Ji KCK’ê bo yekitiya neteweyî ya Rojava piştgirî
BEHDÎNAN ANF Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan tevî şandeyek KCK’ê bi serokên 7 partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Karayilan ku balê kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û got: “Em ê piştgiriyê bidin hemû rêxistinên alîgirê yekitiyê û piştevaniyê ne.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan tevî şandeyeke KCK’ê bi şandeyeke partiyên siyasî yên ji Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin pêka anî.
Karayilan bi Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Muhemed Musa, Serokê Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Hemîdê Hecî Derwêş, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk ya u bi navê Wehdê tê nasîn Şêx Elî, Seroê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo, Serokê PartiyaDemokratîk a Kurd Cemal Şêx Baqî û Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmedîn Mele Omer û şandeyên bi wan re li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinên ku cûda cûda pêk hatin de destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin û îşaret bi girîngiya parastina van desteftiyan hate kirin. Partiyên Rojavayî di hevdîtinê de ji KCK’ê piştgirî xwestin û tecrûbeyên ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine jî parve kirin.
Serokê Konseya Rêvebera KCK’ê Mûrat Karayilan têkildarê hevdîtinan agahî da ANF’ê û got:
“Serhatî û ceribandinên tevgera meli Rojava hene. Rêbertiya me bi qasî 20 salan li wir ma. Di vê demê de gelê Rojava Rêbertiya me ji nêzîk ve nas kiriye û tevkariyeke mezin daye tevgera me. Heta niha jî sempatiyeke mezin a vê parçeyê ji bo rêbertî û tevgera me heye. Em helbet destekê didin şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê ya ku 19’ê tîrmehê dest pê kir. Weke ku her tim tê gotin nîne, yanî em tenê destekê nadin partiyekê; têkiliya me bi gelek partiyan re hene. Hin ji van partiyan ev sih û çar sal in em hev nas dikin. Di demên cûda de hevdîtinê me çêbûne. Niha jî hevdîtinên me çêdibin.
Em li Rojava ne tenê piştgiriya PYD’ê dikin, em piştgirî û piştevaniya hemû rêxistin Rojava dikin û têkiliyên me bi wan re hene. Ji bo me ya girîng berjewendiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye, divê bigihe azadiya xwe. Berjewendiya gelê me jî yekitî ye û ji ber wê jî em jî destekê didin yekitiyê. Em ê piştevaniya hemû rêxistinên alîgirê yekitiyê û piştevaniyê bikin. Ji ber ku yekitiya neteweyî li qada Rojava pir girîng e. Di vê çarçoveyê de em girîngiyeke mezin didin xebatên Desteya Bilind a Kurd û em nirxek mezin didin wê. Me di hevdîtinên bi partiyên Rojavayî re jî ev tişt axivî. Me nêrînên xwe bi hev re parve kir. Em ê weke tevgerê destekê bidin şoreşa bi vîna gelê me pêş dikeve.”