1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji kurdên Anatolyaya Navîn ji bo qadên berxwedanê piştevanî
Ji kurdên Anatolyaya Navîn ji bo qadên berxwedanê piştevanî,ji,kurdên,anatolyaya,navîn,ji,bo,qadên,berxwedanê,piştevanî

Ji kurdên Anatolyaya Navîn ji bo qadên berxwedanê piştevanî

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - KOMKURD-AN'ê piştgirî da kampanyaya "Malbata xwebira" ya ku ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ve tê leşandin, gelek kesên endamên komeleyê ne jî di çarçoveya kampanyayê de li Sûr, Cizîr, Sîlopî, Hezex û Nisêbînê ji bo xwe malbatên xwebira diyar kirin.

Kurdên Anatolyaya Navîn (KOMKURD-AN) piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya ji aliyê Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê ya Rojava hatî destpêkirin didomîne. Bi hewldanên KOMKURD-AN'ê, gelek malat di çarçoveya kampanyayê de ji bo malbatên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex û Nisêbînê alîkariyê kirin.

Bang li hemû derdorên demokratîk hate kirin

Malbatên ku tevlî kampanyayê bûn diyar kirin ku tiştên ku ew dikin ne alîkarî ye, pêkanîna berpirsyariya mirovahiyê ye. Malbatan her wiha destnîşan kirin ku ev berpirsyarî ne tenê dikeve ser milê gelê kurd, her wiha divê hemû derdorên demokratîk piştgiriya vê kampanyayê bikin.

Ji bo Geverê jî dest bi xebatan kirin

Komeleya KOMKURD-AN'ê her wiha ji bo Geverê jî li gel Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê ya Rojava xebatên hevpar dimeşîne. Rayedarên komeleyê diyar kirin ku dê ji bo kampanyaya hevgirtinê xebatên wan bidome û bang li hemû kurdên Anatolyaya Navîn kirin ku piştgiriya xebatan bikin.

(sy)