Ji kurdên Anatoliya Navîn ji bo mitînga 14'ê Tîrmehê amadekarî!
Ji kurdên Anatoliya Navîn ji bo mitînga 14'ê Tîrmehê amadekarî!
13:11 05.07.2012 ENQERE (DÎHA) - Kurdên ku li Anatoliya Navîn dijîn ji bo beşdarî mitînga ku ji aliyê KCD û BDP'ê bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" li Amedê di 14'ê Tîrmehê dê were lidarxistin amadekariyên xwe didomînin.
Kurdên k uli Anatoliya Navîn dijin ji bo beşdarî mîtînga ku ji aliyê KCD û BDP'ê bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" li Amedê di 14'ê Tîrmehê dê were lidarxistin amadekariyên xwe didomînin. Ji bo beşdariya mitîngê li Enqere, Kirşehîr, Konya û Eskîşehîr civîna gel hatin lidarxistin. Di civînên gel de komîsyon hatin avakirin û ji bo bigihêjin gundan tora ragihandinê hate amadekirin. Biryar hate girtin ku dê mal bi mal bigerin û gel vexwînin mitîngê. Di civînên ku endamên MP'a BDP'ê û gelek welatî beşdar bûn de derbarî pêvajo û mitîngê nirxandin hate kirin. Her wiha ji bo mitîngê li Enqereyê bi saziyên kedê û demokrasiyê civîn dê were lidarxistin.
(ab)