibe û ev bang kir: Li ser vê bingehê girînge li dibistan, kolan, gund û bajaran bi zimanê dayikê were axaftin, her kes cil û bergên neteweyî li xwe bikin û bi nasname ya xwe tevbigerin."
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK'ê ragihand ku ancax bi vî rengî mafên herî xwezayî yên gelê Kurd dikarin bicih werin anîn û got, "Di vê çarcoveyê de em careke din weke Komîteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê roja cejna zimanê dayîkê ya cîhanê li hemû gelê xwe pîroz dikin."
21'ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Çand, Zanyarî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî ve, di 17'ê Mijdara 1999'an de weke "Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî" hatibû îlankirin.