1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Komîteya Konferansê hat xwestin ji bo Rojava helwest bê nîşandan
Ji Komîteya Konferansê hat xwestin ji bo Rojava helwest bê nîşandan,ji,komîteya,konferansê,hat,xwestin,ji,bo,rojava,helwest,bê,nîşandan

Ji Komîteya Konferansê hat xwestin ji bo Rojava helwest bê nîşandan

A+ A-

DIRBÊSIYÊ 10.08.2013 10:42:47 Siyasetmedar û huqûqnasên Kurd ên bajarê Dirbêsiyê diyar kirin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê gavek girîng e di dîroka gelê Kurd de û ji Komîteya Amadekar a Konferansê daxwaz kirin ku helwesta xwe derbarê êrîşên li dijî Rojava û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve helwesta xwe nîşan bidin.

Siyasetmedar û huqûqnasên Kurd ên bajarê Dirbêsiyê derbarê Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê, êrîşên li dijî Rojava û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)’yê re axivîn. Endamê Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê Xalid Îbrahîm diyar kir ku damezirandina Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê di vê dema hessas de gaveke dîrokî ye ji bo hemû gelê Kurdistanê. Îbrahîm, bang li Komîteya Amadekar a Konferansê kir da ku derbarê êrîşên li dijî Rojava û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve helwesta xwe nîşan bidin.

Serokê Meclîsa Gel a Dirbêsiyê Nûman Erebo jî, da zanîn ku Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê di vê demê de pir girîng e û destnîşan kir dê bandora Konferansê ya erênî li ser Şoreşa Rojava hebe. Erebo helwesta hukûmeta Başûrê Kurdistanê ya derbarê girtina Deriyê Sêmalka de şermezar kir.

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Fendî jî, bal kişand ser girîngiya Konferansê û destnîşan kir ku lidarxistina Konferansa Neteweyî gaveke erênî di berjewendiyên neteweyî yê gelê Kurdistanê de ye.