Ji KNK'ê pîrozbahiya Noelê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna suryanî, asûrî û keldaniyan pîroz kir û diyar kir ku cejn her tim di dîrokê de, bûne bingeha aştî, wekhevî û dostaniya gelan û wiha got: "Li Kurdistanê jî, cejna gelê Suryanî, Asurî û Keldanî her dem ji aliyê gelê Kurd yên bi baweriyên cûda ve, bi dilsozî û wek stuna bingehîn ya biratî, dostanî û wekheviyê hatiye himbêz kirin û pîrozkirin."
KNK'ê bi minasebeta rojbûna Hz Îsa daxuyaniyek nivîski da. KNK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk, desthilatdariya AKPê û Cemaeta Gulen, bi kiryarên cûda yên faşîzan, mîna doh û pêr, îro jî gelê suryanî, asurî û keldanî hedef girtiye û wiha got: "Gelê herêma Mezopotamyayê ji ser axa wan dane koçberkirin. Bi riya kontrayên dewlet, AKPê û Cemaeta Gulen jî, çend kesên suryanî, asurî û keldanî, li welatê xwe li ser xaka bavûkalên xwe mane jî, rastî êrîşên kujerî tên. Pêwiste werê zanîn ku zihniyeta faşîzan a dewleta tirk ku îro dibin pêşengiya AKPê û Cemaeta Gulen de di pratîkê de ye û bi gelê kurd re, gelê suryanî, asurî û keldanî jî qir dike. Pêwiste gelê suryanî, asurî û keldanî jî, di çarçoveya projeya wekhevî, dostanî û biratiyê Xweseriya Demokratîk de, rêxistiniya xwe bikin û li dijî faşîzma kujerî têkoşînê bikin. Bi hêviya ku cejna rojbuna Mesîh Isa, li Kurdistan, Tirkiyê, li Rojhilata Navîn û tevahiya Cihanê, bibe bingeha aştî, dostanî û wekheviyê.
KNKê cejna gelê suryanî, asurî û keldanî û cîhana mesîhî pîroz kir û destnîşan kir ku cejnên olî her dem li ser axa Kurdistanê û di nava gelên li Kurdistanê de bûne bingeha wekhevî, dostanî û biratiyê. DÎHA (mae)