1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Kongra-Gel peyama 15’ê Tebaxê
Ji Kongra-Gel peyama 15’ê Tebaxê,ji,kongra,gel,peyama,15,ê,tebaxê

Ji Kongra-Gel peyama 15’ê Tebaxê

Serokatiya Kongra-Gel bi boneya 28’emîn pêngava 15’ê Tebaxê ku weke “Cejna Vejînê” tê pîrozkirin peyamek weşand

A+ A-

Serokatiya Kongra-Gel bi boneya 28’emîn pêngava 15’ê Tebaxê ku weke “Cejna Vejînê” tê pîrozkirin peyamek weşand û got; “Bi hemleya şerê gel ê şoreşgerî yê ku gerîlayên Kurd di 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de li Şemizînan û Çelê dane destpêkirin, her ku diçe berfirehtir dibe, gerîlayên Kurd ên hemdem jî ketine nava qonaxeke nû ya têkokînê.”

Kongra-Gel di peyama bi boneya 15’ê Tebaxa 1984’ê ku gerîlayan yekem gule teqandin de weşand got; “28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejîna Neteweyî di serî de li Rêber Apo, hemû milîtanên Tevgera Azadiyê, gelê me yê fedekar û dostên me pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên pêngava 15’ê Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din li ser esasê azadkirina Rêbertî, welat û gelê me dilsoziya xwe ya bi bîranîna wana re nû dikin.”

Kongra-Gel bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê ya li hemberî qirkirina li hemberî gelê Kurd û got; “Di nava 28 salan de li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayên dewleta Tirk ên Ii hemberî gelê Kurd, serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Lê serkefetina sereke ew bû ku di ware civakî de civanekek nû hat afirandin.”

Kongra-Gel bal kişand ku gelê Kurd bi şereke mezin dikeve salvegera 29’emîn û destnîşan kir ku li hemberî hemû hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriyeke aşitiyane, AKP’ê bi şerê topyekun bersiv da û got; “ Di encama vê yekê de bi şerê gel ê şoreşgerî sîstema dewletê li Kurdistanê her ku diçe bê fonksiyon dimîne, li ser esasê ku em hêzên mêtînger ji welatê xwe derbixin, em ê azadiya Rêbertî û gelê xwe pêk bînin.”

Kongra-Gel got; “Bi hemleya şerê gel ê şoreşgerî yê ku gerîlayên Kurd di 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de li Şemizînan û Çelê dane destpêkirin, her ku diçe berfirehtir dibe, gerîlayên Kurd ên hemdem jî ketine nava qonaxeke nû ya têkokînê.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de herêm ji nû ve tê dîzaynkirin û bal kişand ser mîsyon û rola Kurdan a di guhertinên hevsengiya li herêmê de û got; “Gelê Kurd gihiştiye astek wisa ku dikare statuya xwe ya azad pêk bîne.”

Kongra-Gel vê yekê weke “Bihara Kurdan” bi nav kir û bal kişand ku ev rastî li seranserê cîhanê jî ji aliyê gelek derdoran ve êdî tê qebûlkirin. Kongra-Gel got; “Pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê pêngavên destpêkê yên bihara azadiya gelê me ne û dê berdewam bikin.”

Kongra-Gel têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê silav kir û ragihand ku ew ê her tim piştgiriya têkoşîna gelê xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Ligel van hemû pêşketina, em weke gel û tevger Cejna Vejîna Neteweyî 15’ê Tebaxê bi coş û moral silav dikin. Em bi minetdarî şehîdên xwe yên ku ev roj ji bo me afirandine bi bîr tînin.

Ji bo bidawîkirina esareta Rêbertiya me û bidawîkirina zilma li ser gelê me; em bang li gelê xwe dikin ku bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re azadî, ji gelê Kurd re statuya siyasî” bi awayeke serferberî têkoşînê xurt bikin û salvegera 29’emîn ji bo çareseriyê bikin sala finalê.”

ANF NEWS AGENCY