1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. “Ji Kurdan û Ocalan re azadî”
“Ji Kurdan û Ocalan re azadî”,ji,kurdan,û,ocalan,re,azadî

“Ji Kurdan û Ocalan re azadî”

Ji Efrîkaya Başûr bo Clinton nameya 'Ji Kurdan û Ocalan re azadî'

A+ A-

Dozgerê ji Efrîkaya Başûr Essa Moosa û rahîb Matthew Esau ji Wezîrê Derve ya DYA’yê Hillary Clinton ya ku dê di 11’ê tebaxê de were Tirkiyeyê xwestin ku ji Tirkiyeyê daxwaza serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Moosa û Esau diyar kir ku azadiya Ocalan dê ji bo demokrasî û aşitiya Rojhilata Navînb bibe pêngaveke mezin.

Dozgerê ji Efrîkaya Başûr Essa Moosa û rahîb Matthew Esau bi boneya balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û zextên li ser gelê Kurd, nameyek vekirî ji Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clintonê re nivîsandin.

Di nameya bi sernûçeya “Ji Kurdan û Ocalan re azadî” di rojnameya “Sunday World” a Efrîkaya Başûr de hat weşandin de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999 de ji aliyê hikûmeta DYA’yê ve, bi destê CIA’yê hatiye revandin û radestê Tirkiyeyê hatiye kirin.

Di nameyê de hat gotin; “Bi vê boneyê dixwestin dawî serhildana Kurdên ku bi salan e ji bo mafên xwe yên herî sereke têdikoşin bînin. Lê bi tu awayî ji Kurdan nayê hêvîkirin ku dest ji mafên xwe yên sereke yên weke hemwelatiya tam, azadiya ramanê, azadiya rêxistinkirinê, di dibistanên gelemperiyê de mafê perwerdeya bi Kurdî berdin.”

Di berdewama nameyê de hat diyarkirin ku Ocalan 11 sal in bi awayeke neheq bi tenê di girtîgehê detê girtin, divê sala dawiyê de jî têkiliya wî bi temamî bi derve re hatiye birîn, li ser wî tecrîd heye û destûr nayê dayîn ku malbat û parêzerên wî hevdîtin pêre pêk bînin. Hat destnîşankirin ku ev pêkanîn tê wateya binpêkirina hevpeymanên weke Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan û Konvensiyona Mafê Mirovan a Ewropayê.

Di nameyê de hat gotin ku di van salên dawiyê de hinek gel ji bo mafên xwe rabûne ser piyan, DYA piştgirî dide hinek ji vana û li hemberî hinek ji vana derdikeve, lê di vê rewşê de herî zêde ji bo Kurdan bi nakokî ye. Di nameyê de hat gotin; “Têkoşîna Kurdana ji bo mafên mirovahî û siyasî li Tirkiyeyê, her tim ji aliyê hikûmeta we ve hat paşguhkirin û heta hate nixumandin.”

Di nameyê de hat bibîrxistin ku îro li Tirkiyeyê tevî şaredar, zêdetirê 100 rojnamevan, zêdetirê 6 hezar çalakêns iyasî yên Kurd di girtîgehan de ne û hat diyarkirin ku kesên hatine girtin ji bilî mafên sereke yên gelê Kurd ên mirovahî, çandî û siyasî tu daxwazek din nexwestine. Di nameyê de wiha hat diyarkirin; “ Ger DYA niha jî îdîa dike ku meşaleya azadiyê di destê wê de ye,bila ji bo serbestberdana rojnamevan, parêzerên bi awayeke neheq hatine girtin û hemû girtiyên siyasî, bi taybet kesên bi awayeke demokratîk hatine hilbijartin, bang bike.”

Di nameyê de hat gotin “Hêvî hîna bi dawî nebûne” û hat bibîrxistin ku di salên 2008-2011 de dewleta Tirk bi Ocalan û PKK’ya ku mixabin DYA’yê mohra “terorîst” li wan xistiye de muzakerepê dest pê kirin, lê belê bê encam man.

Di nameyê de ji bo Ocalan û PKK’ê hat gotin; “Em wana di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de weke şervanên azadiyê dibînin, ew ne terorîst in” û bal kişandin ku di “Nexşerêya ji bo Muzakereyan” a ji aliyê Ocalan ve ji bo çareseriyeke aşitiyane ji bo pirsgirêka Kurd hat amadekirin de pêşniyarên “girîng û maqul ” hene.

Moossa û Esau di nameyê de bal kişandin ser muzakereyên di navbera PKK û dewleta Tirk de pêk hatin û got; “Lê em dibêjin ku Ocalan jî mîna Mandela nikare bi zincîran ve rûne ser maseyê muzakereyan”.

Di nameyê de bang li DYA’yê tê kirin ku li hemberî rewş û tenduristiya Ocalan bê deng nemînin û wiha xîtabê Clintonê tê kirin: “Hikûmeta we li hemberî girtinên neqanûnî xwedî berpirsyartiyeke exlaqî ye. Hikûmeta we niha dikare xeletiya xwe ya sala 1999 rast bike û piştgirî bide daxwazên siyasî û mirovahî yên gelê Kurd. Divê bi taybet daxwaza serbestberdana Ocalan a ji aliyê gelê Kurd ve, were destekkirin. Hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aşitiyane û siyasî pir girîng in. Azadiya Ocalan dê ji bo demokrasî û aşitiya Ocalan bibe pêngaveke girîng.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî