Ji koçberên vegeriyan banga; cih û warên xwe neterikînin
EFRÎN - ANF Welatiyên ku ji Efrînê ji ber rewşên aborî koçî Tirkiyê kirine vegeriyan û diyar kirin ku kesên xwedî kar ew dixapandin û keda koçberên Rojava dixwin. Koçberên ku vegeriyan, diyar kirin ku jinên wan ji aliyê xwediyên kar ve rastî tacîzê dihatin û bang li welatiyan kirin ku koçber nebin û kesên koçber bûne vegerin malên xwe.
Hin welatiyên ku ji Efrînê koçî Tirkiyê kiribûn vegeriyan û ji ANHA'yê re dan zanîn ku bazirganên mirovan û xwediyên kar ew xapandin, sozên ku bazirgan û xwediyên kar dabûn wan tev ne rast derketin. Welatiyê bi navê M.E. ku ji navçeya Raco ya Efrînê koçî Tirkiyê kiribû da ku ji xwe re kar bike, da zanîn ku wî ji bê kariyê biryar da ku koçî Tirkiyê bike da ku zarokên xwe xwedî bike. M.E. destnîşan kir ku kesekî mirovan derdixe Tirkiyê ji wî re gotiye ku ew ê karekî rojê 8 saet bi 30 lîreyê Tirkiyê li Stenbolê jê re peyda bike. M.E. diyar kir ku ew li ser vî esasî tevî malbata xwe koçber bûye. M.E. got ku dema ew gihişt Tirkiyê tiştên jê re hatibûn gotin tev derew derketin.
M.E. da zanîn ku ew hatin xapandin û ev tişt got: ‘‘Saetên kar rojê ne 8, 14 saet bûn, cihê xewê tune bû, me di navahev de xew dikir, xwediyê kar ji me re digot hûn alîgirên PKK’ê ne û bi vê yekê jî keda me dixwarin. Tişta ku herî xirab û dûrî exlaq xwediyên kar bela xwe li jinên me didan.’’ M.E. destnîşan kir ku wî ev yek tehemul nekiriye û vegeriyaye welatê xwe.
M.E. da zanîn ku bazirganên mirovan ew xapandine, pereyên wan xwarine û nedane wan. M.E. bang li welatiyan kir ku dest ji mala xwe bernedin û ji welatiyên koçberbûne xwest ku vegerin malên xwe.
Welatiyê bi navê S.A. yê ji Efrînê ye, da zanîn ku ew ji aliyê bazirganên mirovan û keysbazan ve hatine xapandin. S.A. bang li welatiyan kir da ku ji malên xwe dernekevin û ji koçberan xwest ku vegerin mala xwe. S.A. destnîşan kir ku gelek Kurdên Rojava li Tirkiyê ji aliyê keysbazan ve tên xapandin û pereyên wan ji aliyê xwediyên kar ve tên xwarin.
Ciwanê bi navê M.M. jî da zanîn ku ew li Tirkiyê hatiye xapandin û ev tişt Got: ‘‘Kar tune ye, gelek Kurdên Rojava tên xapandin, ji me re digotin hûn alîgirên PKK’ê ne û bi vê yekê pereyên me dixwarin. Ji ber vê yekê ez vegeriyam. Rumeta me li mala me ye, pêwîste kes dest ji malên xwe bernedin.’’