Ji Lîbya Ber Bi Kurdistanê ve
Operasyona NATO dora xwe ya Lîbya jî kir. Do bi şev temaniya nîva paytexta Lîbya Trablûsê ket destê muxalîfan. Muxalîf di çapemeniya Îranê de wekî "mucahîd" tên binavkirin û NATO’yê vê sibehê got “Êdî Lîbya dê dahatuya xwe ya azad bi xwe ava bike”. Piştî serhildana Misrê di warê demokrasî û azadiyan de tiştek neguherî, gel hîn di rewşa berê de ye. Ji xwe ji aliyê gel ve daxwazên birêxistinkirî tune ye jî. Serhildan, ji aliyê daxwazên gel ve sûnî ye, lê ji aliyê daxwazên NATO ve derboyek e.
NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona NATO dora xwe ya Lîbya jî kir. Do bi şev temaniya nîva paytexta Lîbya Trablûsê ket destê muxalîfan. Muxalîf di çapemeniya Îranê de wekî "mucahîd" tên binavkirin û NATO’yê vê sibehê got “Êdî Lîbya dê dahatuya xwe ya azad bi xwe ava bike”. Piştî serhildana Misrê di warê demokrasî û azadiyan de tiştek neguherî, gel hîn di rewşa berê de ye. Ji xwe ji aliyê gel ve daxwazên birêxistinkirî tune ye jî. Serhildan, ji aliyê daxwazên gel ve sûnî ye, lê ji aliyê daxwazên NATO ve derboyek e.
Piştî Lîbyayê bi îhtîmaleke mezin dora Sûriyeyê ye. Lê di mijara Sûriyeyê de her tişt ji nû ve tê plankirin. Ji ber ku ji vir û pê ve sînorê kurdan e û kurd di Rojhilata Navîn de neteweya herî birêxistin in. Heta ku mijara PKK'ê neyê zelalkirin di mijara Sûriyeyê de Tirkiye jî, NATO jî li ser agir e.
Tirkiye bê çawa ji encama operasyona NATO ya Iraqê ne memnûn e, her wisa ji plana Sûriyeyê jî ne memnûn e. Pisporên Rojhilata Navîn ên tirk di kanalên televizyonan ên tirk de bi dengekî bilind dibêjin "operasyona Sûriyeyê dê pêla serhildanan bîne sînorê başûra me û dê kurdên Sûriyeyê bibin xwedî statu û heta dê sînorê kurdên otonom ji Culemêrgê bigihîje Rihayê."
Li gor van pisporan li Sûriyeyê di nav kurdan de rêxistina herî belav PKK ye û gel sempatîzanê PKK'yê ye. Di rewşeke awarte de dê PKK bi bandor be û dê înîsiyatîfê ji dest bernede. Ev jî ji bo Tirkiyeyê xetereyeke mezin e.
Tirkiye ji ber vê yekê hewl dide ku NATO'yê di planeke nerm de îqna bike. Daxwiyaniya Obama ya "bila Esad îstifa bike!", ji ber vê nêrîna Tirkiyeyê 15 rojan dereng hate belavkirin.
Lê her ku Tirkiye di plana xwe de dereng dimîne, ango bi ser nakeve, plana NATO gav bi gav xwe araste dike.
Plana Tirkiyeyê ew e ku berî operasyona Sûriyeyê PKK were jihevdexistin:
A- Bi Îranê re belavkirina Qendîlê, valakirina sivîlan.
B- Dagirkirina leşkerî ya Qendîlê û jihevdexistina PKK'ê.
C- Belavkirina BDP'yê û avakirina partiyeke nû ya kurd.
D- Daxistina bendava hilbijartinê û bilindkirina temsîliyeta partiya nû ya kurd.
E- Pejirandina partiya nû ya kurd wekî muxatab û redkirina PKK'yê û fikrên wê.
Li gor hin pisporên Rojhilata Navîn û aqilmendên tirk DYA ango NATO pergaleke nû dide Rojhilata Navîn û li ser Tirkiyeyê ferz dike ku kurdan nas bike, ji ber ku NATO dixwaze Kerkûk û Mûsilê radestî tirkan bike, ango herêma kurdan bi giştî bi ser tirkan ve girê bide.
DYA ji ber vê yekê li Tirkiyeyê ferz dike ku kurdan nas bike û polîtîkaya înkarê biterikîne. Sedema ku Erdogan bi dengê bilind dibêje "me polîtîkaya înkarê terikandiye" jî ev e.
Li gor vê yekê Tirkiye ji bo karibe kurdan birêve bibe û hemûyan bi xwe ve girê bide, divê kurdên çekdar nemînin û kurd bê rêxistin bin, ango radest bûbin. DYA û YE ji bo demeke kin ev destûr daye tirkan; da ku PKK'yê di vê demê de ji hev de bixe û rewşê li gor xwe amade bike.
Li gor Îranê jî NATO hewl dide herêma kurdan bi giştî bi Tirkiyeyê ve girê bide. Îran vê yekê wiha bi nav dike: "DYA Kurdistanekê ava dike û dide Tirkan".
Îran ji vê planê aciz e û ji ber vê yekê çareyê di îqtîdara çiyayên Qendîlê de dibîne. Îran, ji bo karibe bandorê li ser herêmê bike û pîj têxe ber plana NATO'yê dixwaze Qendîlê radest bigire.
Heta ku Qendîl li ber xwe bide û rê nede Îranê, dê Îran here û were bi leşkerekî girantir bigire ser herêmê û dê bi tirkan re hevkariyê bike. Piştî ku Qendîl şikest dê Îran û Tirkiye hîn nû li ser Îqtîdara Qendîlê bibelişin ber hev, ango kaban bavêjin. Ji bo wê merheleyê her du jî niha bi xwe bawer in û hamleyên pêşerojê di çav xwe re dikin.
Wekî encam dema Tirkiyeyê pir tune ye. Bi ketina Lîbyayê re barê NATO'yê hinekî din hêsan bû û dikare pirtir bala xwe bide ser gava di pişt re. Havîn qediya û payiz e, heta zivistanê divê çend gavên din jî bên avêtin, bipêşvetir here.
Tirkiye di vê destengî û demtengiyê de bêhnteng e jî. PKK'yê ku dît Erdogan dibêje "em ê heta piştî rojiyê rawestin", gelekî hêrs bû. Erdogan bi vî rengî hem teqlîda Serokê PKK'yê dikir, hem jî bi awayê PKK'yê êrîş dikir. Xaleke mezin jî ew e ku înîsiyatîf bi dest dixist. Êrîşên tund ku pêk hatin û ew qas leşkerên ku hatin kuştin jî bêhntengiya Tirkiyeyê tengtir kir û înîsiyatîf di dest PKK'yê de hişt. Tirkiye bê dilê xwe, bê amadehî ket operasyonê û pêvajo di xwezahiya xwe de û bi destê PKK'yê gav bi gav tê honandin.
Ji vir û pê ve operasyona bejahî ye. Di vê navberê de nûçeyên wekî "em ê êdî sînoran nas nekin û em li ferqa sivîl û leşkeran nanihêrin" ji aliyê rêxistineke kurd ve hate belavkirin. Ev yek û kirinên Tirkiyeyê, dê hîn ku Sûriyeyê dora xwe nekiriye dorê bîne ser Tirkiyeyê. Û hîn Sûriye neqediyaye dê her kes bibîne ku Tirkiye bûye mijara operasyona NATO'yê.
Wê demê dê her kes çêtir fam bike ku DYA tu tiştî teslîmî Tirkiyeyê nake, lê tirkan her tişt stewandin û teslîmî DYA'yê kir.
Ji bo encam ne bi vî rengî be, PKK û Serokatiya PKK'yê dikare hin hamleyên balkêş bikin. Mînak, Serokatiya PKK'yê li hêviyê ye ku PKK di şer de bi ser bikeve û destê wî xurt bike û bîne asta ku tenê ew karibe ji vê xitimandinê Tirkiyeyê rizgar bike. Ji ber ku biserketina PKK'yê xitimandina plana Tirkiyeyê ye. Rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji xitimandinê jî têkçûna plana DYA û NATO'yê ye.
Aha ji ber vê yekê NATO jî dixwaze PKK were jihevdexistin. Di encamê de NATO PKK'yê û Serokatiya wê wekî astengên herî mezin ên plana Rojhilata Navîn dibînin û sedema ku Serokatiya PKK'yê li Îmralî girtî ye jî ev plan e, ku destpêka wê di civîna NATO ya 1997'an de hatiye amadekirin.