Ji KONGRA-GEL pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî
NAVENDA NÛÇEYAN 14.05.2014 11:31:13 Hevserokatiya KONGRA-GEL bi peyamekê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û têkoşerên azadiyê pîroz kir.
Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de hat ragihandin ku di encama têkoşîna dayikên, zarok û xwendekarên Kurd siyaseta dewleta AKP'ê hatiye pûçkirin û xwedî li zimanê Kurdî hatiye derketin.
Di daxuyaniyê de xebatên ji bo perwerdeya zimanê dayikê yên li her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin û hat gotin, "Ji tecrubeyên şoreşa Rojava ya herî sereke yek jî perwerdeya zimanê dayîkê ye. Encamên vê wê tesîra xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê bike."
KONGRA GEL diyar kir ku ziman nasname û hebûna gel e û bang li tevahiya sazî û dezgehên Kurdistanî kir ku bi awayekî germ li cejna zimanê Kurdî xwedî derkevin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qonaxa heyî ya têkoşîna azadiyê û hat destnîşankirin ku di vê qonaxê de xalea herî girîng perwerdeya zimanê Kurdî ye û bang li her Kurdî kir ku di vî warî de bi berpirsyarî rabin.
KONGRA GEL bibîr xist ku yek ji 4 Kurdên pêşeng ên di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin Ferzad Kemanger weke wasiyet xwestiye dilê wî di bedena zarokeke Kurd de bijî û got, "Ji bo me hemûyan wazîfeyeke pîroz e ku bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî, dilê heval mamoste Ferzad Kemanger û yên hevalên wî û dilê hemû tekoşerên azadiyê, di dilê zarokên Kurdistanê de em heta hetayî bidin jiyîn. Ji ber vê yekê jî em dibêjin perwerdeya zimanê Kurdî xebata me ya herî bingehîn û pîroz e. Em bi vî avayî dikarin bibin bersiva şehîdên xwe.
Li ser vî esasî em car din “cejna zimanê kurdî” ya gelê Kurd bi dil û can pîroz dikin û xebatên ji bo zimanê dayîkê re serketinê dixwazin."