Ji KJB’ê peyama sala nû
Tevgera Jinan a KJB’ê sersala jinan, gelê kurd û dostan pîroz kir
Tevgera Jinan a KJB’ê sersala jinan, gelê kurd û dostan pîroz kir û diyar kir ku divê gelê Kurd di 2013’an de têkoşina xwe bilindtir bike û divê avakirina Kurdistana Xweser a Demokratîk pêkbînin.
KJB’ê bi wesîleya sala nû peyamek weşand û wiha got: “Em di serî de sersala nû li Rêber Apo, gelê Kurd, jinên Kurd û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em dîsa berxwedana Rêber Apo, têkoşîna jinan û gelê xwe silav dikin. Divê têkoşîna azadiyê de hevalên me yên ku gihiştine şehadeta xwe em bi bîr tînin. Em soza ya ku ji bo bilindkirina têkoşînê careke din nû dike. “
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, di 2012’an de têkoşîna azadiyê hatiye qezenckirin û AKP’e têk çûye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di 2012’an de di serî de li hemberî serokatiya me, hemû gelê me û tevgera me êrîşa topyekun pêk hatiye. Tecrîda li ser Rêber Apo her çû girantir bû,bi teknîka giran û bilind êrîşên tasfiyeyê berdewam kirin. di arefeya 2012’an de Komkujiya Roboskê pêk hat. Girtin û binçavkirinan berdewam kir. Jinên ku azad dibin dawiya AKP’ê tînin. AKP jî vê baş dibîne. Sedema êrîşa AKP’ê jî eve.
KJB’ê wiha domand: “Pêkanînên qirkirinê yên topyekun û êrîşkar her tim di dewrê de bûn. Lê beriya her tiştî di 27’ê tîrmeha 2011’an de Rêber Apo got ‘Ez lîstikek dîrokî xirab dikim’. Helwesta xwe bilind kir. Helwesta serokatiya me di serî de li Şemzînan, Çelê, Elkê û her çar paçeyên Kurdistanê bi ruhê serhildanê hate meşandin û li ser bngeha berxwedana zindanan bi hêztir bûye.”
Koma Jinên Bilind wiha berdewam kir: “Em weke tevgera Azadiyê di sala 2012’an de bi şîara ‘Em dawî li qirkirinê bînin’ pêngavek da destpêkirin. Jina Kurd di şerê gel yê şoreşger, qada siyasî û civakî de her tim bûye pêşeng. Li Çelê û Şemzînanê gerîlayên jin bi ruhekî fedayî têkoşiyan û bûn xwedî helwest. Jinên kurd statuya Xweseriya Demokratîk wekê pergala jinê fêm kiriye û di rêxistibûna xwe de bi helwesta serhildanê di eniya herî pêş de cihê xwe girtiye. Jinên kurd di siyaseta demokratîk de din ava pêşengiyeke aktîf û bi bandor de bû.”
KJB’ê bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û got: “Li Rojavayê Kurdistanê jinên kurd ji bo pergala Xweseriya Demokratîk ku projeya serokatiyê bû bikeve meriyetê hewldaneke gelek mezin da.”
KJB’ê bal kişand ser girîngiya Kongeransa Neteweyî ya Jinan a li Hewlêrê pêk hat û got: “Konferansa Jinên kud ya Duyemîn a ku li Hewlêrê pêk hat di esasa netewa demokratîk de ya li dijî netew dewletê bû, bi perspektîfa ku yekitiya têkoşînê ava bike biryara xwe da.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Xeyala AKP’ê ya ku kurdê azad tune bike jî têk bir. AKP’ê êdî li herêmê di her alî de têk çûye û artêşa wê jî êdî di pozîsyona parastinê de ye. Di vê esasê em sala nû li hemû gelê xwe, jinan û Rêber Apo pîroz dikin. Em bang dikin ku di sala nû de avakirina xweseriya demokrastîk pêk were.”
ANF NEWS AGENCY