1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Ji Kobanê dest pê kir û dê li wir bi ser bikeve’
‘Ji Kobanê dest pê kir û dê li wir bi ser bikeve’,ji,kobanê,dest,pê,kir,û,dê,li,wir,bi,ser,bikeve

‘Ji Kobanê dest pê kir û dê li wir bi ser bikeve’

Li gelek bajarê herêma Cizîrê ji bo piştgiriya gelê Kobanê ku rastî êrîşên hovane tê, xwepêşandan û çalakî hatin lidar xistin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN– Li gelek bajarê herêma Cizîrê ji bo piştgiriya gelê Kobanê ku rastî êrîşên hovane tê, xwepêşandan û çalakî hatin lidar xistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir û dê li Kobanê bi ser bikeve.

Amûdê

Yekîtiya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriya YPG’ê û gelê Kobanê xwepêşandanek şevê din organîzr kirin. Di xwepêşandanê de Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo û Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Îsa Fatimî ên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li gel sedan ji welatiyên bajarê Amûdê û gundên derdorê beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajêr dest pê kir. Piştre girse di bazara bajêr re geriyan. Girseyê di meşa xwe de alên YPG’ê, TEV-DEM’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah rakirin û bê navber durişmên dilsoziya bi şehîdan û gelê Kobanê re qîriyan.

Di xwepêşandanê de her wiha pankartên bi nivîsên “Ji Amûda azad berxwedana YPG’ê silav dike” “Şopandina riya şehîdan misogeriya avakirina azadiya gel e” û “Bi jinên azad ber bi netewa demoktatîk ve” hatin rakirin.

Piştî ku girse gihîşte Meydana Şehîdan li vir Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axivî û got ku ew li dijî hêzên tarî piştgiriya gelê Kobanê û YPG’ê dikin û diyar kir ku komên çete bi van êrîşên xwe ti carî nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Gulo di berdewama axaftina xwe destnîşan kir ku Kobanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de xwe ji rêjîma Sûriyê rizgar kir û dê li hemberî çeteyan bi ser bikeve û wiha anî ziman: “Gelê Kobanê dê her tim azad û serkeftî be û azadiya me ji Kobanê dest pê kir û dê li Kobanê bi ser bikeve.”

Derbarê heman mijarê de Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Îsa Fatimî êrîşên çeteyan li dijî herêma Kobanê şermezar kirin û wiha got: “Divê ciwan herêmên xweser ên Rojava bi parêzin û berxwedana Kobanê berxwedana Efrîn û Cizîrê ye. Serkeftina Kobanê serkeftina herêmên din e.”

Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Egîd Tolhildan û li ser navê Yekîtiya Star Jînda Elî axivîn û êrîşên çeteyan li dijî gelê Kobanê şermezar kirin û berxwedana YPG’ê li hemberî çeteyan pîroz kirin.

Girkê Legê

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hezaran ji welatiyên bajarê Girkê Legê duh ji bo piştgiriya gelê Kobanê û berxwedana YPG’ê li Meydana Şehîd Xebat Dêrik a bajêr kom bûn. Ji vir xwepêşandanek hate lidar xistin û girse di kolana sereke re meşiyan û li nîvê rê rawestiya. Girseyê di xwepêşandana xwe de pankartên bi nivîsên “Kobanê ne bi tenê ye” alên YPG’ê, TEV-DEM’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakiribûn û bê navber durişmên dilsoziya bi şehîdan û gelê Kobanê re berz kirin.

Li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Girkê Legê Akif Şêx Şerîf derbarê berxwedana YPG’ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de axivî û bang li hemû gelê Kurd kir ku bersiva serferberiya ku YPG’ê bidin û bi hemû derfetên xwe alîkariya gelê Kobanê bikin.

Hesekê

Li bajarê Hesekê jî bi dehan jinên Yekîtiya Star li Meydana Şehîdan a taxa Muftî ya bajêr kom bûn û êrîşên çeteyan li dijî herêma Kobanê şermezar kirin. Jinan di çalakiyan xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşerên “Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan” li gel wêneyên têkoşerên YPG’ê û alên Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparê û PYD’ê rakirin.

Di çalakiyê de her wiha Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Yusra Ilyas daxuyaniyek xwend û têde diyar kir ku herêma Kobanê ev 25 roj in ji aliyê çeteyan ve rastî êrîşan tê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîşên çeteyan li dijî vîna gelê Kurd û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in û ti carî gelê Kobanê ku xwedî vîneke azad e, serê xwe ji çeteyan natewî ne. Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurd hate kirin ku bersiva seferberiya YPG’ê bidin û bi erka xwe ya netewî rabin.

Çalakî bi durişmên silavkirin û pîrozkirina berxwedana YPG’ê û YPJ’ê û gelê Kobanê bi dawî bû.

(ekîp)