Ji KCK’ê bo rapora Roboskê bertekên tund
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Rapora ku Komîsyona Jêr ya Qilabanê amade kiriye, nayê qebûlkirin
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, ku rapora ku Komîsyona Jêr ya Qilabanê amadekiriye, nayê qebûlkirin û got: “Ne tu belge û ne jî tu rapor dikare serê vê komkujiyê bigire, ne jî hikûmeta ku xwîna ciwanên Kurd rijandiye, nekare vê komkujiya hovane veşêre.”
KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku, rapor ku Komîsyona Jêr ya Qilabanê ve hatibû amadekirin, kujerên Komkujiya Roboskê aşkera nake û wiha got: “ Li şûna agahiyên aşkera bê îtîrafkirin, komkujî wek ‘did navbera saziyan de wek bêkoordîne’ hat vegotin û ev jî tenê êşa gelê me tune dihesibîne. KCK’ê da zanîn ku, komkujiya Robsokê li djî tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya êrîşên îmhayê de wek ku çavê gelê Kurd bitirsînin û serî bi wan bidin tewandin pêk hatiye. KCK’ê got, hikûmeta AKP’ê di warê polîtîk de berpirsyare.
HEWL DIDIN SÛCÊ MIROVAYÊ REWA BIKIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tu rapor û belge, hikûmeta ku xwîna ciwanên Kurd yên Roboskê rijandiye nekare vê weheşata fermandariya hêzên hewayî û fermandariya giştî ya tirk veşêre. Rapor bi mantiqekî wisa hatiye amade kirin ku, hewl didin ku komkujiyê veşêrin û bêjin di encama ‘bêkoordînekirina hêzên têkildar de’ pêk hatiye. Bi vî awayî hewl didin ku vî sûcê mirovahiyê sivik bikin û rewa bikin. bi taybet biryara veşarî ya der barê raporê de jî ji bo veşartina komkujiyê ye.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser kuştina ciwanê Kurd Şahîn Oner yê li Amedê bi panzerê hat pelçiqnadin û got: “Ligel kul i ber çavên her kesî hat kuştin polîs wek şahid hat guhdarî kirin û ev jî tê vê wateyê ku dewleta Tirk bi tu awayî li dijî netewa Kurd ne rêzdare û îmhayê dimeşîne. Zîhniyeta ‘Kurdê herî baş kurdî miriye’ jî di vê raporê de bi awayekî vekirî dertê holê.
Rapora Komîsyona Binî ya Qilabanê jî polîtîkayên dij mirovahî ya delweta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan dide. Heta îro ku komkujî bi encam nebûye û dewletê ev nekirine mijara lêborînê jî. Di komkujiya Roboskê de jî heman nêzîkatî hatiye nîşandan. Her wiha bi vê raporê ciwanên Roboskê carek din hatine qetilkirin û hatiye xwestin ku gelê kurd bitirsînin.
AKP BAWERIYÊ NADE
KCK’ê wiha got: “Erdogan dibêje bila dayik negirin, çi ji destê me bê em dikin. Lê piştî van gotinan helwesta veşartina komkujiya Roboskê fikarên der barê Erdogan de zêde dike. Ji ber vê heta ku AKP kujeran veşêre, niyeta wî ya baş a li hemberî kurdan tuneye û baweriyê nade kurdan.
KCK’ê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye dest pêkirin didomin û di pêvajoya ku Serokatiya me nexşerêyeke amade kiriye û pêşkêşî tevgera me kiriye de, aşkerakirina raporeke bi vî rengî, xwedî taybetiyeke dikare hemû hewldana sabote bikeye. Ji ber vê ne mumkune gelê Kurd raporek bi vî rengî qebûl bike.”