Ji MAF-DAD'e banga lezgîn a ji bo rakirina tecrîdê
MAF-DAD'ê tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar kir. MAF-DAD'ê xwest, parêzer karibin bi lezgînî Ocalan bibînin û bibîr xist, ku serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê xizmetê li aştiya navxweyî bike
KOLN - ANF Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanekî tund şermezar kir. MAF-DAD'ê xwest, parêzer karibin bi lezgînî Ocalan bibînin û bibîr xist, ku serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê xizmetê li aştiya navxweyî bike.
Di daxuyaniya bi îmzeya Serokê Desteya Rêveber a MAF-DAD'ê Heîke Geîsweîd hat weşandin de wiha hat gotin: "Birêz Abdullah Ocalan ê ji 19'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê bê navber tê ragirtin, ji 28'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di heman demê de ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve destûr ji malbatê re nayê dayîn pê re hevdîtinê bike. Herî 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ku heyeta HDP'ê hevdîtina herî dawî pê re kiribû, der heqê merc û tenduristiya wî de agahî nayê girtin."
HINCETÊN 'HENEKÊ XWE BI MEJIYÊ MIROVAN DIKIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hincetên ji bo astengkirina hevdîtina bi Ocalan re tên nîşandan û hat destnîşankirin ku bi van hincetan re henekê xwe bi mejiyê mirovan dikin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Daxwaza parêzer û malbatê ya hevdîtinê, ev 4 sal in bi heman rengî tên bersivandin. 'rewşa nebaş a hewayê' yan jî 'keştî xerabe ye', bi salane weke ku henekê xwe bi mejiyê mirovan re bikin, dubare dikin. Halbûkî li ser navê hikûmeta Tirk Tayyîp Erdogan û Wezareta Edaletê, di sala 2011'an de bêyî ku sedemeke hiqûqî nîşan bidin gelek caran dan xuyakirin ku ew ê destûrê nedin hevdîtinê."
DERFETA PÊKANÎNA MAF Û WEZÎFEYA PARASTINÊ NÎNE
MAF-DAD'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hikumxwarên din ê bi Ocalan re tên ragirtin, xwedî heman çarenûsê ne û da zanîn ku ji bo dozên li Tirkiye û DMME dewam dikin, parêzer nikarin nêrîna muwekîlên xwe werbigirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Der barê dozên li hiqûqa navxweyî û li Dageha Mafên Mirovan a Ewropayê dewam dikin, der barê lêpirsînên dîsîplînê yên hatine vekirin de, parêzer bêyî wergirtina nêrîn û daxwaza muwekîlên xwe neçar mane bersivê bidin. Derfetên bicihanîna mafê parastin û wezîfeya parastinê, ji aliyê pratîkî ve ji holê hatiye rakirin. Ji bo Îmraliyê ya girtîgehek ji hiqûqê bêpar hatiye hiştin, ti rêyeke bi bandor û vekirî ya hiqûqî nîne. Qanûnên paşverû û kêm ên Tirkiyeyê jî, li Îmraliyê neyên hesibandin, nayên bicihanîn."
'SERBEST BERDANA OCALAN WÊ XIZMETÊ JI AŞTIYA NAVXWEYÎ RE BIKE'
MAF-DAD'ê ji hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên Ewropayê xwest destekê bidin wan û destnîşan kir ku serbest berdana Ocalan û girtiyên din ên siyasî wê tevkariyê li aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê bike.
Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: "Weke hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên li Ewropayê, em vê astengiya mafê parastinê yê 4 sal in bê navber dewam dike weke binpêkirina mafê herî însanî dibînin û dixwazin tavilê dest ji vê qedexeya hevdîtinê ya li ser malbat û parêzerên girtiyan bê berdan. Tecrîd û pêkanîna xerab a 16 sal in dewam dikin, sînor derbas kirine û em dixwazin tavilê ji holê bê rakirin.
Ji Birêz Ocalan ê gelê Kurd weke 'sermuzakerevan' dibîne di pêvajoya aştî û muzakereyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de mîsyona xwe ya aştiyê bilîze, naskirina derfetên pêwîst, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelekî girîng e. Di serî de Birêz Ocalan serbestberdana hemû girtiyên siyasî, wê tevkariyeke dîrokî li aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê bike.
Em bang li hiqûqnas, kesayet û saziyên mafên mirovan ên Ewropî dikin ku di vê mijara krîtî de hestyar bin, nêrîn û nerazîbûna xwe nîşan bidin û piştgiriyê bidin gelê Kurd."